PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Vedan Adem : Nêrînek derbarê tevgera Kurd li baþûr rojavayê Kurdistanê û Asoyên çareserkirina qeyrana heyî !



Nêrînek derbarê tevgera Kurd li baþûr rojavayê Kurdistanê û Asoyên çareserkirina qeyrana heyî !
Vedan Adem : "... Helbet, eger ku ev lêkolîn bikaribe bersiva van pirsgirêkan bide, ev lêkolîna ku biveyên danîna xwe yên ku di çarçoveya rêbaza xwe ya lojîk de bi kaos in û car bi car ji cengê veqetandî dixuyin, hildigirin.Her wesa, ev lêkolîn hewil nade ku tiþtekî li siloganên kevinare anjî wergirtinên kawik ku diþibin rîtûalan zêde bike, dîsan ne ji armanca vê lêkolînê ye ku awazên ronakbîrên bêkar pirtitr bike ..."

Nêrînek derbarê tevgera Kurd li baþûr rojavayê Kurdistanê Asoyên çareserkirina qeyrana heyî

Bê xwendin û têgihþtina rabirdû û baweriya tund bi paþerojê, em dê nikaribin nihoyê xwe ava bikin

Pêþgotin :
Ev vekolîna raveker a kurt ku hêvî dike sûdemend be, diviya bû zuha û tenê bersiva hindek pêwîstiyên taybet û giring bide :
1 - Têgihiþtin û famkirina tiþtê ku rojane li pêþiya çavên me di navçeyê de diqewime û têkiliya me pê re.
2 - Qels kirin û þerkirina ramanên ku hewil didin -bi riyeke çewt da ku riswa nebin- li vir û li baþûr rojavayê kurdistanê, vegerin meydanê.
3 - Rêxistinkirina koma rêxistin û girûpên siyasî ên ko armancên xwe bicih nayênin ji bilî ku ew li ser bingeheke neteweyiya eþkere û zelel ava bibin.
4 - ku ew xwîna pir a ku li sere çiyayên me hatiye rêtin badîhewa neçe û hewildana dîtina wateyekê ji wan qurbaniyên gotî re sebaretî nifþên dahatî.

Helbet, eger ku ev lêkolîn bikaribe bersiva van pirsgirêkan bide, ev lêoklîna ku biveyên danîna xwe yên ku di çarçoveya rêbaza xwe ya lojîk de bi kaos in û car bi car ji cengê veqetandî dixuyin, hildigirin.Her wesa, ev lêkolîn hewil nade ku tiþtekî li siloganên kevinare anjî wergirtinên kawik ku diþibin rîtûalan zêde bike, dîsan ne ji armanca vê lêkolînê ye ku awazên ronakbîrên bêkar pirtitr bike.

Wesa, di baweriya min de, ku ev lêkolîn dê rengê kurtiyê werbigire(veguhastin-jêxwarin-daqurtandin),eynî weke hertiþtê ku dawî xwe di "çopê" de dibînin piþtî ku erka xwe pêktînin, gelo erka vê gotarê çi ye ?

Derxistina hemî raman û gotûbêjên girêdayî berev eþkerebûnê û bersivdana wan û motîvkirina yên din ko van kêþeyan ji bilî xwe bêtir dizanin berev beþdarîkirina di bersivdana van pirsgirêkên navhatî re û dîtina çareseriyên babetane, angu erka wê bi kurtî û taybetî xizmetkirina tevgera rizgarîxwaza kurdistanî û dozên milletê me bi giþtî û li parçeyê ku bi dewleta Sûriyê ve hatiye girêdan bi taybetî ye, lê gelo çawa ?

Di destpêkê de, pêwîst e em destnîþan bikin ku ne hertiþtê li hemberî me dikare bête guhertin lê teqez e ko eger em tiþtekî biguherin divêt em li hemberê derbikevin, nexasime ku em ne di cîhanekê dijîn ko piraniya wê paþketî û raketî û bê bizaveke aktîvane ye.

Di van rûdan û bûyerên mezin yên ku navçeya me di wan de derbas dibe rojane pirsên nuh dadikevin holê weke: gelo sebaretî me rewþ dê wesa bidome anjî dê biguhere? Eger hat û guhertin çêbû, gelo ev guherîn dê me berev pêþ anjî paþ ve bikêþe ?

Aloziya rewþa tevgera rizgarîxwaza kurdistanî ji rewþa navçeyê ne kêmtir e, lê anceq evro mêjû dikare vê rewþê rave û þîrove bike, û teoriya zanistiya herî baþ þopandina tembînameyên wê di dema niho de ye angu"bikarênana hertiþtê lojîk û babetane di dîrokê de " tevî ku bi giranî jî ev pêk were,ji xwe karê niþtimanî û netewî demekê dixwaze da ku pêk were.

Her wesa, divêt ko rastiya pêdar derheqê herêma Kurdistana Iraqê de neyê bipaþguhxistin, angu paþeroja ronîdar ya tevahiya deverên kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza kurdistanî li ser biserkeftina ezmûna Kurdistana Iraqê radiweste.

Ji bo van xalên li jor gotî, pêwîst e ko xebata me a berdewam bi encamên xwe yên diyar, herdemî û bêrawestan be, ji ber ku ew xebateke man û nemanê ye di vê dema ku mentalîteyên kevin û sinordar ji holê radibin û konevanî li gor xurtbûna cîhana mirovan di vê sedsalê de, tête veguhertin .Vêce, kê dixwaze anuha rabiweste, dema niho ji kê re ne giring e û kê heye ko guh bi paþerojê nade ?

Ji vir dixuye ko tiþtê em hewil didin di vê gotara xwe de pêkbînin: gurkirin e, gurkirina berev pêþveçûn û bicîanîna stûbariyan û zêdekirina pisporiya babetane bi baþtirîn rengên wê ye, gurkirina ku dê bandorê li çi kesê xwedî wijdan û bi hemî þiyanên heyî bike.

Qehîmbûna çepgerî anjî rastgeriyê bi qasî xizmetkirina doza ku ew semyan jê hatîne wergirtin, tê xuya û destnîþankirin . Di doza Kurd de, ne mumkin e ko çepgerî yan rastgeriya micid hebin bi qasî hebûna çendîtiya xizmetkirina doza behskirî û pirsa: Gelo ez ximzeta wê dikim yan na? Ji ber ku semyan li gor encama ximzeta pêþkêþî dozê kirî tên destnîþankirin ne berî xizmetkirina wê anjî girêdana wê bi ramanên ku em bi wan bawer dikin.

Di kûrahiya milletê Kurd de, cewherekî netewî ku ti bûyer anjî karpêk nikare ji holê rabike heye, ji bo tu wî cewherî berz bike tenê derfeta axaftin angu"xebat" ê pê bide û armancên ku ew bê dîtin dibîne û bêdeng bi wan dirame nîþa wî bide, ku gav bi gav bi þêwazeke zanistî li gor perensîpa lêdana yekgirtî a paþerojê xebat dê bibe.

Baþûrê Piçûk :
Navnîþan bi tena xwe dide xuyakirin ku baþûrekî mezin heye ku beþeke mezin ji pirsgirêk û stûbariyên baþûrê piçûk hildigire, nexasime ku piraniya mezin û piçûkên wekehev di warê rastiyê de bi taybetî regez û çanda dagîrker, ji hêlên dîtir.

Hewildana nivîsîna van ramanan bi þêweyeke zuha û qelp mijareke herî zehemt e ji ber giringiya pirsa destnîþankirî û pirbûna aliyên wê, ji ber vê çendê veguhastina rastiyê bi xurûtiya wê ve bê kiryarên dîbacekirin anjî guhdana bi form û rêzkirina gotinan dê mîna karekî rewa û lojîk bixuye,ji xwe dev ji çendîtiya çax û vekolînên pêwîst ji pêkanîna wêneyeke kûr û tevav ji rastiya siyasî û civakî di baþûr rojavayê kurdistanê de ,dûr ji derew û qelpîtiyê,berde.Her wesa, armanca min ne ewe ku ez lêkolîneke dîrokî li ser baþûr rojavayê kurdistanê û tevgera wê ya siyasî û pêþveçûna wê bicih bînim, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku ew di nav destan de ye .Dîsan,ev nabe asteng ku ez ji aliyê xwe ve hindek xalan rohn bikim û helwesta xwe di sedemên bêçaretiya bizava siyasiya kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê û paþvemayîna wê sebaretî pêþveçûn û guherînên nêvdewletî û herêmî yên girêdayî-ji dûr yan nêzîk-bi doza kurdî li vî anjî wî parçî, bidim xuyakirin di gel sedemên qeyrana bive ya ku bizava behskirî ji zêdetirî sê dehsalan ve tê de dibûre û di destpêkên dehsala dawî ji sedsala bihurî,geþtir bûye.

Pirsgirêka windakirina partiyên kurdî baweriya xwe li nik millet li baþûr rojavayê kurdistanê ne hewceyî çi analîze anjî lêkolînan e bi qasî ku bi hewceyî proseyeke hisabiya sade ye derbarê karpêkên van partiyan tekane anjî bi kom ji dema damezirandina wan û heta niho...anjî mêzandina li xizmetên ku bizava navhatî ji desthelatên faþîst û serdest bi rengekî yekser anjî ne yekser li ser hisabê millet û doza wî li baþûr rojavayê kurdistanê,pêþkêþ kirine .Di vî biyavî de,diyar e ku keysperestî û berjewendiyên kesînî û qelsiya hestbûna bi stûbariyê û mentalîteya misawemeyê û nebûna zîrekiya siyasî ji berê û nuke jî ji semyanên herî berz in ji serkirdayetiyên partiyên kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê tiþtê ku bû sedemê partiyên navbirî qels , û lawaz û tenê bi rojdayikbûna xwe serbilind, bimînin.
Baþiya damezirandina bizaveke siyasiya sîstematîk li baþûr rojavayê kurdistanê ji aliyê teorî ve vedigere hizra Barzaniyê nemir û bi pratîk jî xwe dispêre nêrîn û helwestên wî, ji ber vê çendê ku wî yekem partiya siyasiya kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê damezirand û parçebûn û cudahiyên wê bidawîkirin û ew yekkirin –nuke jî ew tenê dikare wê yek bike. Di vî biyavî de, mûbadereya Barzaniyê nemir ji berî dor nîv sedsalekê ve ne ji valahiyê hat bi qasî ku ji têghiþtina wî ya kûr bi girêdana çarenûssaza neçarî di navbera gelê kurd bi giþtî û di navbera baþûr rojava û baþûr navenda kurdistanê bi taybetî.

Li gor vê yekê, çarenivîs û pêþveçûna realeta kurdî û pêþeroja wê li baþûr rojavayê kurdistanê bi çarenûs û pêþveçûna realeta kurdî û pêþeroja wê li baþûr navenda kurdistanê, hate girêdan.Ev girêdan ne bi hestiyarî û jiberxwe ve bû lê ji ber têgihiþtina rastî û pêþeroja rewþê li herdû dewletên ku Kurdistan parve kirîne, di gel baweriya tund bi kesayetiya serokê þoreþê û helwesta wî ya qahîm derbarê mafên kurd û kurdistanê li her cih û warekî.

Em di wê baweriyê de ne ku , tiþtê li baþûr navenda kurdistanê ji sala(1992) ê û heta evro jî bûye tenê encameke neçar e ji pêþveçûna bizava kurdî û xebata wê ya berdewam û bê rawestan û armancên wê yên qûnaxî û diyar li parçê behskirî,bi vê têgihiþtinê ew þoreþeke herêmî û rojhilatnavînî ye û biserkeftina wê piþtgiriyeke mezin peyde diket,û serkeftina þoreþên dî li welatên navçeyê misoger diket,lê di çarçoveya þert û mercên karê siyasî yê aqilmend û armancên eþkere û zelal ku ji kûrahiya millet derdiçin,li vir mebesta min ew e pêwendiyeke bandore ya duqolî dê tekez di navbera rojevên liva siyasî ya partî û bizavên netewî û niþtimanî li dewletên navçeyê yên miþt bi nakokiyên nijadî,çê bibe.

Sebaretî bizava netewî ya kurdistanî,da ku ev kartêkirin pêkwere tevî bîrbirina cidahiyê di asta pêþveçûna wê li her çar parçeyan de,pêwîst e ku hemahengî û rêxistineke senteral li kurdistanê û derveyî wê ava bibe, da ku berî her tiþtî erkeke sereke pêkbîne , ewjî belavkirina hizra karê netewî û veguhastina salixdan û pisporan,li gor pêtiviya pêþkeftina xebatgêrî û çawaniya birêveçûna wê ya nûjen û mekanîzimên avakirina hemahengiyê di navbera bizavê li parçeyên dî de ji aliyekî ve û bizava li baþûr navenda kurdistanê ji aliyê din ve ,ji ber vê çendê ku çiqasî ku bizav li vî anjî wî parçî bikaribe xwe bispêre piþtgiriya bizava pêþkeftî li parçê hemxak , bizava kurdistanî dê xêzeke rastiyane berev armancan ve bibîne , di gel haydariya bi rewþên taybet bi bizavê li her parçeyekî lê bê bikarênana vê xalê mîna astnegekê ji tiþtê ku em dikarin weke buneyadgeriya karê netewî ,binav bikin.

Tevî van erk û stûbariyan hemiyan, hêjî kiryarên parçebûnê di nava bizavê li baþûr rojavayê kurdistanê berdewam in, û hêjî serkirdayetiyên wê heta nuke heman sedemên kevin û kufikî, dubare dikin.

Parçebûn di tevgera siyasî li baþûr rojavayê kurdistanê ji pêþî û heta niho encama lihevnekirina berjewendî û azwerên kesînî ne berovajî tiþtê ko serkirdayetiyên tevgerê di vî warî de di nav millet de dibêjin, angu ew encama parçebûna bizava siyasî li baþûr navenda kurdistanê ye-tenê ev behaneyên ne rast û durû ne–û weke hewildanekê ye ji aliyê serkirdayetiyên bizavê ji ber kêm pisporiya wan a siyasî û þiyana wan ya îdarî û qelsiya hestbûna bi berpirsiyariyê.

Ev valahiya ku ji encama nebûna berpirsiyariyê û ne þiyana partiyên kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê, di gel giranî û kevinbûn û paþvemana wan ji rêveçûna pêþkeftin û guherînên herêmî û hundirîn, hiþt ku piraniya kesên xwedî viyan dûr bikevin û koçbikin tevî mezintirîn karpêka jihevketinê ku civaka kurdî dibîne nexasime di nav tiwêjeya ciwanan li baþûr rojavayê kurdistanê, divê li vira hijmartina dehan hezar ji xort û keçan yên ku tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê ( PKK ) bûn bi piþtgiriyeke nîv eþkere û riswa ji aliyê desthelatên sûriyê ve û li pêþ çavên partiyên kurdî yên ku ji axaftinê pêve tutiþtî bikar nayênin, neyê jibîrkirin ! Zererên vê tevlîbûna behskirî lidarxistina proseya lêvegera berfireh pêwîst dike, û þîrovekirina wateya valakirina gorepana xebatgêrî ji elementên ciwan li baþûr rojavayê kurdistanê berev veguhastina wan bo nîv-kirêgirtî di xizmeta dewletên herêmî, di nav de dewletên dagîrkerên kurdistanê tanî bidestxistina pesina teroristbûnê bi nave milletê kurd ta bighêjin þerkirina ezmûna herêma kurdistana iraqê ya avakirî di parçeyekî ji baþûr navenda kurdistanê û mirina hezarn j herdû aliyan tevî ziyanên mewdanî yên mezin û kartêkirinên pêþerojê û dûrahiyên sayikolojîk yên þerê navhatî.

Biveya herî mezin li ser bizava kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê evro di tevlîbûna hijmareke mezin ji ajanên desthelata faþîst di nav refên millet û tevgerê de li baþûr rojavayê kurdistanê û hewildanên wan di warê belavkirina çanda radestiyê û perensîp û nimûneyên maddî û qelskirina yên netewî û niþtimanî û belavkirina bêhêvîtiyê û bangkirina bo tevlîbûna di civaka sûrî de weke riya tenha bo xweispatkirinê - eve proseyek erebkirinê a dûr û bi þêweyên nûjen e, tê xuyanîkirin.

Gelo çi di nava tevgera kurdî li baþûr rojavayê kudristanê diqewime ? Serkirdayetiyên kurdî çi dikin?Li ser çi bingehan û berev çi armancan ve û li gor kîjan bîrdozê di karê xebatgêrî û siyasî de dimeþin ?

Ji ber vê çendê ku karê pêwîst divê li gor encamên xwendina rastiya tevgerê li baþûr rojavayê kurdistanê û realeta millet û maweya vala ya ku di navbera van herdû rastiyan de cida dike pêkwere, di gel xwendina rastiya siyasî a giþtî li sûriyê, pêwîst e em balbikþînin ser rastiya ku pêþkêþkirina çareseriyan ji realeta niho re bi silogan û helwestên alîgiriyê yên pûç û vala ti sûd û havilê nade di dema ku ev rastiya heyî xwe weke pirsgirêka ku guhdan û çarseriyê dixwaze, pêþkêþ dike.

Ziyanên qelsiya tund ya karê partiyên kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê bi taybetî di van herdû dehsalên dawî de ti fayde nekirin ji bilî berxweve ênana axaftinhezan û dûrxistina kadroyên çalak û xabetgêr ji jiyana siyasî û azwer û hêviyên milletê xwe, di gel rê xweþkirina li ber derbasbûna raman û helwestên nêgatîv di nav refên cemaweran de tiþtê ku bû sedema ko kadroyên partiyên kurdî ji partiyên xwe cida bibin û partiyên dîtir ava bikin ku tenê kopiyeke piçûk bûn ji partiyên wan yên bingehînî , ji ber lawazbûna radeya têgihiþtina netewî û niþtimanî û kêmbûna pisporiyê di ezmûna siyasî û xebatgêriyê de, ev partiyên ku paþê yan xwe dipþêfin yan tobe dikin û hevgirtinên tevlîbûnê pêktînin lê bê vekolînên micid derbarê rewþên avabûn û semyanên karê wan da ku piþtî demekê dîsan cida bibin dema rasthatina wan bi encamên pêngavên ku di demên buhurî de hatibûn avêtin û bi têkçûna duqolî xilas bibin-weke nimûneya partiya Yekîtî yên ku bi piranî nimûne û ezmûnên dilêþ û nêgatîv in di encamên xwe de ji ber gelek sedeman weke rastiya ku ew partî nûhatî ne di buneyadgeriya xwe ya rêxistinî de û serkêþiya realeta ku ew bi xwe - ev realeta ku dizanin çendî millet li baþûr rojavayê kurdistanê jê bikîn e- dubare dikin. Di encamê de, ev qelsiya tund di tevgera kurdî û pêþveçûna wê li baþûr rojavayê kurdistanê tê holê.

Nebûna teoriya xebatane ya diyar û lawaziya karê siyasî dihêle ku doza kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê di tariyê de bimîne di bin siha van guherîn û pêþveçûnên bilez û rewþên babetane yên þayiste de, her wesa tehliyê dixe dilê gelekan de ji ber axaftina bê rawestan ji aliyê serokên partiyan ve li baþûr rojavayê kurdistanê di þûna ku ew kar bikin ji bo avakirin û bipêþxistina bikaranîna xebatane di riya têgihiþtina rewþa niþtimanî li welêt û rewþa desthelatê û berznirxandina karê teorîk(bikarênana xebata siyasî)û cidakirina di navbera kar û bikarênana siyasî teorîk û axaftina siyasî a teorîk de, ji ber vê çendê ku tekez e wekheviyek di navbera formên siyasî de li ser asta bikaranîn û dubarekirinê de heye lê weke diyar e form weke xwe dimînin lê dîrok her û her xwe diguhere, form kedeke teorîk ku di destpêka sedsalê û tanî salên heftêyî dirêjkir dubare dike, di gel tekezkirina jinûve nerîna li keda gotî di bin siha van bûyerên nû û rojane, di vird e biveya avabûna zaravekî radest û çaksazîxwaz di þûna zaravayê zaniyariya rastiyane derdikeve holê.

Guman têde nîn e ko, em dê armancên xwe bicih neyênin tenê ku em behsa neyêniyên rêjîmê bikin yan xeberan jê re bidin, ne jî em pesinê durû ji çi gaveke piçûk ku partiyên kurdî bide ,bidin–weke zebaniyên rêjîm û desthelatê dikin-ji ber vê çendê ko rewþa kurdî li baþûr rojavayê kurdistanê nîvrê dimîne ji ber çendîtî û þiyana partiyên kurdî û serkirdayetiyên wan yên ku desthelata tepeser wan bi hûrî dipîve ,angu xêz û maweya ku nabe were derbas kirin destnîþan dike, ji ber zanîna desthelatê ji çendîtî û þiyana partiyan re ew maweya yarîzan û dema yariyê destnîþan dike, lê pêþveçûnên li baþûr navenda Kurdistan û iraqê û tirsa ji guhertina maweya navbirî bi rengekî tevav ew e ko desthelata sûrî û hevbendên wê yên herêmî tevlîhev dike, ji ber wesa ew hewil dide ku ti guherîn di maweyam de çê nebe.
Karê siyasî yê netewî yê ko xwe weke pêwîstiyekê nîþan dide nexasime di bin siha peydebûna rewþên babetane ta radeyeke mezin, divêt ku bi pisporî û bi þêwazên zanistî bête kirin, di pêþî de peydekirina lihevkirina netewî derbarê pirsgirêkên çarenivîssaz de û destnîþankirina xêzêzn kar û erkên wê, û pakkirina mentalîteya kurdî ji silognên rengereng ji ber ku serdema em têde dijîn…ti guhdanê bi rengan nade.


Vedan Adem
20. 01. 2007


Vedan Adem

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg