PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serokatiya olê li ba Êzîdiyan
Rola Bavê Þêx

Serokatiya Êzîdiyan, yên bi sedema"Sed û Hedê" de ji hev cuda ne, (hindek Þêx in, hindek Pîr in û hindek jî Mirîd in) bi du þêweyan dibe:

1. Serokê rûhanî (oldarî),
Bavê Þêx (Yextiyarê Mergê):
Ew jî berpirsiyarê olê ye.

2. Serokê cîhanî (dinyayî):
Ji wî re dibêjin Mîrê Þêxan.

Mîrê Þêxan her ji malbata Þêxan e û berpirsiyarê pirsgirêkên di nav gel de ye.
Heke problêmek kete navbera Êzîdiyan û mirovên biyanî, anjî navbera Êzîdiyan bi xwe, dê Mîrê Þêxan wê çareser bike.

Bavê Þêx (Yextiyarê Mergê)

Cî û bilindbûna wî di nav Êzîdiyan de weke cî û mekaneta Papazê dêra Katolîkan e.

Ew pêwîst e, ku ji rêza Þêxên Þemsaniyan be û nexasim ji rêza Þêxên Ferxedînan be. (Þêxên Ferxedînan jî beþek ji rêza Þêxên Þêþimsan e).

Çima pêwîst e, ku Bavê Þêx ji rêza van Þêxan be, çîrokeke bingehîn e û sedemeke wê heye.

Bavê Þêx bi reyeke dêmokrasî tê hilbijartin. Wekî din, Þêxantî û Pîrantî bav dide law û dotên (Qîzên) xwe, zarokên Þêxan jî Þêx in û yên Pîran jî Pîr in.

Heke Bavê Þêx çû dilovaniyê (mirin), dê Êzîdî ( niwênerên wan, Þêx, Pîr, Serokqewal, Bavê Çawîþ, Xizmetkarên Mala Þîxadî (karê xêrê û serokêl) li Laliþa Nûranî anjî li Baedrê li hev bicivin, ji bo Baba-Þêxekî nû hilbijêrin.

Kar û Erkên Bavê Þêx

1. Ew serokê ola Êzîdîtiyê ye û çi pirsa girêdayî bi olê ve ji wî tê xwestin û bi destên wî ye.

2. Wekî din jî ew berpirsiyarê Mala Þîxadî (karî xêrê) ye û her li Lalisa Nûranî dimîne.

3. Bi tenê Bavê Þêx dikare û ji mafên wî ye, ku guhartinan têxe nav rojiyan û xêr û fituyên Êzîdiyan.

4. Tiþtên qedexe û rewa di olê de bi destên wî ne.

5. Heke yekî Êzîdî gunehekî giran anjî þaþîtiyeke bê rêz û mezin di reya ola xwe de kir û pir xirabî û nebaþî ji vê þaþîtiyê çê bû û her wiha Êzîdiyan nema bawerî bi Êzîdîtiya wî anîn, wê demê bi tenê ji mafê Bavê Þêx e, vî mirovî ji nav olê bavêje (heram bike), anjî wî bihêle di nav de.

Bê guman navdartirîn mirov ji mabata Bavê Þêx, Þêx Hisênê Baba-Þêx bû. Ew mirovekî þoreþger û welatparêz bû.

Pir salan endamê serokatiya "Yekîtî Niþtiman" kir, lê mixabin di nav þerê birakujiyê de, yê ku di navbera Barzanî û Telebanî de hên berdewam dike, sala 1978 hate kuþtin.

Çavkanî: Ola Êzîdîtiyê, Þewqî Îsa, 1996