PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Êzdiyatî



Êzdiyatî

Dînê Kurdan yê kevin. Yek ji kevintirîn dînê monoteist. Bi baweriya Êzdiyan navê Xwedê Ezîd' e ( ji zimane kurdî ez dan ). Navenda Êzdiyan cîhê pîroz Laliþ li herêma Þengal'ê ye.

Êzîdî kurd in û alîgirtên oleke kevnar in. Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê. Ew monoteyîst in. Hejmara wan di nav gelê Kurd de pir hindike. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola Êzîdîtiyê ne weke olên rojhilata navîn, mîna cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye. Guhertin, pêþketin pêre çêbûye. Di destpêkê de Êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêþket, heya perestina rojê (Þêþims mefer e mêrê Êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayîzim ê tê naskirin. Hejmara wan bêtir ji 750000î ye, piraniya wan li Baþûrê Kurdistanê dimînin (600.000), perestgeha wan ya pîroz " Laliþ " li Baþûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan Tehsîn Beg e û serokê olî, "Bavê Þêx-Extiyarê Mergehê ye, li Ba`adrê û Laliþê dimîne. Wekî din jî Êzîdî li Bakûrê Kurdistan'ê, Baþûrêrojavayê Kurdistan'ê, li Ermenistan'ê, Îran'ê û Gurcistan'ê, hene.

Piraniya Êzîdiyên Bakûrê Kurdistanê cî û warê xwe berdan û koçber bûn. Ew bi teybetî hatin Almaniyayê (30.000). Êzîdiyên welatên sovyeta berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewiyan Ûkrayîne, Rûsiya û welatên din li Ewropa.

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg