PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Saîdê Sîsî : Tirsa Roma Reþ



Tirsa Roma Reþ

Roma reþ ji berê ve ditirse. Ji Kurdan ditirse. Ji Kurdistanê ditirse. Ji sîya wan ditirse. Di esasda ji xwe bixwe ditirse. Çima, sedem bellî ye.

Ev haftsed sal e em bê viyana xwe be jî tev wan dijîn. Seranser divê pêvajoyê da me tim jibo mafên xwe serî bilindkiriye. Bi sedhezaran me xwîna Þehîdan rijandiye, li her aliyê Kurdistanê. Niha li baþurê Kurdistan ê, neteweyê Kurd gaveke mezin li ser avêtinê ne. Li bakurê Kurdistan ê, her roj çalakiyên gerîllayên Kurd çê dibin. Li Rojavayê Kurdistan ê, her waha... Li Rojhilatê Kurdistan ê, her waha...

Rom dixwaze Kurd û Amerîka bîne dijraberê hev û dû. Lî ev ne mimkin e. Nerewa Kurd dijminê netewe û dewleta Amerîka nîn in. Dost in.

Rom dixwaze Kurd û Amerîka bîne dijraberê hev û dû. Lî ev ne mimkin e. Nerewa Kurd dijminê netewe û dewleta Amerîka nîn in. Dost in. Elkereye ku Dewleta Amerîkaya Yekbûnyî nabe taþerona Romê.

Dewlete Romê lê dinêre netewê Kurd ne wek berê ye. Her diçe bi fêm û feraset dibe. Çav vekirî û þareza dibe. Wek berê êdî weka berxek bi hêsantî ustiyêd xwe dirêjî binê kêrê nakin. Zêdetir êdî ew jî hîn bûne dijminêd xwe bikujin. Doza mafêd xwe dikin... Zincîra bindestiyê diqetînin. Azadî, wekhevî û serxwebûnê dixwazin.

Zêdetir Romê fêm kiriye ku xwîna ku di damarêd wanda dikiþe asîl nîne û ji xwîna tu însanekî ne bi rûmettir e.

Ditirsin... Bihêlin bila bitirsin... Mafê wanê tirsê jî heye... Em neteweyek demoqrat in. Her mafî ji her milletek ra dinasin bes mafê zorkeriyê ne têda.

Ev jî heye : Tirs berê mirinê nagire.


24. 07. 2006

Saîdê Sîsî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg