PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Agahdarîya Ramanê Rewþenbîrê Amed ê ! Babet : Kurd û Kurdistan !


Agahdarîya Ramanê Rewþenbîrê Amed ê ! Babet : Kurd û Kurdistan !

KURD Û KURDISTAN !

Navê xaka coxrafîk ya ku bi hezarên salan in Kurd li ser dijîn, Welatê Kurdan, Kurdistan e. Miletê Kurd ji devereke din bi koçberî nehatiye û li ser vê xakê bi cih nebûye. Bi gelekî berîya ku Tirk werin Rojhilata Navîn û Anatoliyayê, Kurd li ser vê xaka bav û bapîran dijîn. Kurd yek ji kevintirîn gelê Mezopotamyayê ye ku bi kêmanî wekî xwe kevin, bi gelên cîran Faris, Ermenî, Asûrîyan re ji jiyana koçerî heta bi dema gihîþtina civata hevdem ya nuha li hemberî hemî dagîrkerî, çavsorî, qirkirin û sîyaseta nemanê rawestîyaye, li ser vê axa pîroz ya bav û bapîran, li hemberî dost û dujminan li ser pîyan maye.

Kurdistan cara yekê, di sala 1639 de, bi lihevhatina Qesraþêrîn di navbera Osmanî û Safewîyan de, ji hev hate parçekirin. Hêz û yekerîya Kurdan jihev hate veqetandin. Di dema dawîn ya têkçûyina Dewleta Osmaniyan de ji alî zilhêzên wê demê, di dîrokê de cara yekê Kurdistan welatê Kurdan, li gora qanûn û pîvanên navneteweyî, wek milet, miletê kurd û wek dewlet Kurdistan bi navê xwe yê rastî, di Lihevhatina li Sewrê de, hate naskirin. Di gel ku Kurd ne gelekî desthilatdarbûn, lê dîsa jî ev lihevhatin di dîroka Kurdan de bûyereke giring e û rûpeleke nuh vekir. Ev Lihevhatina ku rê ji damezrandina Kurdistaneke serbixwe re vedikir, ji hêla desthilatdarên Dewleta Komara Turkiyeyê, bêyî raya kurdan, yek alî, bi lihevkirina bi Partîya Bolþewîk ya YKSS ( Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalist ) re, hate redkirin. Ev helwesta jî bi sextekariya bi navê ”brayetiya Kurdan û Turkan” pêk hat. Li þûna Lihevhatina Sewrê, di encama Þerê Parvekirina Cîhanê yê yekê de bi Lihevhatina Lozanê, dîsa bêyî îradeya Kurdan, bi destên zilhêzên ku dunya li hev parvedikirin, li ser axa ji Osmanîyan hate veqetandin, Kurdistana mayî kirin 3 perçe û ev sînorên nerewa û bê dadwerî yên îro hatin danîn.

Bi lihevhatinên di navbera zilhêzên cîhanê û welat û dewletên cîran de eþîr û malbat bûne xwedî dewlet, lê Miletê Kurd ji hemî mafên xwe yên neteweyî, demokratik û însanî bêpar hate hiþtin. Kurdan ew lihevhatinên ji derveyî raya xwe tu caran qebûl nekirin. Bi taybetî piþtî Lihevhatina Lozanê li hemberî siyaseta dagîrkerîyê gelek caran serî hildan. Li dijî înkara hebûna xwe li dijî her cûre çewsandinê diberxweda. Li gora serjimara Dewleta Komara Turkiyeyê, Kurdan bi tenê ji dema avakirina vê Komara ku li ser bingehê înkarkirina neteweya Kurd avabûye, 28 caran serî hildaye. Koçgîrî, Serhildana 1925an, Agirî, Dersim serhildanên bi navûdeng in.

Piþtî serhildana li Dersîmê bi xwîn û agir hate rawestandin, li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj bêdengîyê konê xwe vegirt. Di dema damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê hin bizavên pîþtgiriya Komarê dikirin neyên hesibandin, ev bêdengî, bi berfirehbûna Þoreþa Îlonê ya li Baþûrê Kurdistanê, ya bi pêþevaniya Mistefa Berzanîyê serwer, li Bakur di 1958 an de, bi girtina 50 welatperwerên kurd bi dawî hat. Bi wefata gorrbuhiþtê hêja Emin Batu, girtina 49 welatperweran wek destpêka hiþyarî û biserxwehatina neteweyî di dîroka Bakur de pel veda.

Piþtî bûyera zêrîn ya damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, gulvedana þoreþa Îlonê ya li Baþûrê Kurdistanê, bandoreke erênî li her alîyî kir. Bakurê Kurdistanê jî para xwe ji vî bayê welatperwerîyê wergirt. Di sala 1965 an de, bi avakirin û damezrandina Partîya Demokrata a Kurdistanê, rûpeleke nuh di dîroka Bakurê Kurdistanê de vebû. Partî Demokratî Kurdistan a Turkiyeyê, piþtî hemî bûyer û rûdanan cara yekê, bi bername, bi nav û helwesta xwe, weke rêxistineke kurdî hevdem, li Bakurê Kurdistanê bû sedema bipêþketin û berfirehbûna hestên neteweyî. Vê rûdana hêja, bandora xwe li welatperwer û rewþenbîran kir. Mitingên li Kurdistanê û li Metropolan yên daxwazên Kurdan bi deng digotin û avabûna DDKO” berhema berfirehbûnên li Kurdistanê ne.

Pirsên wê demê ev bûn : Gelo Kurd bi serê xwe xwebirêbixin yan bi çep û bi pêþverûyên li Turkiyeyê re tevbigerin ? Yan jî Partiyeke Kurdistanî yan Turkiyeyî ? Kurdan, bi damezrandina T - KDP û bi avakirina DDKO, raya xwe eþkere kirin, bersiva xwe dan.

Dewleta Komara Turkiyeyê, bi bitevayî ji ber rûdan û bûyerên li seranserî Kurdistanê û bi taybetî berfirehbûnên tevgera neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê û herweha bûyer û rûdanên ciwanan li Turkiyeyê, di sala 1970 de, cara duduyan ser li deshilatdarîya leþkerî da. Helbet ev serlêdanên deshilatdarîya leþkerî, di dîroka Dewleta Komara Turkiyeyê de, ji bo meþrûîyeta damezrandina dewletê bi xwe bûye rêyek. Ev Komara ku li ser bingehê înkara miletên ji derveyî etnisiteya Turkan û dûrçavkirina çand û hêjayiyên cûda hatiye avakirin, her dem li rêyên vekirina meþrûîyeta xwe gerîyaye. Dewleta Komara Turkiyeyê, zordarî, çavsorî, înkara rastîya ji derveyî berjewendîyên xwe di avakirina xwe de ji xwe re kiriye bingeh. Di destpêka damezrandinê de, bi bermayên ji Ittihat - Terakî bi çeteyên dewletê, nehiþtina muxalefetê, bi avakirina muxalefeta bi destê dewletê, 27 sal diktatorîya sîstema yekpartîtîyê ya partîya dewletê û her ji deh salan carekê bi navê Leþker xelaskarê welêt in, bi darbeyên leþkerî jiyana xwe domandîye. Lê tu caran ne çawayîya Komarê hatîye munaqeþe kirin û ne jî bingehên ku ev Komara bêserûber li ser hatiye avakirin, guhertine.

Berbi dawîya salên 70 yî, ji derveyî T-KDP gelek grûb û partîyên sîyasî di qada sîyasî de xuya bûn. Di van salan de, Tevgera Neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê gelekî berfireh bû. Otorîteya dewletê li Kurdistanê gelekî kêm bû. Kurdan berjewendîyên xwe yên neteweyî, di hevbeþîya îradeya sîyasî de zû dîtin. Di gel ku di praktîkê de baþ nemeþîya jî avakirina UDG gaveke rast û dîrokî bû. Dewletê ev bayê Neteweyî kurdan zû dît û bi avantajên dewletbûyinê, bi nav û kirasê kurdan, lê bi plan û stratejîya dewletê, ji bona ji armanca xwe bidûrbixe, tevgere netweyî terorîze kir. Di dîroka Kurdistanê de cara yekê, tevgereke ku bi tenê berê xwe bi program da nehêlana rêxistinên kurdî hate avakirin. Ji ber nûjenî û bê tecrûbeyîya tevgera Kurdî dewleta komara Turkîyeyê, di lîstikên xwe de berbipêþ çû. Ev bu serbebê destpêka jiberhevketinê û tevgera welatperwerî xist nav alozîyeke sîyasî û berteng.

Di vê dema ku em têda dijîn, êdî bi darê zorê û bi îdeolojîyên fermî û bi otorîteya dewleta unîter, serdestîya li gelan iflas kirîye. Di sîstemên demokratik de bingehê birêvebirinê pirdengi, piralî, wekhevî û dadwerî ye. Cîhana hevdem êdî tehamûla sistemên diktatori nake. Di civatên welatên demokratik de, azadîya bîrûbawerîyê, azadîya derbirînê, azadîya kulturê, pêþvebirina zimanên cuda, bûnin awayê jîyana civate.

Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke neteweyî ye. Çareserîya vê pirsê jî sîyasî ye. Bersiva pirsa ku gelê kurd li ku, bi kijan alayê, bi kîjan navî, bi kê re û çawa çarenivîsa xwe saz dike, bi tenê para miletê Kurd e. Bi kurtî divê kurd li ser jîyana xwe xwedî biryar û desthilatdar be.

Di vê dema ku Rojhilata Navîn ji guherandinên bingehîn yên li cîhanê pêk tên, para xwe werdigire, diyar e ku Miletê Kurd jî ji van guherandinan bê par namîne û roj bi roj bi serxwe ve tê û di rojeva sîyasî de cihê xwe werdigire. Lê hê çawayi ya vê cihgirtinê qenc dîyar nebûye.

Ew hêzên ku di sedsala buhurîde di neqiþandina tevna cîhanê de desthilatdar bûn, pirsa Kurdan û rewþa Kurdistanê di ser guhen xwe re diavêtin, di vê dema me de, diyar dibe ku çareserkirina vê pirsê li gora berjewendîyên xwe rast dibînin. Di rojeva siyasî ya cîhanê de cîh didinê girîngîya çareserkirina vê pirsê û vekirî dibêjin.

Îro bîr û bawerîyên neteweyî yên kurdewarî ji hemî deman bêtir derketine pêþ. Ew îdeolojî, bîr û bawerîyên ku destgehê tevgera Kurd jihev dixist û lawaz dikir nema dikare hespên xwe wekî caran bibezîne.

Bandora berfirehbûn û rûdanên li Baþûrê Kurdistanê û prosesa demokratîzebûna Iraqê û muzakereyên Turkiyeyê yên bi yekîtiya Ewrupayê re yên ji bo endametîya Yekîtîya Ewrûpayê û cîhana demokratîk ya ku globalîzme himbêz dike zorê didin Turkiyeyê ku xwe biguhere. Ger bi þeklî be jî, dema ku Turkiye qalikê xwe diguhere, dergehên îmkan û rêyên xebata bi metodên nûjen li bakurê Kurdistanê, li ber Kurdan vedibe.

Ev derfetên ku em behsa wan dikin rêya avakirina pêþnîyazên çareserîyê vedike û dibe sedemê destavêtina rojevê. Helbet ev jî li Bakurê Kurdistanê bi rêya îradeya hevbeþ, avakirina partiyeke sîyasî ya bi nav û nasnameya xwe kurd û Kurdistanî ye. Hedefa vê partîyê desthilatdarîya kurdan ya li ser axa xwe ye. Metodên demokratîk û eþkere, xebateke piralî û berhema îradeya hevbeþ ya kurdan bingehên xebata vê partîyê ye. Ev potansiyel û derfet li bakurê welatê me heye. Lê mixabin îro rêberîyeke ku hemî alîyên sîyasî rapêçe ava nebûye.

Îro dema me, ji demên berê, yên ku kurd, ji bo tiþtên hêç û pûç ji hev bidûrdiketin cudatir e. Divê Tevgera li Bakurê Kurdistanê bi þexsîyet, xwedî helwest û serbuxwe be. Rêxistina li Bakurê Kurdistanê divê pêþeroja Miletê kurd û statuya Kurdistanê nexe bin tu îpotekên sîyasî.


AMED, 14. 08. 2006


Rewþenbîrê Amed ê : Serhad Temir

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg