PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sozê me ..!



Sozê me ..!

Me
ji noþandina lêvan
Mey
di peyalan da
nehîþt.
Çû
Soz da min.

Ji tiketika dengê sanîyan
borandina demê
Evîn
ji hinavê min
diniqutand.

Digot :
"-Ezê bêm."

Ez jî
hîn mûman
li ser masê
rengîn dikime.

Lê xuya ye
Evîna min
çongê wê dilerizîn .
…û bi ser gulan da
evîn diniqutî.

Arama min
westîya bû.

Digot :
"-Ezê bêm."

Çav li rê
serxweþ bûn.

Bendewar bûm…
Bi hesreta gimegima
lingên wê .
Guhên min
awaz dilorandin.

Digot :
"-Ezê bêm."

Hindik mabû
roj herê ber ava,
Tîrêjê asoyê
þûrên xwe
di asîman da
wenda kiribûn.

Hêdî hêdî
Gupegupa dilê min
Ji tiketika
lêdana sanîya
bezatir dibû.

Digot :
"-Ezê bêm."

Berî ku
roj xatir ji asoyan bixwaze.

li ser cilika
sihrî rûnim
Ji bo ku
bi lez bêm.


Rinûþtina
li ser agir.

Li hember min
Kanîyên awazan
melûl dibûn.

Digot :
"-Ezê bêm."

Lê gava, ku hêvî
bê aram bikurisin.

Hestî
li ber nerm bibin
Xwîn tîr bibe
Aso tîrêjê xwe
ji asîmanê jîyana min
bikþîne.

Rewrewkên
germa havînê
li ber çavan
Di dilê min da
sar bibin.

Hîn digot :
Ezê bêm.

Berî ku kîferat
xwatirê xwe
ji hestê evîna
min bixwaze.

Gîyanê min
rihayê xwe
ji koka dilê wê bipincirine.

Hindik mabû
ku dema sozê Me were.
…û birbang dilê xwe
ji awazê dengê
çivîkan þîyar bike.

Hindik mabû ku
roj tîrêjê xwe ji bejin
û bala asîman vereþîne.
hindik mabû ku
Gul û sosin
bi ramûsanên rojavayê razên.

Hindik mabû ku
Em li ber kenarê deryayê
berî roj herê ava
em sozê xwe
bi peyalak ji meya memikê wê diniqutîya
binoþin.

Noþenoþa me evîn
serxweþ bikira.
Axîn û nalîn
Ji navbera can û rewanê me
bifirîya û..
bi ser canê azadîyê da
perwaz bikira.

Hindik mabû ku
roj herê ava.
Hindik mabû ku
ew li derîbixe.

Hindik mabû ku
ez bêjim,
û wê bidim ber dilê xwe.
Hindik mabû ku
ez peyala wê berhimbêz bikim.
Lê hîn çend lêdank
ji sozê me mabûn.


09. 11. 2004


Hêjarê Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg