PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jîyana, Îsmet Dax ( Dað ) û du helbestên wî




Jîyana, Îsmet Dax ( Dað ) û du helbestên wî

Îsmet dax ( dað ) ; Di sala 1965 an de, li dêrik a çîya yê mazîya girêdayî Mêrdîn'ê hatîye dinê. Dibistana ewil, navendî û lîse li dêrik'ê xwandîye.

Dað, hîna di zaroktîyan xwe de bi muzîkê mijûl bûye û li dibistanê Dêrik'ê, di gelek þevên çand û hunerî de derketîye ser sahnê, Wê demê gelek hunermendên bi navdar weka ERDOÐAN YAPIÞTIRAN û TURHAN YAPIÞTIRAN ji wî re li saz dane. Ji ber kû wê demê Kurdî qedexe bû helbeste xwe bi tirkî dixwande.

Ji ber gelek sedeman, di sala 1984 an de ji welêt dêrdikeve û tê bajarê Ezmîr'ê ( Îzmîr ) bi çîh dibe.

Wê demê; Dax û keçek kurd ji hevdû pir hezdike û dixwazin bi hevdû re bizewicin. Lê, bavê dað li hemberî vê daxwazî ya wan derdikeve û dibe asteng.

Ji ber vê sedemê Dax û hevala xwe hevdû direvîne û dizewicin.

Piþtî zewaca xwe him karê wênevantîyê dike û him jî li ser kare muzîkê xebatê xwe berdewam dike.

Di sala 1990 an de bi navê KOMA TÛRCEL'AN komekê þên dikin.

Koma Tûrcel an nezîkî sê salan li bajarê Ezmîr'ê ( Îzmîr ) diçin þahî û govendê gelê Kurd.

Piþtî NÇM þaxa bajarê Ezmîr'ê ( Îzmîr ) tê avakirin, Dax dixwaze xebatê komê li bin bingeha NÇm'ê bidomîn e lê heval ên wî naxwazin.

Piþtî vê rewþê dað û herdu keçikê xwe di sala 1993 yan de di bin bingeha NÇM'ê de cîhên xwe digrin û xebatên xwe li ser çand û huner'ê bê rawestin didomînin.

Dax û hevalên xwe di sala 1997 an de komekê di bin bingeha NÇM þaxa Ezmîr'ê de, bi navê; KOMA JÎYANA WELAT komekî Muzîkê ava dikin.

Îsmet Dax, gelek helbest û muzîk avakir e û da hunermendan.

Helbest a wî ya ewil, BENDA KARKERAN , Hozan Xanemîr di kaseta xwe de xwand e.

14. 04. 1998 de Dax xebat ên xwe ji dervî NÇM domand e.

1999 an de; Kaset a xwe yî ewil, bi navê; DEWRA MÊHDÎ HAT amadekir û ev kaset ji hêla MEDYA MUZÝK'e hate belav kirin.

Ev kaset ji donzdeh helbesta pêk hati bû, gotin û muzîk ji alyê ÝSMET DAÐ ve hatibû amadekirin.

Dewra Mêhdî hat, 1998 an de hate nivîsandin.

Huner xwe xuyanî kire, jiboy jîyanê rûpelekî nû jiboy mirovatîyê li Cîhanê vekir e.

Di gotinên xwe de xwe tîne ziman.

Îsmet Dax ( Dað )
medicagyapim@hotmail.com

Îsmet Dax ( Dað )

medicagyapim@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


DEWRA MÊHDÎ HAT

Tîrêj dakete ji êrþan,
Xwe berda nav dilê cîhan.
Diþikeste êdî tirs û xof,
Dayîk an ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,
Tixûb radibû ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,
Dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.
Êgît bûn þervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û baþûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat, waye roj hilat;
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Berxwedan hebûn kire felat;
Jîyaneke nû ji, me re kire xelat.
Gel ê Kurd û gelek mazlûm;
Bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya þevreþê hat.
Tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin e gulbihar.
Dewra MÊHDÎ hat,
D'em bikin xebat.

Êgît bûn þervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û baþûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat, waye roj hilat;
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Helbest û Muzîk : Îsmet Dax ( Dað )
medicagyapim@hotmail.com

Îsmet Dax ( Dað )

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


P Î R O Z B E

Ew hisreta hezar sal an, êdî qedya ye;
Dipijiqe êdî jîyan ; li her cîh fûrya ye.
Ranaweste rastîya ronî;
Vêketîye hêyva Medî;
Bûye tîrêjên rojê, venamir e.
Erd û ezman neqiþî ye,
Bilbil, bi gul an þa bûye.
Bihüþta mirovatî yê, ava bûye.

Pîroz be, pîroz be li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Bergîya ronahîyê herdem vekirîye
Bend û sînor ên qasê, ji holê rabûye
Êdî çav rastîyê dibîne,
Kes nema xwe bixapîne.
Hurmet û eþq hatinê dinivîsîne.
Jîyan; Bi xwe, tekoþîn e.
Kedxwar êdî hew dijîn e.
Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané

Pîroz be, pîroz be li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Bajarê Ezmir, 15. 06. 1998
Îsmet Dax ( Dað )

medicagyapim@hotmail.com

Îsmet Dax ( Dað )

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg