PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Derheqa pirtûka Êzîdiyatî


Li ber ronahiya hindek têkistên ola Êzîdiyan
Amedekar: Dr. Xelîl Cindî


Bi vê navûnîþanê di sala 1979an de ev kitêb li ser dînê Êzîdiyan û bi zimanê Kurdî li çapxana "Korî Zanyarî Kurd" li paytexta Îraqê Bexdayê hatiye weþandin. "Korî Zanyarî Kurdî" dezgayekî zanistî pir bilind bû. Ew êk ji wan berhem û destkeftên þoreþa gelê Kurdistana Baþûr bû, ku li beyana 11ê adara 1970an peyda bû bû.

Çawa fikra kitêbê peydabû?

Dema em li kitapxana "mektebê" bûn, bi taybetî li naverasta salên 1960an û destpêka 1970an de, mamostên me gelek biraderên me, yên Misilman û fele pirsyar dikirin û digotin: "Êzîdî çi ne? Çi diparêzin? Urf û Edetên wan, bîr û baweriyên wan çi ne?" Ev û gelek pirsên din ji me dikirin, diviya em bersiveke beraqil ji wî xelkîre bidin, çunkî dê û bavê me, mirovên dîndar, micêwir û Þêx û Pîrên me, ji ber gelek tiþtan (sedema) karûbarên Êzîdiyan ji me re nedigotin. Ne dihîþtin ev tiþt derkevîn û xelkê biyanî pê bizanin. Belê gerek bû, bixebtîn, tiþtekî ji dînê xwe bizanin, rabin hêdî hêdî li dû pirsan biçin: Êzîdî çi ne, bîr û bawerên me çi ne? Em ji kêder hatine, ber bi kêder diçin? Qewl û dûrêzên me çawan in, çi dibêjin? Tawisî-Melek, Þîxadî, Melek Þêxsin û Þeþims kî ne? Ji xeynî wan Êzîdiyatî çi ye? Me karî hêdî hêdî hindek zanyariya ji bo xwe peydakin û bersiva xwe û xelkê biyanî bidin.

Bo çi kitêb bi zimanê Kurdî hate nivîsandin?

Rejîma Baasa Sadam Huseyn li Îraqê di sala 1968an de hatiye ser hukum û heta îro dixwaze milet û diyanetên biçûk bikine Ereb û Misilman. Vê rijêmê bi rêka noker û dardestên xwe wekî Bayzîdê Îsmayîl Beg û birayê wî Mêawî û hindek serok êþîretên li ling wan. Þêx digot: "Koka Êzîdiyan Ereb û Misilman in. Mejî ev jî giþ bi zimanê Kurmancî da nivîsandin, tekistên dînî ku bi zimanê Kurdî ne, me têda nivîsîn, me behsa xas û babçakên Êzîdiyan kir. Bê hindê bi eþkera bêjin, rijêm û nokerên xwe derewa dikin, me bi nivîsîn diyarkir. Ev diyanetê Kurdên Êzîdî, bi zimanê Kurdî dirust e, Qewl û beytên xwe dibêjin, îbadeta xwe bi Kurdî dikin. Heke Êzîdî Ereb bûna, Misilman bûna, dê bi Erebî duroze û îbadeta xwe kiribûna, dê quran zanîbûna! Piþtî weþandina kitêbê bi heyvekê kêmtir fermanek ji aliyê parastina (Mît) rejîma Sadam derket, ku eþker vê kitêba me ji bazar û kitêbxana bikþînin û biþewtînin, çunke wan baþ dizanî, ku ew daxwaza eþkere dijî wan e. Belê kitêb li Hewlêr, Silêmanyê, Dihokê û gelek ciyên din her ji rojên ewil de hatin firotin û neman.

Kitêba Êzîdiyatiye çawa ne?

Ev kitêb ji 212 pel û ji gewara 24 x 17 cm û ji pênc beþa pêkhatiye. Beþa yekemîn behsa Êzîdî û Êzîdiyatiyê dike, erê ev sê gotine çi ne? Paþî tête ser wê çendê, ku Êzîdî miletekî Xwedê perês in, ne wek biyanî û nehezên Êzîdiyan dibêjin: "Ew Xirabparêz in, ne Xwedêparêz in! Bo mijara (mesela) parastina Xwedê danerên kitêbê gelek delîl anîne, wek Qewlê Tawusî-Melek, diha û nizayên Êzîdiyan. Dawî vekolînek li ser hindek bawerên Êzîdiyan ne.

Weþandina kitêbê

1. Ev kitêb cara yekemîn li sala 1979an ji aliyê "Korî Zanyarî Kurd" li Bexdayê bi zimanê Kurdî û tîpên êrebî hate weþandin.

2. Li adara 1995an birader Mehmûd Îdo kitêba Êzîdiyatî guharte ser tîpên latînî û 1000 jê dane li weþangeha ARARAT, Suryê.

3. Di sala 1995an de û li navbera têkist û vekolînên li ser dînî destgeha "The Edwin Mellen Press" kitêbek bi zimanê Îngilîzî li jêr navê "Yezidism-its background and observances and textual tradition" ank "Êzîdî-hebuna wê, Arf û Adet û Kelepurê têkist Kirî" ya Prof. Fîlîp. G. Krînbork li Amrîka hatiye çapkirin. Li dergehê (piska) duwê kitêba xwe de Dr. Fîlip 19 Qewl ji kitêba Êzîdiyatî wergirtîn û gûhartîne ser zimanê Îngilîzî.Em dikarîn bi dilxoþî bêjîn: Kitêba Êzîdiyatî piþtî 16 salan ji peydabûna wê, bo xort û rewþenbîrên Êzîdiyan, nexasme li Kurdistana Baþûr, buye nîv Incîl û Qurana Êzîdiyan!