PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



RÝNDA MÝN





RÝNDA MÝN


- Name - 3

jiyan
kortaleke bi canêþe
dilê min
yê birîndar diperpite
di nav derd û kulan de
min zor û bela
xwe pê girtiye
bi kevirê çiya
û zinaran ve
bi neynokên xwe
neynokên min mîna
lapûþkên pilingan
dikim qêrîn û hawar
mîna dengê qulingan
dîsa jî rawestiya me
li ser lingan
dixwazim
perda li ser
bêdengiya xwe
bidirênim
lê peyv û bêjeyan
nabînim
êþa dilê xwe
hesreta xwe
eþqa xwe
ji te re vebêjim
rinda min

di nav azar
û êþên bêbinî de
hatime fetisîn
û strandin
di nav pevçûnê de ne
bi hevdu re
raman û hestên min
yên îsyankar
lê nizanim çima?
bes min tu bidîta
ji dûr ve
keser û axînek
bikiþanda
ketibûm înzîwayê
bi tena serê xwe
di tenetiye de
dikim feryad û fîxan
mîna bilbilan
dîwarên oda min
li min bûyê zîndan
rinda min

bêhal in
payîz û zivistan
bihar û havîn
raman û hest
pî û dest
û awirên min
kenê dev û lêvên min
çok û gavên min
kezeb û cîgera min
dûmanê cixara min
xwîna canê min
þev û rojên min
têne xijkirin
li ber pêlên ava deryayê
ya jiyana bi êþ û tirs
rinda min

ne tama bêhna
gul û nêrgîzan
li biharan
ne tama bayê hênik
li payîzan
ne tama
serma berf û pûkê
li zivistanan
ne jî tama
tava germa qijilî
li havînan
carekê bibiþire
ramûsanekê bide min
dilê min yê
di nav þerê raperînê de
haþ bike
rinda min

porê te yê xumrî
têxim navbera pêçiyên xwe
ên zirav û bihûnim
jê çar gulîstanan ava bikim
rinda min

bi saya xewn û xeyalan
di nav toz
û dûmanê de çarnal
ber bi te ve têm
Sîwarê hespê boz im
nameya xwe
dinivîsim
bi zimanê sirûþtê
xwe dispêrim
bîranînên xwe
rinda min

destê xwe bidim ser
cot memikên te
yên mîna nokan
ramûsim û bêhn bikim
ewan beybûnokan
qefesa sîngê te
hilbihata û dabiketa
mîna pêlên ava derya ye
mîna masî yê ku
di serê nîkê de
biperpite
dilê min jî
di nava sîngê te de
bi coþ û heyecanê
lêbiketa
û biperpita
rinda min

di xewên þevan de
bi te re
diaxifim
rinda min
ez niha
di tenetiye de me
mîna stêrka li ezmanan
mîna girtiyê
heps û zîndanan
te
ji dîrokan
çîrokan
çûkan
mozan
ji kurm û kêzan
dipirsim
rinda min

ez
ronahiyê berhev dikim
ji çirisîna
heyv û stêrkan
ji bo þevereþên kor
ez germahiyê
berhev dikim
ji tava rojê
vediþêrim
di hembêza xwe de
ji bo mirovên dilsar
mîna tevna dayîka xwe
dixwazim eþq
û hezkirinê veçînim
li ser axa Cîhanê
di navbera mirovahiye de
ez mirovekî
sergiran im
bargiran im
di eþq û bedewiya te de
derbeder û wêran im
rinda min

dengê min
mîna
dengê bilbil û hozan
dibim dengê
feqîr û belengazan
mîna dengê
stranbêja hêja Zozan
dibim dengê
azadîxwazan
mîna dengê
Ayþe Þanê ya wek kewan
dibim dengê bilûrvan
û heyîranokên bêrîvanan
were rinda min
meke nazan
eþqa dilê min
li min bûyê girtî
û zîndan
þewqa finda xemgîn
diçirisî
ji hinava
daristanên canê min
cîgera min diþewitî
çira oda min
ya bi þev û rojan
vêdiketî
mîna awirên çavên min
yên melûl û bi hesretî

ez
piþta xwe dispêrim
bîranînên xwe
li jiyana bi êþ û jan
temaþe dikim
tinazên xwe
bi Cîhana rûreþ dikim
di canê min de
jehra eþqê berdan
nizanim ezê çawa
xilas bibim
ji kul û derdan ?
xulamê te me
Dilberê
ma ezê êþa giyana xwe
têxim kuderê ?
nikarim bijîm
bi vî hawî
dê ezê koçbikim
biçim li rojeke sayî
êdî were bese
ma tu li ku mayî ?
Axx ax! rinda min
bermalya min

Evîndarê te Xizan


Stockholm, 14. 01. 2004


Xizan Þîlan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg