PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Abdullah Karabag : Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn



Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn

Difikirim, li rûyê te me, pêgirtin bi lêvên kenî ne
Ne kûr in, ma ne dûr in, ma bê çav in hinarikên te,
Çêja min þîrîn kirin, ne bi diran, ma ne bi gez bûn,
Tên alav di gotinan de ku wan ji rêçên min didizin
Ma kî ne, ma çi ne, ma min bîrkiriye, nezanî çi ye
Ku xweziya te hebûye ji bo ramusaneka ne bi dên
Min ê bi tewreka rengîn kena hiþka te vêxistibûya.

Wekî tiþtekî destanî an jî wekî tiþtekî avsûma çîrokî
Dibe ku wekî teyrekî spî be an jî þahbazekî seydvan,
Na, dibe ku ne wer e ew, dibe ku dijî aqil û jîyanê be
Û bi serê xwe, di çîrokên rûspîyên li ber agiran de be
Û bi rewþeka hunerî û dewlemend tim bê þayesandin.

Wisa gerîn bi guhartin, weke hespeka ji behrê zayiye
Lê belê, teyrê spî ye: bi niqul, bi stûyê dirêj, bi perik..
Xwe li min digre, xwe li fikira min digre, gelo, çima,
Museleta bala min ê, pêþiyê li min distîne, ma rêgir e
Na, dibe ku reber e, nameberê hezê ye, qey dildar e,
Na, dive ku di weswesiyên min de tiþtekî bê emsal e.

Dema ku ew nîgarên spî, bi xiyalan ve tên bîra min
Kenekî reþ û perespandî dikeve lêvên min û gesdike,
Dibe ku tiþtên ji hev cûda nin: çûn û hatin, pêk û rêç
Ya ku min dikizirîne di destê min de ye: kulmek ax e
Yên ku min dilminî dikin birisînên lêvikên rojê bûn.

Bin dareka zarînê me, þah existin, baz firandin: spî ne
Benda wan im, dibe ku bizivirin, bêper im, hêvîdar im.


( Sewta Berbangê )

Abdullah Karabag
18. 11. 2006



Abdullah Karabag

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg