PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bîranînek li ser jiyana Mîr Xêrî Beg


Mîr Xêrî Beg, kurê Se‘îd Beg, kurê Alî Beg, di sala 1930î de li Ba‘edra Mîran - Mîrgeha Þêxan - hatiye cîhanê û ronahiya vê dinya gewrik dîtiye. Di sala 1944an de, piþtî mirina Mîr Se‘îd Beg, gelê Êzîdî û civata wan ya rûhanî Tehsîn Beg, birayê Xêrî Beg hilbijartin û wî danîbûn þûna bavê wî. Mîr Xêrî Beg þêwirdarê birayê xwe bû û milê wî yê rastê bû. Heke Mîr Tehsîn Beg ji bo pêkanîna kar û barên Êzîdiyan ji Mîrgehê dûrkete, Xêrî Beg ciyê wî digirt û Mîrantiya Êzîdiyan dikir. Ji sala 1975an û heya 1991ê, dema ku Tehsîn Beg ji ber rêcîma Îraqê reviyabû Ewropa, Xêrî Beg ciyê wî girtibû. Di dema wî de komîta ji bo çareserkirina pirsgirêka xêr û xêratên Êzîdiyan li Laliþa Nûranî hatibû damezrandin. Ew jî serokê vê destekê bû.

Di sala 1991ê de dema serhildan û berxwedana gelê kurd li dijî rêcîma Bexdayê, Mîr Xêrî Beg xwe tevayî vê serhildana gelê xwe kiribû. Ew û rola wî di navbera rêxistinên kurd de pir bi rûmet û nav û deng bû. Mîr Xêrî Beg niwênerê perlementa kurdî li Kurdistana-Îraqê bû. Bi mirina Xêrî Beg, mirovekî me yî pir hêja û bi rûmet ji nava me diçe. Em giþt bi mirina wî dêþin, lê belê jiyan û mirin bi destên Xwedê û Tawisî-Melek in. Em dibêjin: "Sed rehmet li rih û canê wî be, Xwedê û Tawisî-Melek wî bi rehma xwe þah bike."