PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Laliþ - Warê bav û kalan


Pîr Xidir Silêman


Piraniya nivîskarên, ku li ser Êzîdiyan nivîsandine, geliyê Laliþê jî anîne ser ziman. Gotine, ku ev gelî li cem Êzîdiyan pîroztirîn cih e, jiber ku Laliþ cî û warê bêtirîn xas û babçakên wan e û wekî din jî herdu kaniyên pîroz "Kaniya Spî" û "Kaniya Zimzim" li wir diherikin. Hindek ji wan nivîskaran pesnê xweþbûn û delalbûna vî gelî dane û li er bayê wî yê hênik û dar û deviyên wî nivîsandine. Lê belê bi kurtî li ser qub û avaniyên wî hatiye nivîsandin. Hinekan giraniya nivîsarên xwe berdane ser fermanên dijwar, yên li herêma Laliþê hatine serê Êzîdiyan. Beþekî ji wan nivîskar û lêkolînvanên rohilatê baweriya xwe li ser dîroka Laliþ û xwediyê wê dane. Li vir bîr û baweriyê wan hev nedigirtin û ne weke hev bûn. Bê çawa bîr û baweriyên wan li ser kevnarbûna Laliþê ne weke hev in, wisa jî di peydabûn û çavkaniya Êzîdîtiyê publikasiyon û weþanên wan li hevketî ne. Wisa diyar e, ku wan ne lêkolîneke baþ lêkirine, anjî mebesta wan ji vê yekê ew bû, ku Êzîdîtiyê bê qîmet û bê rûmet bikin. Lê belê me di pêþgotina pirtûka xwe "Êzîdiyatî" yê de ev tiþt baþ aniye ser ziman. Di vir de ew ketine pir þaþîtiyan.

Li gor dîtina me pewist e, çi mirovê li ser ola Êzîdîtiyê tiþtekî binivîsîne, tiþtekî jî li ser dîroka avabûna Laliþa Nûranî bizanibe.

Ji me giþkan re diyar e, ku xelekên zincîra dîroka Laliþê jî hinda ne û dîtin û bihevxistina wan pir zor e.

Erê çend hevok li ser Laliþê di dîrokê de hatine nivîsandin, lê belê ew jî ji dema Þîxadî ve ne û ew pir kêm in û kurtiyên wan hene.Lê jiber ku Laliþ ji berê de û heya îro jî cî û perestgeha Êzîdiyan e û her wiha ew ciyê xasên me bû û dîrok bi xwîna xwe nivîsandibû pir rojnamevan û dîrokvanan qesta wê dikirin, çaxê bixwastina li ser Êzîdiyan binivîsînin.

Heke em li ser hemû beþên bi dîroka Laliþ ve girêdayî binivîsin û hemû xasên li wir bînin ser ziman dê pirtûkeke serbixwe jê çêbibe. Bêtir ji 150 xasên Êzîdiyan li Laliþê mane û li wir hatine veþartin. Û heke em bingeha peydabûna Laliþê derxînin, pewist e, ne bi tenê ji dema Þîxadî û vir de bidine ber çavan. Her em dixwazin, ku Laliþ berî Þîxadî û êla wî û biraziyê wî ava bû. Her dar û bereke Laliþê dîrok nivîsiye û nîþan dide, bê çend ferman û talankirin bi ser Laliþ û Êzîdiyan ve hatine. Jiber vê yekê em dê çend xalan ji rewþenbîrên xwe re zelal bikin.

Naverok

1. Navê Laliþê di warê ziman de ji ku hatiye?
2. Laliþ û pîroziya wê di mîtolotologiya Êzîdiyan de.
3. Xwedanê Laliþê kî bû?
4. Laliþ di nava stran û helbestên hozan û helbestvanên Kurd de.
5. Çend biserhatin û fermanên ku li Laliþê çêbûne.

Navê Laliþê ji ku tê?

Min ev gotin(bêje, peyv) û bingeha wê di tu ferhengên zimanan de nedîtibû, ne di ferhengên kurdî û farisî de û ne jî di ferhengên erebî de. Her digotin, ku Laliþ gundeke li herêma bajarê Mûsilê yanî Nînewa ye, ziyaret û perestgeha Þîxadî yê kurê Misafir bû û li cem Êzîdiyan pir pîroz e.

Lê belê hinek caran jî baweriyên din berguhî min bûne. Weke van zelalkirinên jêrîn:

• Laliþ gotineke Kurdî ye û ji dû beþan hatiye avakirin: Ji "la" û ji "laþ". Beþê pêþî mane xwe "cî" anjî "li cem" e. Beþê din mane xwe "laþ" e. Heke em herdu beþan bighînin hev, hingê dibe " ciyê laþ". Argûmentên van kesên vî tiþtî dibêjin vê yekê ye, jiber ku laþê Þîxadî li wir e.

• Hinekî din dibêjin, ku Laliþ rastiya wê ji Lal, yanî mirovê nikaribe biaxive, bê zar û zimann be, û ji hiþ(raman) hatiye. Ev jî dibêjin: "Jiber ku Laliþ ciyekî pîroz e, pêwist e, çi mirovê bikeve sinorê wê bêdeng be. Weke çaxê mirovek ji mirovekî din re bibêje: ‘Tu lal û hiþ be!’".

Her çiqas ku ez pir rûmetê didim ramanên van mirovan jî, lê belê ev zelalkirinên wan bêbingeh in û wan ji cem xwe derxistine.

Di Qewlek ji qewlên Êzîdiyan de navê Laliþ bi vî rengî hatiye gotin:

Qewl

"Erd mabû bihitî
Hidûdekî xwedidî,
Got: "Ezîzê min, erd bê wê surê natebitî."
Badî çil salî bi hijmar e
Erdê bi xwe re negirt hiþare
Heya Laliþ di nav de nehate xware.
Laliþ ku dihate
Li erdê þîn dibû nebate
Pê dizeyînîn çiqas kinyate.
Li vir Laliþ tê surr û hêvên

Pîroziya Laliþê di mitiyologiya Êzîdiyan de

Erê rast e, Laliþ perestgeheke Êzîdiyan e û nivîskar û dîrokvanan ev tiþt anîne ser ziman, lê çima û jiber çi Laliþ pîroz e? Ji me re gerîng e, ku em li pey vê pirsê bikevin.Qewlê Zebûnî Meksûr bi rengekî zelal Laliþ aniye ser ziman:

Qewlê Zebûnî Meksûr

"Erd mabû bihitî
Hidûdekî xwedidî
Got: "Ezîzê min erd bê wê surê natebitî."
Badî çil salî bi hijmar e
Erdê bi xwe re negirt heþare
Heya Laliþ di nav de nehate xware.
Laliþ ku dihate
Li erdê þîn dibû nebate
Pê dizeyînîn çiqas kinyate.
Ku kinyat pê dizeyînîn
Çar qismet têk hincinîn
Ax û av û ba û agirîn
Qalibê Adem Pêxember jê nijinîn. û hwd.

Ji ber pîroziya Laliþê navê wê di qewl û diwayên me de tê gotin. Sedem jî ew e, ku diwa û nivêjên me dê bên qebûlkirin û bi cî bibin, çaxê navê Laliþa Nûranî were gotin. Hêvî û bendewariyên mirovan bi cî dibin. Her wisa jî Êzîdî her sal havînê mastê xwe û hevîrtirþê nanê xwe bi ava Kaniya Spî çêdikin.

Îman e bi çi nîþan e
Berî ne erd hebû ne jî ezmane
Ne çiya hebû ne sikane
Ne mij hebû ne dixane.
Rê hebû, terîqet e
Îman hebû, marîfet e
Wê rojê Kaniya Sipî ji bo çendî
mêran kiribû qublete.

Her wiha di baweriya me de çaxê mirovek bimre û ji jiyanê here, rihê wî dibine Geliyê Laliþê, nav Sûka Marîfetê û hesab ji wî/wê tê xwestin. Heya birîna dar û deviyên li dora Laliþê û yên di Geliyê Laliþê de guneh ye û heram e. Helbet Laliþ pîroz û bi nav û deng bû, lewma Þîxadî jî ji Þamêhat û xwe lê girt.

Hey can e û hey can e
Ew Siltanê mêran e
Þîxadî ji Þamêdihate
Li Laliþê dikir xebate.

Xwedanê Laliþê kî bû?

Berî hatina Þîxadî min navê Laliþ di tu pirtûk û weþanên wê demê de ne dîtibû. Dibe, ku navê Laliþ piþtî diyarbûna Þîxadî yê Hekarî di hinek pirtûkan de peydabû. Piþtî Þîxadî bi sed sal û dused sal kit kit nivîskarên rohilatê weke Ibn Esîr, Ibn Xelekan, Abû Fida, Hafiz Zeheb, Ibn Werdî, Meqrîzî, Yaf‘î û Þe‘ranî çend tiþt li ser Laliþ û Þîxadî û Êzîdîtiyê nivîsandin.

Lê belê dîtinên van dîrokvan û lêkolînvanên rohilatê giþt nêzîkî hev bûn. Bi taybetî baweriya wan li ser Þîxadî yê Hekarî ew bû, ku ew ji Þamêyanî Balbek, ji Beytil Far, bi Kurdî: Gundê Kunemiþkê hatiye Laliþê û pir Kurdên Êzîdî li xwe civandiye û Laliþ ji xwe re xiste weke perestgehê. Emrê wî gihiþte nêzîkî 90 salî. Geliyê Laliþê hêja bi navê Þîxadî yê Hekarî tê binavkirin. (557)

Di destpêka sedsala 20. de dîrokvan û lêgerên kevnariyê rastî nivîsînekê bi zimanê Keldanî hatin. Di wê nivîsînê de nivîskar dide xuyakirin, ku Laliþ berî dema Þîxadî dêrek ji dêrên xaçperestan bû. Ev pirtûk jî bi destê Keþe Ram Îþo hatiye nivîsîn. Ew jî mirovekî xaçperest bû. Wî digot, ku ev dêr piþtî Îsa di sedsala 7. de hatiye avakirin û Êzîdiyan bi serokatiya Þîxadî bi kotek û zorê ji xaçperestan standin. (855)

Helbestvan û nivîskar Ibn Mûqadam, yê ku di dêra Erbîlê de di çerxa sedsala 15. de Keþe bû, di helbesteke xwe ya olî de dibêje, ku Laliþ dêra wan bû, heya dema Þîxadî di sala 616. de diyar bû û bi darê zorê ji wan stand. Heke em nivîsandinên van herdu c iwanmêran baþ zelal bikin û tozekê baþ û hûr lê çavdêrî deynin, em dê bibînin, ku çerx û demên nivîsînê, pir li hevketî ne û hevdu nagirin. Ez dipirsim: "Dê çawa Þîxadî miribû û çûbû dilovaniyê û di eynî çax de dêra wan ji wan bistîne?"

Li gor gotinên wan Þîxadî nêzîkî 60 salî piþtî mirina xwe ev dêr ji wan standiye û Laliþ avakir. Heke mebesta wan ew e, ku Þîxadî II. bû, yê dêra wan ji wan stand, ew jî ne rast e, jiber kû em dizanin, Þîxadî destpêka sedsala 6 (þeþan) de hatiye Laliþê. Hingê Laliþ avakirî bû û Êzîdîtî têde hebûn.

Mizeferê Erbîlî dibêje, ku wî bi xwe Þîxadî li bajarê Mûsilê dîtibû, çaxê ku dixwast here Laliþê. Piþtî mirina Þîxadî I. biraziyê wî Þêx Berkat ciyê wî girtiye û bû þêxê Êzîdiyan. Piþtî wî Þîxadî yê II. û Þêxsin li Laliþa Nûranî cî girtin. Þêxsin di sala 644 de bi destên serekbajarê Mûsilê, Bedredîn Lûlû, bi bêbextî hate kuþtin.

Nivîskarê xaçperest Corc Hebîb, her ew dîrokvanekî pêbawer e, di pirtûka xwe de, ya ku li ser Êzîdiyan nivîsîbû, dibêje, ku tucar ne rast e, çaxê em bibêjin Laliþ dêra xaçperestan bû. Ew dibêje, ku Laliþ berî Xaçperesiyê ava bû û perestgehek ji perestgehên Rojperestan yanî Mîtrayiyê bû. Ew bê guman û bê dilxirabî û bi rastiya Xwedê Mal-Agireke rojperestan bû. Êzîdiyên vê demê paþhatiyê anjî þûnwarên rojperestan in. Heya îro jî em þêþims weke nîþana Ezdayê pak li ezmên dibînin. Qewlê Þîxadî yê bê qedar û di pir caran de vî tiþtî tîne ser ziman. Li ser dîwarên Laliþa Nûranî hêjî nîþanên þêþimsê mefera me Êzîdiyan û sembolên Mîtrayiyan weke niqiþan hene. Tesbîteke her mestir jî heye, ku Laliþa Nûranî ciyê me bû û ji çîroka dêrê re tu bingeh tune.

Nivîskar Corc Hebîb li dereke din dibêje: "Yaqûbê Hemewî di pirtûka xwe "Mû`cam El-Bûldan" de dibêje, ku gotina þêx, gotineke Erebî ye û di dema Þîxadî de derketiye, lê belê ew ciyê îro Laliþ li ser e û li ser ava ye, jê re digotin Êzîda. Ev jî peyveke Mîtrayî ye". Ez bi xwe vê baweriya nivîskar Corc Hebîb pir nêzîkî rastiyê dibînim. Em hêja û heya îro jî ciyê Laliþa Nûranî bi " Ciyê Êzîdxanê" bi nav dikin. Her wiha ez baweriyên nivîskarên ereb Demlûcî û Hisênî jî di derheqa pirsgirêka Xwediyê Laliþê û avabûna wê de qebûl dikim.

Mirov dikare bibêje, ku Laliþa Nûranî keleheke pir asê bû û perestgeheke Mîtrayiyê bû.

Dibe, ku di demekê de Aþûriyan jî ev keleha asê ji xwe re xistibin ciyê þerên xwe û pîþ pê kiribin. Ya rastî û dirist ev e, ku xaçperestan Laliþ ji me standibûn û ji xwe re xistibûn dêr û ne me ji wan bi darê zorê standiye û piþtî barkirina wan ji wir demekê vale û bê kes mabe. Çaxê Þîxadî yê hatibû Laliþa Nûranî û xwe lê girtibû, wî dizanîbû, ku ew li cî û warê bav û kalê bû. Qewlbêj, feqîr, pîr û dunavên me eynî vî tiþtî dibêjin.

Lêkolînvanê ola Êzîdîtiyê mirîdê min Þewqî Þemo Îsa dibêje, ku di civateke olî de ev tiþt ji Pêþîmam Hesen, Pêþîmamê welatê Xaltan, ji gundê Dûþayê, pirs kir.

Pirs jî bi vî þêweyî hatibû kirin: "Bavê Pêþîmam! Çima di Qewlê Þîxadî yê de gotinên Hena û Berhena hatine, ez tê nagijim, ku ev tên çi manê?" Bersiva wî zelalbûnek li vê pirsgirêkê kir û bingeha wê ronahî kir. Wî got: "Dema Þîxadî hate Laliþê, Laliþ avabû û xaçperestan ji xwe re xistibûn dêr. Metranê li ber wê dêrê, bê guneh, navê xwe Mar Yûhana bû. Þîxadî jê re digot, ‘ku ew mecbûr in, ji ciyê bav û kalên wî derkevin’, jiber ku Laliþ ya me ye û ew bixwe jî dizanin. Þîxadîyê sê caran vê gotinê lê vedgerîne û jê re dibêje, pewist e, ‘ku ew pêþî dîroka cî bizanibin û ji nû vê li Laliþê bimînin asê’. Qewlbêj, dunav û rûspiyên me wiha dibêjin, ku Mar Yûhana bi rastiya avabûna Laliþ û kî xwediyê wê ye dizanîbû. Wî di cî de amadekirina xwe diyar kir, ku ew dê Laliþê berdin, lê ji bo bîranîna mabûna wan li wî cihî pewest e, ew di qewlekî de werin ser ziman.

Dibêjin, ku Þîxadî yê soz bi wan re dabû û soza xwe jî bi cî anîbû , lewma navê Hena û Berhena di nav Qewlên Þîxadî yê de hene."

Pir gotin û nivîsandinên bi tîpên kevn yên bizmarî li ser dîwarê Laliþa Nûranî hebûn. Ji tirsa lêkolînvanên Ewropayê piraniya van nivîsandinan jê birin. Li kolanê Laliþê hêja jî hinek nivîsîn bi zimanê bizmarî (nîvîsa bizmarî) hene.

Jiber van sedemên hat gotin û jiber hebûna sembol û neqþên Mîtrayiyan li ser deriyê Laliþa Nûranî ez dikarim bibêjim:

Laliþ ji berê de, berî hatina Krîstos (Îsa), perestgeheke Mîtrayizmê bû û Mala Êzîdiyan bû.

Dibe, weke ku carek din jî di vê gotarê de hatiye gotin, ku Laliþ jiber ciyê xwe yê asê û stratejîk ketibe destên Asûriyan. Ne dûr e, ku di dema Sasaniyan de Zerdeþtiyan jî ew xistibin weke navendekê ji xwe re. Her wiha xaçperest jî ketine Laliþê û ji destên me deranîbin. Li dawiyê Þîxadî yê diyar bû û ciyê bav û kalên xwe dîsa girt û ava kir.

Dîndarên Êzîdiyan heya îro jî dibêjin, ku Laliþa Nûranî her û tim ciyê bav û kalên wan bû, xaçperestan ji me standibû û heya dema Mar Yûhana di destên wan de mabû. Þîxadî hat û bi þêweyekî aþtî baweriya Mar Yûhana pê anîbû, ku Laliþ ciyê Êzîdiyan e û pir nîþan û delîl hene.

Wiha diyar e, ku xaçperestan bi serokatiya Mar Yûhana ev rastî dizanîbûn ji bo vê yekê jî wan Laliþ bi bêdengî dabûn Êzîdiyan.

Bi kurtî

Laliþ bê þik perestgeheke Kurdên Êzîdî bû. Pir xir, cir û biserhatinên dijwar bi ser ve hatine, lê belê her pîroziya wê berdewam kir û avakirî ma.

Þîxadî yê Hekarî rêberê ola me, qenciyeke hew tê jibîrkirin bi me Kurdan û bi ola me ya kevnar kir.

Heke Þîxadî yê ev toza li ser rûpelên dîroka gelê me hilnanîbûna, dê hindakirin û qelandin para me bûya û çira me dê hin bi hin bitemirya.

Laliþ di nava stran û helbestên hozan û helbestvanên Kurd de

Jiber pîrozbûna vî cihî helbestvan, olperest û xasên me Êzîdiyên Kurd pir helbest, qewl û gotinên xweþ li ser Laliþ û Geliyê Laliþê belav kirin. Qewl her bi zimanê kurdî yê þêrîn bûn û helbest geh bi zimanê kurdî geh jî bi zimanê erebî bûn.

Þêx Zendîn nebiyê Þêx Hesen çend helbest li ser eþq û bêrîkirina xwe ji Laliþê re weþandin Melayê Cizîrî di helbestekê de dibêje:

Îro mela ser û pî lew
têde bûme atiþ
Min dît seher xereman ne yî þekir e, þêrîn e meþ
Dil geþta mi ji dêrê ye, naçim kenîsteyê qet
Mihrab wê bi min re
were biçine Laliþ.

Helbestvan Tîrêj Ebdilrehman Dure û Edîb Çêlkî, Laliþ di helbestên xwe de anîne ser ziman.

Çend biserhatin û fermanên ku li Laliþê çêbûne

Serekbajarê Mûsil, Bedredîn Lûlû, êrîþ bire ser Laliþê û Êzîdiyan. Wî nemerdî gora Þîxadî yê vekir û li ber çavên Êzîdiyan þewitand. Wekî din jî wî Êzîdî bê qedar êsîr kirin û avêt binê zindanên bajarê Mûsilê û pir jî kuþtin. Dîrok dibêje, ku wî bêrûmetî nêzîkî sed mêr, mêrxas û serekêlên Êzîdiyan bi þêweyekî hovîtî kuþtin û laþên wan xweþmêran bi daran ve vekir. Ji bo çavên Êzîdiyan biþkêne û wan bi zorê misilman bike, rabû laþê Mîrê wan perçe perçe kir û bi deriyê bajarê Mûsil ve kir.

Di sala 817 de, weke ku di pirtûka "El-Silûk li marîfet diwel el milûk" ya nivîskar Meqrîzî de hatiye nivîsîn, li çiyayê Hekarî li welatê Kurdan, li Laliþê Mela Yûsif Helwan þafi`î destûra kuþtina Êzîdiyan yanî Fetwa dabû û dîsa gora(mezelê) Þîxadî vekir û hestiyên mabûn þewitandin. Hinek mîrên Kurdan bi leþkerekî pir giran êrîþ berdane ser ciyê Êzîdiyan, Laliþ, quba Þîxadî hilweþandin, bê qedar ji gelê Þîxadî kuþtin û welatê wan talan kirin.

Êzîdiyan dîsa quba Þîxadî yê avakirin. Ev bitenê hinek ji ferman û wêrankirinên bi ser Laliþ ve hatine. Yek tiþt pewist e, em tucar ji bîr nekin, ku Misilmanan Laliþ ji destên me deranîn û xistin Medresa Îslamî. Lê her Êzîdiyan serên xwe ji wan nemerdan re netewandin û her Laliþa xwe bi xwîna xwe parastin.


Bê hejmar ferman hatine ser Êzîdiyan û heke em giþkan binivîsin, dê pirtûkeke mezin jê derkeve. Laliþ dê her bimîne gula geþ di Kurdistanê de.

Salek derbas nabe, ku rojnamevan, nivîskar û dîrokvan û mirovên din nayêne Laliþê.

Nivîskar Hesenî di pirtûka xwe de ya li ser Êzîdiyan nivîsiye di rûpelê 21ê de dibêje: "Cî û devera Laliþ lê ye, beþek ji Hekarê ye. Sinorê wê digihîje heya Îranê. Berê ew beþek ji wilayeta Mûsilê bû. Osmaniyan ev dever xistine welatekî serbixwe.

Paþî ew kirin beþek ji welatê Wanê. Sinorê wê ji aliyê rohilatê ve Îran bû, ji aliyê rohavayê Sêrt bû, ji bakûr ve Mûsil bû, Welatê Xaltan.

Girîng e, ez bibêjim, ku min ev lêkolîna li ser Laliþê bi zimanê Erebî di kovara "Laliþ", Sal: 1993, Hejmar: 1, Dihok, belav kiribû. Her me dît, ku ev gotar çiqas ferze ji bo naskirina ol û dîroka Êzîdiyan jiber vê yekê me gotar wergerand zimanê kurdî