PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xonçe - Xwençe - Xundçe ( Dawetname )


Xonçe - Xwençe - Xundçe ( Dawetname ) bîranîna Mamosta Cegerxwîn

Gelî rêzdaran,
Me, kovar û rojnameyên Kurdî yên li Rojava yê Kurdistan ê têne weþandin : Aso, Deng, Gelawêj, Hevind, Jîn, Newroz, Perwan, Pirs, Roj, Vîn, û Komîta Çalakiyên Kurdewarî, fêrbûna zimanê Kurdî, me birryara lidarxistina ahenga bîranîna 22 - saliya koçkirina seyda Cegerxwîn mil li mil daye. Da dezgehên rewþenbîrî û nivîser û çalakvan ji vê ahengê bêpar nemênin, em we vexwendî þeva bîranînê dikin, û em çavnêrê wergirtina berhem û name û birûskên we ne.

Hûn dikarin pêwendiyên xwe li ser vê emailê bi me re saz bikin : kbceg22@yahoo.com

Wergirtina name û birûsk û berheman ta dawiya roja 25. 10. 2006

Ligel silav û rêzên, Komîta bîranîna 22 - saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn


Qamiþlo, 23. 10. 2006


Komîta bîranîna 22 - saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Bersîva Xonçe - Xwençe - Xundçe ( Dawetname ) ya bîranîna Mamosta Cegerxwîn

Gelî birêzan :
Bi Xonçe - Xwençe - Xundçe ( Dawetname ) ya we pir keyfxweþ bûm. Hîvîdarim ku bîranîna nirx û eymetên me yên netewî di nava chanda me da bibe tira dîsyonek.

Nemir Cegerxwîn ji me Kurdên hemû Kurdistanê re mîna serokekê siyasî bû ku her risteyek ji risteyên helbestên wî mîna ayetên þiyarbûna me ji xewa giran bûn. Peyamên wî cewherdar û di xêra serfiraziya hemû gelê Kurdistanê da bûn. Em Kurd gelek deyndarên Mamosta Cegerxwîn in. Ew xizmetkarekî peyva þirîna zimanê Kurdî ye. Ji ber wê jî di wan þert û mercên giran da ew karê we xizmeteke mezin û pêngaveke girîng e.

Ez li Ewropa dijîm û mixabin nikarim bêm nava germahiya rojeke wiha dîrokî û bibim mêvanê we Kurdên Rojavayê welatê xwe, lê ezê bixebitim ku di Roj TV da bernameyeke " Navdarên Kurd" ji bo bîranîna Mamosta Cegerxwîn durist bikem. Ev deyneke û hîvîdarim karekî baþ pêk bînim.

Sipas bo kar û xebata we ya mezin.

Kakþar Oremar
Ewropa, 23. 10. 2006

Kakþar Oremar

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg