PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



XWE DÝAFÝRÎNÝM



XWE DÝAFÝRÎNÝM

ez
girî û qêrîna henasa
jiyana bêbext ya ewil im
piþta xwe dispêrim
xem û xeyalên kûr
giraniyeke tirþ
xwe li bedenê min
rapêça ye
dil
di jiyanake bêarmanc de
diperpite
bi xilmaþiya çavan
biþirînan
diyarî lêvên jiyana
wêrane dikim
roj
di siya îskeletê min de
bi awirên min re dibihûrin
her þev
hesta xwekuþtinê
giyanê min
dide ber qamçiyan
ez
li ber qamçiya jiyana kambax
direqisim
hemû stêrk xweþik û rengin in
ez
li rengê stêrka
asîmanê xwe
digerim
bi sala ne
di mandîbûna mêjî
û temenê xwe de
xwe diafirînim
ez mirovahiyê
li qenterê didime kêþandin
gramek dilovaniyê nabînim
dilê xwe yê
li nav herka reþpêlan
bi hewldanên vala
aþt dikim


Stockholm, 01. 10. 2006


Xizan Þîlan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg