PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Programê 6-Xal yê mezinê Êzîdiyan


Armanca me ev e, ku ciwanên me karîbin xwe di nav civat û ola xwede bibînin. Em û þiklê jiyan û degerên civateke din didin ber hev. Eþkere ye, ku hin adetên êdî nehevdem in û ne bi dendika ola me ve girêdayî ne, divên bên reform kirn anjî rakirin. Hekene keç û xortên me dê xwe ji ola Êzîdatiyê dûr bikevin, wek ku niha li Almanyayê tê dîtin. Ev kanûnî ye. Lema divê em berê xwe bidin van probleman û guhastinên bi aqil li ser bingeha ola xwe pêk bînin.

1. Bila keç û xortên Êzîdiyan bi kotek û bê dilya xwe nezewicin. Pêwist e, zewaca wan bi dilketin, jihevhiskirin û herêkirinê bixemle. Zorê li wan mekin û bê dilê wan wan medin.

2. Qelenê giran û zêde pir heram e. Hêviya min ji we ew e, ku hûn tu qelenê zêde mestînin.

3. Ez dizanim, ku daxwaziya we naskirina bingeha ola we ye. Ji bo ku ev tiþt bi cî bibe, pewist e, em giþt piþtgiriya xwendevan, rewþenbîr û lêkolînvanên xwe bikin. Ji me tê xwestin, ku em li qewl û diwayên xwe xwedî derkevin û wan bicivînin. Danhev, nivîsîn û weþandina qewlan ji me re giringtirîn gav e. Ez soz didim, ku ez bi xêr bigihîjim welat ezê dest bi vî karî bikim.

4. Þêx, Pîr, Mîr û Bavê Þêx nas bikin, vî bizanibin, jiber ku ev hindek bingehên ola me ne. Guhdariya Þêx, Pîr û Feqîrên baþ û di rêya Tawisî-Melek de bikin. Ew Dunavê ne di rê de be û tiþtên çewt û pûç bike, ne bi gotina wî û ne jî guhdariya wî bikin.

5. Zarokên xwe fêrî rê û rismên Êzîdîtiyê bikin, fêrî zimanê Kurdî bikin. Di malên Êzîdiyan de ew dikarin van tiþtan hînbibin. Bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxivin û bipeyvin, ew zimanê daykên me, zimanê qewl û diwayên me û bingeha ola me ye.

6. Em ne dijî tu rêxistin û partiyan in. Kî piþtgiriya me bike, em spasî wî dikin û jê re diwaçî ne. Lê heke rêxistinekê li dijî me raweste û hewl bide xwe, ku kar û barê me tivlîhev bike û li hev bixîne, em jî li dijî wê ne. Em Êzîdî xirabiya tu kesî naxwazin, bitenê ji me tê, divê em xwe ji xirabiyê dûr bikin - Xêra bide û þeran wergerîne.

Em li pey navê Tawisî-Melekê xwe yê þêrîn in, ji vê rêya pak tucar dernekevin. Heke yekî ji we re got, ku bav û kalên wî Êzîdî bûn, kêfa xwe jê re bînin û jê re bibêjin, ku her yek ji me ser dînê xwe, lê dîsa em birayên hev in. Em dê rûmetê bidin her kesên qenc. Bila ew dost û hevalên me bin".

Mîr Tahsîn Beg gotina xwe wisa berdewam dikir: "Serê her tiþtî tifaq e, palên tifaqê bin, Êzîdîtiya xwe biparêzin, hûn hevalbendên çi partiyê dibin û kar û bar bi çi partiyan re bikin, hûn serfiraz û hur in, lê belê Êzîdîtiya xwe ji bîr nekin!".