PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



"Êzîdî û Misilman wek birayê hev bijîn"


Dengê Êzîdiyan bi sekreterê giþtî ê PSK Kemal Burkay re hevpeyvînek li ser dîtinê wî di derheqa Êzîdiyatiyê de çêkir


DÊ: Êzîdiyê Kurdistana Bakur tev hatine Avrûpa. Meriv kare çi bike, ji bo ku dîn, çande û zimanê wan neyê hindakirin?

K. Burkay: Mixabin Kurdên Êzîdî di nav salên dawî de welatên xwe berdan û hatin Avrûpa. Tabî dilê me bi vê yekê diêþe em hêvi dikin, hêviya me ev e, ku welatê me rojek berê rojekê rizgar be û dîsa ew, eger hiz dikin, vegeren welatê xwe, ciyê bav û kalên xwe. Lê heya ew hatine Ewrûpa jî, bê cî û war bûne, mecbûr mane, iro ew karibin zimanê xwe, çandê xwe biparêzin, tiþtekî delal dibe. Þixwe Kurdên Êzîdî ne di nav Kurdan de ji zimanê xwe re, ji çanda xwe re gelek zabît in, gerêdaî ne. Wa diyar e, dinê Êzîdiya wana sedsalan parastine û heqê wan e û di Ewrûpa de azadi jî heye, ser wan kes nikare zordestî jî bike, ew dikarin hin dînê xwe, hin zimanê xwe, hin çanda xwe biparêzin.

Em Kurdên Êzîdi di Kurdistanê de wek rengek dibînin. Kemal Burkay

DÊ: Þans heye, ku Kurdên Êzîdi di pêþverojê de li Almaniya ol û kultura xwe hinda neke? Çimkî gelek xelk di vê Almanya pêþveketî de kultur û qemiyeta xwe hinda kirine.

K. Burkay: Rast e, ev xeter li pêþ van jî heye, li pêþ temamiyan Kurdan jî heye. Lê îro firsend jî hene, ku meriv dikare hin çanda xwe biparêze û hin jî pêþ ve bibe li Ewrûpa. Wek hûn jî dizanin, li vir kovar û rojnamê Kurdî, kitebên Kurdî serbest in, ne wek li welat e. Her wisa jî li vê dawiyê mesela li Almanya mektebên Kurdî cîh û cîh vedibin. Evana jî firsendeke baþ e hin ji bo Êzîdiyan û hin ji bo Kurdên din û ango dikeve ser milê me hemû Kurda, Êzîdi jî di nav de, emê bo vî tiþtî kar û xebat nîþan bidin. Zarokên xwe hînî zimanê Kurdî bikin, biparêzin û hinda nekin.

DÊ: Te hetanî vêga ji bo Kurdên Êzîdi çi kiriye, an çi xebatên li pêþiya xwe de dixwazî bikî.

K. Burkay: Em nikarin bêjin, ku tiþtê em dikin þiyarkirina gele û rêzkirina gele; em nebûne hukumet, wek hûn jî dizanin. Li ser mesela Êzîdiyan ta ji berê partiya me ev pirs dîtiye. Di rojnamê me de kovarê me de li ser Êzîdiyan gelek cara hatiye nivîsandin. Her wisa jî wek nimûne ew kitêba min li ser dîrok, ziman, çanda Kurdistanê hatiye nivîsandin, di cildê pêþin derketiye, di vê de jî bêþek heye, ku ez bahsa Kurdên Êzîdî dikim.

DÊ: Di dîroka Kurdistanê de gelek Þêx û axa, eþirê Kurdan, hetani însanê þerên netewi jî dane, wek Yezdan Þêr, êrîþê barbarî birine ser Kurdên Êzîdi. Gundê wan xirakirine, mêrê wan kuþtine, jinên wan bi zorê revandine. Çima gelo partiyen Kurdan bahsa vê yekê nakin, nayne ziman û lekolînê dîrokî li ser vê yekê nakin?

K. Burkay: Bi raya min li ser meselên Êzîdiyan di Literatur ango kovar û rojnamê Kurdan de gelek caran hatiye nivîsandin. Helbeten meriv dikare di vê yekêde kitêban jî hazir bike. Lekolînên fireh jî bike, wek hûn jî dizanin, di nav weþanên KOMKAR de li ser Êzîdiyan kitêbek jî derket. Gava din ji min got, di rojnama û kovara de gelek tiþt hatin nivîsandin. Lê mixabin, ev tiþt buye, zemanê berê însanê zordest, yên ku zora wan çuye, lê zor kirine, yên Kurdên Êzîdî jî ev in. Kurdên Êzîdî hin ji dewleta Osmanî, hin jî ji dewleta Tirk zordestî dîtine. Zulm jî gelek cara wek gotina ew axa û zordestên mintîkê ji nav Kurdan de neheqî li wan kirine. Ev çi ye? Ev neheqî ye, tiþtê wisa di nav Kurdên Misilman de jî cêbûne, mesela di nav Sûnnî û Elewiya de jî çê bûne.

Lê îro em hatine vê merhelê, ku em wek însani pêþverû difikirin, ne wek wan însanên zordest û mijoker. Ango em sazûmanek azad û demokratîk dixwazin.
Kemal Burkay

Sazûmanek wisa Kurdên Misilman jî û ne Misilman jî, Êzîdî jî hemû wek birayê hev bijîn. Yanî kes li ser kesî zordest neke û hemû Kurd di zimanê xwe de, dinê xwe de, di jiyana xwe de azad bin.

DÊ: Gelo ev ne xetayeke siyasetên Kurda ne, timî pesnê kesên þerê rizgarvaniya netewî dabe, timî wî bi qarekterên baþ nîþan didin!

Lê eynî wan kesan neheqî li Êzîdiyan kiriye, qarekterekî wanî xirab jî hebuye; çima bahsen vê bêþa dinê nakin? Gelo ev ne xetayek e, ji bo Êzîdî û Kurdên Misilman cardin bigihîjîn hev û jihev bawer bin?

K. Burkay: Niha di dirokê de gelek tiþtê nexweþ çêbune; di nav Kurdan de jî çêbûne. Lê wexta tu dîroka miletê xwe dinivîsînî, yanî miletê xwe re rêh nîþan didî, tu mecbur î, pir caran tiþtên baþ bidî pêþiya xwe, ku nimûne be bo milet, tu dixwazî hêviyek bidî wî miletî. Wexta tu bahsa Yezdan Þêr dikî, Yezdan Þêr bi tiþtên baþ didî pêþ, yanî ev ji bo tevgeran miletê me hin caran hewce dibe. Yanî wexta tu þaþiyên wan, xirabiyên wan bidî pêþ hêviya gel diþkê û ev ji tu kesî re fêhda xwe tuneye. Armanca me ne ev e, ku em tiþtên dîrokî, vê sahî nake meselê. Yanî her awayî û pêþiya wan deyne, ew ji merivê lêkolîn, merivê zana, pisor karen van tiþtan jî bikin. Lê di siyasetê de tu armancek din didî pêþiya xwe, yanî tu daxwazî miletê xwe ber bi baþiye ve bibî. Bona vê yekêjî tiþtên baþ wek nimune li pêþiyê datinî.

DÊ: Te dest bi pirtûkek zahf mezin kiriye. Êzîdî Zerdeþtî ne an na? Dîtina te çi ye?

K. Burkay: Bi raya min Zerdeþt kevn e, dînê Kurda ê bere ye. Lê Êzîdî piþtre ne derketiye, piþtî Zayinê sedsalan dozdan (12) derketiye. Lê çi heye? Navbera dinê Zerdeþtî û Êzîdî de gelek tiþtê miþterek hene, ango Êzîdiyan ji berê girtine, ta Zerdeþtiyan hatiye Êzîdiyan û heya îro hatiye.

DÊ: Di Kurdistana Bakur de Êzîdî, Siryanî, Ermenî nemane an hindikin. Ev ne kêmaniyek e û valiyek mezin di Kurdistanê de dihele, û eynî wext de þermek mezin e ji bo Kurdên Misilman jî?

K. Burkay: Ev kêmasiyek mezin e. Bi rastî jî li bîngehe vê da zordestiya dewleta Tirk heye. Sala 1925an piþtî þoreþa Þêx Saîd serihildana Þex Said di siyazetci dewletê da raporên nehinî yê veþartî de hatiye nivîsandin, ku ev Siryanî, Êzîdi, tiþte wisa zirar in. Xaç Siman bo Surqaniya gotiye Xiristiyana.

Ewrûpî, Ecnebîþ dikarin ji wan îstefade bikin, dibê em çi bikin, wan ji vê derê ya derxin yan bihêlin.

DÊ: Pirsa min ya dawîn. Xebatên te yên kulturel yên dewlemend hene, helbestên te li ser Êzîdîtiyê jî hene û heger tunebin, tu wê yekê ji bo xelkê Êzîdî fermo çêbikî?

K. Burkay: Min ne li ser Misilmanan nivîsandiye û ne li ser Êzîdiyan nivîsandiye. Þîêr tiþtek din e, ez þîêrên dînî nanivîsînim. Tu dizanî, ku ez miroveki sosyalîst im, bîr û baweriye min li ser sosyalîstiyê nivîsandine û li ser welatparêziyê min gelek nivîsandiye, ew jî bîr û baweriyên nînen.

DÊ: Tiþtek tu bixwazî bibêjî?

K. Burkay: Spas.

DÊ: Ez jî bi navê kovara me spas dikim.