PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Stiran Ebdullah : * Þam þekire, Lê welat þêrîntir e ! *




Hin siyasetmedarên Ereb û rewþenbîr, çi yên Sûryê û çi yên Ereb bi giþtî, di hevdîtinên TV û malperên cor bi cor ên Internet de nerazîbûn û diltengiya ku li navçeyên kurd ên sûryê derketine holê vedgerînin destdirêjiyeke kurdî a veþartî û hêzên kurdan ên derve, her wuha kurdan bi bêwefadarî û bê dilsozî di gel sûryê destnîþan dikin, Bi taybetî di demekê de ku sûryê di tengasiyeke mezin de ye, çi di hêla herêmî de (Israel) û çi di hêla nêvdewletî de ( DYA ), û gelek pirsgirêk û kêþeyên dijwar dijî wê qewimîne.

Mixabin ev nêrîna þaþ ne tenê ji aliyê sûryê tê derbirîn lê belê ji aliyê ew kesên ku xwe didin nasîn wek demokratxwaz û rewþenbîr jî tê derbirîn, Loma tê xwestin ku helwest li hember vê þaþitiyê bê girtin.

Di gelek deman de têkiliyên û hevpeymanên dostane di hêla herêmî de, bi awayekî tevneyî û toreyî, di navbera Hêzên siyasî ên kurdên parçeyên kurdistan û Sûryê de hatibûn girêdan. di demekê de ku kurdên kurdistana Iraqê li dijî Baes ê Efleqî xebat dikirin û rêjîma Seddam ji herdû aliyan re ( Sûryê - Kurd ) dujminê hevbeþ bû, serokê koçkirî yê Sûryê Hafiz El-Esed siyaseteke nerm hember kurdan birêvedibir û piþtgêriya hêzên kurd ên parçeyên din dikir.

Ji ber hebûna wî dijminê hevbeþ û ji ber hewldanên sûryê derbarê afirandina ( oposesyona Iraqî ) li dijî rêjîma Iraqê, çîroka dostaniyê di navbera herdû aliyan de dirêj û dom kir.

Peþkên vê siyaseta nermîn ya Esed ê Bav gehiþt kurdên kurdistana Sûryê jî. Lê belê zinara Erebî û siyaseta erebkirinê nehate rawestandin û alîkariya kurdan li ser asteke eþkere nedihate kirin.

Her wuha di rêkeftinên gentlemanî ên ne mor kirî de Sûryê rêç neda hêzên siyasî ên kurd li wê deverê ku xebata xwe birêve bibin, lê belê di çarçoveyeke nediyar de rêç li ber hêzên kurd ên derve vedikir û derfet bi dest wan dixist.

Li hember vê yekê jî kurdên Sûryê, hem ji bo xebata Kurdên Kurdistana Iraqê "ku bûbûn hevpeymanên Sûryê" lawaz nebe. û hem ji bo kurdên Iraqê wan qezencên ku ji desthilata Sûryê bidest xistibûn winda nekin, hewldanên mezin dan ku helwesta wan bikeve rêya berjewendiyên wî parçeyê welat ( Baþurê Kurdistana ) - ( Kurdistana Iraq ) û xwe nexistin cihê Nerazîbûna desthilatê û bi rastî wan xwe kir qûrbanî ji bo kurdên Kurdistana Iraqê û têkoþîna xwe xistin xizmeta Þoreþa me de.

Ji aliyekî din ve jî, di destpêka salên 90.î de Þamê careke din û bi modêleka nû hevkariya Kurdan - ji bilî yên sûryê- kir. vê carê alîkariya PKK kir bi mebesta bandorek wê li ser Turkiyê durist bibe. Kurdên Sûryê dîsa Baweþîn li "Þoreþa" Ocalan kirin, di dema ku bandor li ser Turkiyê bê encam derket û Þoreþa Ocalan jî serkeftin bi dest xwe nexist.

Di vê rewþê de sê Guhertin qewmîn :
- Ji aliyekî de, Þamê piþtî Esed ê bav di çarçoveya hevkêþên siyasî ên navçeyê de xwe nêzîkî Bexdad û Sedam kir.

- Ji alîkî din ve, Kurdên Iraqê bervejoyî Þamê diçûn û di gel revenda guhertinên dunyayê û sînaryoyê rûxandina rêjîma Baes diçûn û destkeftiyên xwe jî bi dest xisitin.

Welatê Beþar El-Esed ji ber çi sedemê be jî, ji Karwanê siyaseta ku DYA li Iraqê birêve dibe dereng ket, Bi awayekî kirdeyî kete senger û rêza lidûmayên Seddam Husên.

Þamê hîç ji wan hevpeymanên resen ên di gel kurd û hêzên siyasî de girêdabûn qezenc tuþtek qezenc nekir. û ev yek jî tuþtekî sosret bû! Ji ber di dema ku Sûryê alîkariya oposesyonê dikir tu kesî silav li wê oposesyonê nedikir, lê îro welatên din ên di dawiya hebûna rêjîma Baes de dostaniya oposesyonê kirin her tuþt ji bo xwe qezenc kirin.

Wek siyasetmedarekî hayedar got :
- Eger Sûryê bixwe Iraq rizgar kiriba dê ev hêzên ku anuha li Bexdad desthilatin her ew bixwe desthilatbana… lê belê mijar bi vî awayî durist bû.
Di vê çarçoveyê de dihat ber çavan ku têkiliyên Kurd û Sûryayê dê bikevin qûnaxeke xirap de. raste nameyên piþtrastkirin û baweriyê Dihatin rêkirin lê belê di di holê de her yekek ji wan rêbazeke taybet û cuda ji bo xwe hilbijartibû.

- Ev bixwe derfeteke zêrûn bû ji bo Kurdan, ku tucaran bi dest wan neketibû û desthilata sûryê vê yekê xweþ dizane.

- Ji aliyekî din jî, kurdên Sûryê “belkî Bi derengî” lê belê biryara xwe dan ku êdî xebat û têkoþînê biterxînin ji bo xwe û pirsa xwe. loma di 12.ê Adarê 2004.an de leyistika siyasî kete stadyoma leyistika Futbolê de û li wê deverê di navbera kurd û dostên Seddam ên ku duh dijminên Esed bûn de pevçûn derket û kurdistana Sûryê bû xaleke dubendiya demkirî ku li ber teqandinê ye. lê belê zû ye ku merov texmîn bike, gelo dê çarenûsa daxwazên gelê Kurd li Sûryê çi encam bide. lê ronak û diyare ku kurdên Iraqê "wek kurdên parçeyên din" xema kurdên kurdistana Sûryê dikþînin. Lê Nabe Sûryê dudil bibe derbarê Kutkuta dilê Kurdan ku ji aliyê wê ve dikeve warê Pilan û mizaweriyê de.

Kurdên Iraqê dizanin ku þamê di nav hevkêþeyên siyasî de alîkariya wan kiriye, loma ew wefadarin, lê ev nayê Wateya ku xemgîniya birayên wan bi wan xweþ e.
Bi rastî kurdan Ji mêjde þam kirine pendeke pêþiyan: "Þam þekire lê welat þêrîntire". Þam tê heskirin lê ne biqasî Kurdên me ên bindest.

* Ev gotar di 19. 04. 2004.an de piþtî serhildana Qamiþlo, di rojnameya aso de jî belav bûye.

* * Sernivîserê Rojnameya ASO li Baþûrê Kurdistan.

Þam þekire, Lê welat þêrîntir e ! : Stiran Ebdullah
Wergerandin : Perîþan

Stiran Ebdullah

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg