PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Peymana Lozanê (1923)


Piþtî þerê cîhanê niþtîmanperwerî li çaraliyê cîhanê bela bû û li Rojhilata Navîn jî di rojevê de cihê xwe girt. Li Balkanê piraniya welatên di bin destên Împaratoriya Osmaniyan de gihîþtin azadiya xwe. Li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî gelên bindest daxwaza serxwebûn û azadiyê dikirin. Kurd jî beþdarî nav wan neteweyên ko daxwaza rizgarî û serxwebûna xwe dikirin bûn.

"Kurd Tealî Cemiyetî", "Kurd Mîllet Fikrasi" û "Kurd Îçtîmaî Cemiyetî" çend rêxistinên kurd bûn û daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Lê xuya bû serxwebûna Kurdistana ko ji hêla neft û madenên xwe yên binerdê ve pir dewlemend bû û ji teref dewletên cihê ve hatibû parvekirin, ne ji Hêzên Hevbeþ û ne jî ji dewletên dorhêlê re ne zêde girîng bû. Her çiqas dewletên ko di þer de bi serketibûn behsa rewþa kurdan dikirin jî, di Rojhilata Navîn de "rehetî" û "stabîlîte" dixwestin. Wan "nikaribû" ev axa dewlemend bi destê "çend eþqiyayan" ve berdana.

Bi Peymana Lozanê re rewþa kurdan hê bêtir xerab dibû û ev car Kurdistan dibû çar perçe. Dewleta tirk a ko sînorên îro di bin hukmê wê de ye, bi serokatiya Kemal Atatürk hat damezrandin û perçeyê mezin ê Kurdistanê ket bin bandora wê. Herçî di destpêkê de komara Türkiyeyê ya kurd û tirkan jî bû û herdu netewe "efendiyên welêt" bûn jî, ev soz û gotin zû hatin jibîrkirin û piþtre jî bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin û bi sedhezaran jî hatin nefîkirin.

Ji hêla din ve baþûrê Kurdistanê ketibû bin destê erebên ko di bin bandora Îngîlîzan de mabûn û Baþûrê Piçûk jî di bin destê Suriyê ko di bin bandora Frensayêde mabû. Êdî li dewletên ereban du hebên nû zêde bûbûn: Iraq û Sûriye.

Tevî ko þerê cîhanê bi dawî hatibû jî, kurd heta 1930an bi dijminên dagirker re çaralî þer dikirin. Ya rastî serhildanên Koçgîrî û Dersimê jî bi cureyekê berdewama þer û serhildana Agiriyê bû. Bi kurtî ji destpêka Þerê Yekem ê cîhanê û dawiya Þerê Duyem, kurd bi her awayî û bênavbir di þer de bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Axa (Simko) di sala 1921an de serhildaneke mezin pêk anî. Simko bû waliyê Þinoyê û ta sala 1930an jî vê domand. Þah Rizayê Pehlewî di vê salê de wî diezimîne cem xwe da ko pê re li hev were. Þertê wî jî ew e ko Simko bêçek were. Bi vî awayî wî dixin xefikê û piþtre jî dikujin.

Piþtî ko dewleta tirk a nû tu mafên kurdan qebûl nekir û sozên xwe zû ji bîr kir, kurdan dest bi daxwaza azadiyê kirin. Lê bersîva dewleta tirk ji ya Îngîlîzan cudatir bû. Di sala 1925 an de kurdan bi serokatiya Þêx Seîd serî hildan û gelek bajar û qesebeyên Kurdistanê jî bi dest xistin. Lê serhildan bi tenê ma û dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve çaralî dor lê girt.

Di sala 1927an de rêxistinên "Kurdistan Tealî Cemiyetî", "Kurd Teþkîlatî Îçtîmaî Cemiyetî", "Kurd Mîllet Fîrkasi" û "Kurd Îstîklal Komîtesî" digîjin hev û Xoybûnê ava dikin. Ev di dîroka kurdan de ji hêla rêxistinî ve gavekî pir girîng û modern tê pejirandin. Generalê kurd Îhsan Nûrî Paþa jî dibe serokê partiyê.

Îhsan Nûrî li hêla Agiriyê hêzên kurdan civand ser hev û serhildana ko bi navê Agirî tê ziman, berferehtir kir. Wê demê Îbrahîm Haskê Tello jî hukûmeta kurdan ava kiribû. Her wiha rojnameya "Agirî" jî dest bi weþanê kiribû.

Hukûmeta tirk di gulana 1930an de êrîþeke mezin bir ser tekoþerên kurd. Hukûmeta Sovyetê jî sînorên xwe girt û nehiþt ko leþkerên kurd bi wir ve herin. Bi vî awayî dewleta tirk li Agirî û Zîlanê qirkirineke mezin pêk anî. Îhsan Nûrî û çend hevalên xwe pêþî çûn ser Agiriya Biçûk û piþtre jî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Li ser daxwaza Xoybûnê, Mistefa Barzanî tevî 500 leþkerên xwe çûbû hewara serhildana Agiriyê û li hêla Oramarê êrîþên giran biribû ser dijmin. Êrîþên Barzanî û hevalên wî wisa dijwar bûn ko dewleta tirk pir tirsandibû û ji ber wê jî piraniya hêzên xwe bi ser Oramarê ve þiyandibû. Lê Barzanî bi çeknasî xwe bi paþ ve kiþandibû û derbasî Barzan bûbû.

Agirî û tecrûbeyên wê, di dîroka kurdan de xwedî roleke girîng e û gelek jî balkêþ e. Kurdan yekem car bi rêxistinî û awayekî modern þer kiribû. Her wiha leþkerê kurd zerarekî gelek mezin jî dabû dewleta dijmin. Lê dijmin gelek xurt bû û ji çaralî ve alîkarî wergirtibû. Vê carê Îngîlîz jî hatibûn hewara dewleta tirk. Wan ne dixwest ko kurdên baþûr werin alîkariya kurdên bakur û bi vî awayî bêtir nêzî hev bibin.

Wê demê li Barzan jî rewþ ne xweþ bû û serhildaneke nû nêzîk dixwiya. Çaxê hukûmeta Iraqê digel îngîlîzan bi balafiran êrîþ birin ser Barzan û herêmê dan ber agir, Barzaniyan biryara berxwedanê da. Tekoþîna wan her berdewam bû. Lê kurdên azadîxwaz û malbata Barzaniyan ne bi tenê li hember îngîlîz û ereban þer dikirin. Her wiha gelek eþîrên kurd jî derdiketin pêþiya wan û êrîþ dibirin ser azadîxwazên kurd.

Mistefa, Ehmed û Sadiq Barzanî tevî leþkerên xwe berxwedaneke mezin dan û tekoþîneke bêhempa kirin. Lê çaraliyê wan hatibû girtin û dijmin zor dida wan. Bêçare di hezîrana 1932an de derbasî Bakur bûn û ketin destên dewleta tirk.

Malbata Barzaniyan pêþî li Serhedê hatin bicîhkirin, lê piþtre cihê wan her tim hat guhertin. Çaxê îngîlîz di sala 1934an de bi hukûmeta Iraqê efûyek dan derxistin, penaberên kurd û malbata Barzaniyan vegeriyan Behdînan. Her sê Barzanî ji malbatê hatin veqetandin û þiyandin Hîlleyê, çoleke li navendeke ereban.

Mistefa Barzanî li wir zêde debar nekir û vegeriya Barzan. Dê ev vegera wî bibûna serhildeneke nû. Barzanî tevî hevalên xwe Rewandiz xist bin destên xwe. Lê çaxê hukûmet bi hêzên mezin êrîþ birin ser wan, Barzanî tevî leþkerên xwe çû serê çiyê. Piþtî demekê bi hukûmeta Iraqê re li hev kirin û Barzanî vê carê derbasî Suleymaniyê, cihê nefiyê bû.

Hukûmeta Mistefa Kemal di destpêka Þerê Duyem ê cîhanê de rewþa xwe bêtir xurt kiribû. Piþtî têkçûna Serhildana Agiriyê, kurd jî demekê bêdeng mabûn. Herçî di sala 1935an de li Sasonê û di nav salên 1937 û 38an de jî li Koçgirî û Dêrsimê serhildanên girîng pêk hatin jî, hukûmeta tirk bi plan û barbariyeke kesnedîtî ew zû da tefandin.

Dewleta nû ya tirk heta niha li hember serhildanên kurdan alîkariyeke mezin ji Yekîtiya Sovyetan werdigirt. Lê piþtî ko dewlet bi hêz bû û alîkarî ji dewletên kapîtalist wergirt, êdî pêwîstî bi alîkariya Sovyetê nema bû. Dê hukûmeta tirk tevî Iraq û Îranê di sala 1937an de "Peymana Sadabadê", ko li hember kurdan û komunîzmê bû, îmze bikira û bi vî awayî sedaqeta xwe ya li hember welatên Rojavayê nîþan bidana. Her sê dewletên dagirker dê bi vî awayî hem di serhildanên kurdan de alîkariya hev bikirana û hem jî sînorên xwe ji çûyin û hatina kurdên azadîxwaz re bigirtina.