PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serinc û daxwazî


Xuya û diyar û eþkere ye, ku civata me ya rûhanî heye û Bavê Þêx serokatiya olî dike û her wiha rê û rismên me yên pîroz û kevnar hene. Wekî din jî Laliþa me ya Nûranî ronahiyê dide cîhanê. Ew cî û warê me û rismên me ye. Me Tawisa Þîxadiyê karî xêr heye, ew jî Qewalên me yên bi rûmet li nav gel digerînin. Mebest ji vî karî jî ew e, ku Êzîdî her û tim girêdayê ola xwe bimînin û xizmeta kelepûrên me bikin. Êzîdî bi eþq û dilekî tije xêr û xweþî qesta Laliþa Nûranî dikin û bi vê yekê jî rê û rismên Êzîdiyan bi cî tînin. Dema Qewal Tawisa Þîxadî gund bi gund, herêm bi herêm û welat bi welat digerînin, Êzîdî lê tiwaf dibin û xêra xwe ji bo navê Xwedê, Tawisî-Melek û Þîxadî didin. Berî niha, wekî em ji bav û kalan dizanin, ev xêra han ji bo avakirin û nûkirina Laliþa Nûranî û kar û barên xizmeta Mala Þîxadî bû, ji bo avakirina derên hêrivî û wan qub û hilêlên xasên me bû. Lê belê wisa diyar e, ku ev xêra Êzîdiyan ne bi temamî didane destên Mîrê Þêxan û Civata Rûhanî.

Êdî wisa lê hat, ku Mîrê Þêxan deriyê Laliþê û Tawisa Þîxadî dida demankirin û sal bi sal piraniya vê xêrê jê re dima. Jiber vê sedemê jî wî herdu kaniyên xêrê dixist destên wî mirovê, ku bêtir didayê. Bi vî karê paþverû û nedirist Laliþa me bê guhdan dima. Wan giþtan guhdana olî piþt guhên xwe re avêtin. Êdî ev kar bûbû weke karên bazirganiyê - dûr ji navê Xwedê, Tawisî-Melek û Þîxadi. Em giþt vî karî ne dirist dibînin û weke kêmasiyeke mezin ji Êzîdîtiyê û Mîrê Þêxan re dibînin. Di vê derheqê de em milê xwe didin milên wan xort û keçên Êzîdiyan li welêt, yên dengê xwe bilind dikin û dibêjin, ku xêr û xêratên Mala Þîxadiyê karî xêr û Tawisa wî ya pîroz pêwist e bikivin bin xizmeta vê Mala pîroz û ji bo avakirina Laliþa Nûranî be. Daxwaziya me ew e, ku ev xêr ji niha û pê ve bikive destên komîteke hilbijartî. Komîta gel jî karê wê dê ew be, ku hindek ji van peran bide Mîrê Þêxan, parekê jî bide Qewal û xizmetkarên Mala Þîxadî û bi para din jî Mala me ya pîroz nû bike. Em dixwazin, ku ew mirovên serderiya Mala Þîxadî dikin li gor navê xwe bin û hêja bin. Bila em û ola me nebin benîþtê devê mirovê xêrnexwaz. Bihêlin em weke cilên xwe rûber sipî bin. Laliþa Nûranî bi rûmet e û pêwist e em wê bi rûmet bihêlin.