PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Komara Mehabad


Yada Pêncîhsaliya Damezrandina Komara Kurdî ya Dêmokrat
Îzzedîn Nasso


Bi dilekî xweþewist û serbilindiyeke mezin em îro Yada Pêncihsaliya Damezrandina Komara Kurdî ya Dêmokrat, Komara Mehabad, bi Serokatiya Qazî Mihemed yê nemir, di 22 rêbendana 1946 de, wek bûyereke dîrokî ya gewre, di Tevgera Rizgariya Niþtimaniya Kurdistanî de, tînin bîra xwe.

Ev bûyera dîrokî ya hêja li gelê Kurd yê qehreman pîroz be. Daku em bikaribin naveroka Damezrandina vê Komara Kurdî baþ tê bigînin, ez dixwezim bi kurtahî li ser dîroka vê bûyera pîroz rawestim.

Qazî Mihemed û Tevgera Niþtimaniya Kurdistanî

Qazî Mihemed ji malbateke dadger bû. Ev lawê Qazî Elî, neviyê Qazî Qasim bû.

Qazî Mihemed xwendina bingehîn di dibistanên oledarî de xwendibû. Lê xwendina dadgehiyê ji bavê xwe fêr bibû. Berî ku Qazî Mihemed bibe dadger, ew dîreêktorê Pergala Ewqafa Mehabadê bû.

Di dema dadghiya wî de, rûmetke zor bilind di nav gel de wergirtibû. Qazî Mihemed ne tenê zaniyarekî oledar bû, ew rewþenbîrekî peþverû bû û xwedî pêwendiyeke bilind bû di warê aborî, siyasî û civakî de. Qazî Mihemed digel Kurdî bi zimanê Farisî, Azerî, Erebî, Rûsî û Ênglîzî zanîbû. Ew xwedî otorîtêteke hêzdar û baweriyeke serbest bû.

Di tebaxa 1941 de Yekîtiya Soviyêt û Brîtaniya Îran dagîr kirin. Di 29 rêbendana 1946 de peymanek di navera Brîtaniya, Yekîtiya Soviyêt û rêjîma îranî de hat îmzekirin. Di peymanê de hat çespandin, ku mebesta hêzên hevalbend li Îranê ne dagîrkirineke leþkerî ye.

Soviyêt dixwest bi dagîrkirina Ezerbîcanê û Rohilata Kurdistanê pozveriya xwe leþkerî xurt bike, lidijî hêriþa Almaniya Nazî li ser nawenda pêtrolê li Kakû, ya ku Hitler bi dizî niyaz kiribû.

Ji aliyekî din ve Soviyêt dixwest rê li pêþveçûna Almaniya Nazî berbi Kendava FarisîûErebî bigre. Bi dagîrkirina Ezerbîcaniya îranî û Rohilata Kurdistanê re mîrîtiya Riza Þah li ser herêmên kurdî pir jar bû û rêk li pêþiya çalakiyên niþtimanperweên Kurd asantir bû. Vê rewþê hîþt, ku rêberên Kurd, yên ku piþtî Rabûnên Netewî bi destê Þahê xwînrêj htibûn koçberkirin, li cih û warên xwe vegerin û têkoþîna xwe di nav gel de bidomînin.

Pir caran dan û standin bi Komendarên Soviyêtî re dihat kirin û li ser Pirsiyara Kurdî, wek Bikaranîna Zimanê Kurdî bi Awayekî Fermî û Serbixwetiya Herêmên Kurdî dihat axaftin.

Di daviya sala 1941 de Rûsiy dêlêgesiyneke kurdî, bi þêweyekî fermî, vexwend bajarê Bakû, paytextê Komara Ezerbîcaniya Soviyêtî. Ev dêlêgesiyon ji 30 Kurdên nasdar û bi beþdariya Qazî Mihemed pêkhatibû û ji aliyê gênêralekî Soviyêtî ve, ji Mehabadê heya bi Bakû, hatibû parastin.

Dêlêgesiyona Kurdî li ser hin karxaneyan û hevkariyên çandinî, yên Komara Ezerbîcanî hatin gerandin û li hin þano û sînemeyan jî beþdar bûn. Piþtre hevdîtinek bi serokê wezîrgeha Komara Azerî re hat kirin, li ser hevaltiya soviyêtî, biratiya Azerî û Kurdî û daxwez û armancên Kurd hat axaftin. Di wê hevdîtinê de, Qazî Mihemed wek Berpirsiyarê Dêlêgesiyonê dihat naskirin. Dêlêgesiyona Kurdî piþtî du hefteyan, bi hêviya ku Soviyêt dê alîkariya Kurd bike, vegeriya Kurdistanê.

Di gelarêzana 1944 de Qazî Mihemed bû endamê Komely Jiyanewî Kurdistan (Komela Jiyankirina Kurdistan) û piþtre bû Rêber û Berdevkê Komelê. Ev Komele di 16 gulana 1942, ji aliyê van niþtimanperwerên Kurd, linav bexçê Hacî Dawûd, li nêzîkî Çemê Sablax, li herêma Urmiyê, hatibû damezrandin.

Berdewamiya vê gotarê hûn dikarin ji DÊ bixwazin