PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Êzîdîtî berî dema Þîxadî


Lêkolîneke oldarî-zanistî bi pênûþa
Dr. Pîr Memo Osman


Ola Êzîdîtiyê yek ji wan olên ku hên baþ zelal nebûne. Ew guhertinên mezin û rehkûr, yên ji aliyê Þîxadî Misafir ve (nêzîkî sala 1162 piþtî Îsa) di ola Êzîdîtiyê de hatibûne kirin, bûne weke perdeke tarî li ber dîroka vê olê berî dema Þîxadî. Digel vê rastiyê jî baweriya piraniya nivîskarên dîrokê bi navekî din dihate naskirin û wekî din jî tore û edetên wê jî cuda bûn. Di nivîsandina min ya dawî de, " Ein Licht über die Philosophie der ezidischen Religion" bi piranî li ser felsefa ola Êzîdîtiyê rawestiyam, û bi taybetî li ser pirsa Tawisî-Melek weke, yê li þuna Ezdayê pak li erdê ye. Tawisî-Melek jî ne gotineke xirab e, weke ku olên din dibîjin. Êzîdî bi tenê baweriya xwe bi Tawisî-Melek tînin.

Ji Êzîdiyan re Tawisî-Melek weke agire e. Agir jî du rû ye. Ji hêlekê ve dikare ronahî û germê bide, lê ji heleke din ve jî þewatê çêdike: Baþî û xirabî ji yek kaniyê tên.

Mirov jî bi xwe ji du hêzên têkilî pêktê, di bedena wan de baþî û xirabî hêlîna xwe çêkirine. Mana wê yekê jî ew e, ku her Êzîdiyek perçek ji Tawisî-Melek pê re heye. Nirxandineke bingehîn di nava wêjeyên nivîsandî de, yên li ser olên kevnar di Rohilata Navîn de, tu nîþanên li ser girêdaneke rast di navbera navên berî dema Þixadî û navên piþtî dema wî de, nade. Bi tenê hindek gotin û navên cejnên din, nêzîkî hev in. Mînak: Yazatas maneya wê jî di Zerdeþtiye de sivikê Xwedê (Milyaket) ye, ev jî nêzîkî gotina Êzîdî min ji vê nivîsînê jî ew e, ku girêdanên di navbera Mitrayiyê, Êzîdîtiyê û Zerdeþtiyê de, weke cejnan, tore û edetan û tiþtên din, bidime xuyakirin. Di nav olên kevnar de, yên nêzîkî du hezar sal berî buyîna Îsa hatine Kurdistanê, Mitrayî bi hiner û taqet bû, ew jî ji ber di nav de êlêmêntên leþkerî peydabûn. Ev ol oleke patriyarþî, leþkerî û nêr bû. Heya dema Xaçperestiyê tu guhertin mezin di nav olên kevin de çênebûn. Erê, hindek olên nû derketine meydanê, weke Zerdeþtiyê, lê belê tu guhertinên kûrekûr nexistine nava olperstinê. Her oleke nû hindek tiþtên nû dane pêþiya xwe, ji bo pêkanîna çend daxweziyên girêdayên xwe û razîkirina wan. Piþtî vê demê peydabûna olên nû dane ser hev. Piþtî ola Mitrayiyê ya patriyarþî û nêr, ola Zerdeþtîtiyê ya mê û matriyarþalî peyda bû. Xaçperstî li dijî Mitrayiyê li Rom û li dijî Cihûtiyê li Felestînê, û dawî Îslam wek oleke patriyarþî li dijî Xaçperestiyê û Zerdeþtîtiyê derkete holê. Êzîdîtî tu roleke mezin di nav vêgirtinberdanê de neleyist. Ev jî ji ber ku tucar Êzîdiyan serdestî li tu gelan nekirine û komarên wan çênebûne. Ew ketibûn bin bandore olên nêr, mina ku Mitrayiyê ji Hindistanê hatibû Kurdistan û Ecemistanê. Bi çi navî wê çax û demî dihate naskirin, heya îro jî tu kes nizane. Ji bo vê pirsegirêkê hindek zaniyar çend nîþanên ku piþtgiriya vê têzê dikin, didine xuyakirin. Heke mirov ola Êzîdîtiyê û Zerdeþtiyê bide berhev, zû dibîne, ku bandora Zerdeþtiyê li Êzîdîtiyê buye. Ev rastî qet ne ecêb e, ji ber Zerdeþtîtî bêtir ji sêsed salî (300) ola dewleta Sasaniyan maye. Bandora ola Zerdeþtîtiyê weke bandora Îslamê piþtî hatina Þixadî. Awa û reya pêkanîna diha li cem Êzîdiyan pir diþîne nimêj û dihayên Zerdeþtiyan. Di diha sibê de ev tiþt tê xuyakirin. Mirovê Êzîdî berê xwe dide rojê û dihayên xwe dike. Her pênç erkên dihayê jî ne ji Îslamê hatine, ji Zerdeþtiyê hatine. Ji bo Êzîdiyan du diha girîng in, diha sibê û diha êvarê. Lê belê herdu diha jî ji berê ve û heya îro ji bo Xwedanê rojê ne (Mitra) û ne ji bo Zerdeþt in. Her heft erkên, yên ku Zerdeþt li ser þagirtiyên xwe danîbûn, ji bo Ahûra-Mazda bûn. Pêkanîna van cejnan jî þêweyekî cotiyarî bû, ne weke di Mitrayiyê de bi rengê leþkerî û ne weke di Îslamê de bi rengê aborî bû. Ev her heft cejin jî heya îro li nav Êzîdiyan dimînin, lê belê bi navên din û di salçaxên din têne naskirin û damezrandin:

1. Maidhoyî-Zaremaya: Li ba Zerdeþtiyan dikeve nîvê biharê. Li ba Êzîdiyan dikeve çarþemê, nêzîkî çardehê nîsanê ye. Ev cejin û cejna Favashis bi hevdû re çêdibin. Cejna Favashis, Sasaniyan û Babiliyan çêdikirin. Êzîdî vê cejnê bi "Bêlinde" bi nav dikin anjî "cejna sersalê".

2. Maidhoyî-Shema: Li ba Zerdeþtiyan di nîvê havînê de çêdibe. Li ba Êzîdiyan di dawiya meha Tîrmehê çêdibe. Pêkanîna vê cejnê jî pêwîst e li Laliþa Nûranî çêbibe.

3. Paitshatiya: Cejna çinîn û qurafê ye. Li ba Zerdeþtiyan di dawiya meha Tebaxê de çêdibe. Li ba Êzîdiyan Meme Reþan qencê Xwedê yê ji bo zad û baranê ye, cejna vî weliyê Xwedê di biharê de çêdibe.

4. Ayathriyama: Cejna keriyê pez. Li ba Êzîdiyan ev cejin dawiya biharê ye. Du qencên Xwedê li ba Êzîdiyan hene, yên keriyê pêz û naxiragayan diparêzin: Mamê Þivan, ev parêzgarê keriyê pêz e û Gavanê Zersan, ev parêzgarê garana çêlekan e. Ev cejin bi eynî nav têne naskirin.

5. Maidhyaira: Ev cejin li ba Zerdeþtiyan dikeve nîvê zivistanê (çile), li ba Êzîdiyan di serê meha cotmehê çêdibe û heft rojan û heft þevan berdewam dike. Ew hî du roja çarþemê de ye, Êzîdî ji vê çarþemê re dibêjin Kabax. Di vê rojê de ciwangakî dikujin (serjêdikin). Cejin ji pêþî heya dawî bi cimayî bi nav dibe. (Cimaiyê Þîxadî).

6. Hamaspat-Maedaya: Li ba Zerdeþtiyan di dawiya biharê de çêdibe, li ba Êzîdiyan dawiya meha berjbarê çê dibe. Ji hêla din ve Xaçperest jî li Kurdistanê weke vê cejnê çê dikin. Navê vê cejnê li ba wan Biyalde ye. Di olên kevin de û bi taybetî di nava Mitrayiyê de dehbe roleke mezin û girîng dilîzin. Girêdana wan bi pirsegirêka avabûna cîhanê û gera roj û hîvê re ye. Îkoneke xuyanî û bi nav û deng ya ola Mitrayiyê pir teba li ser hene. Gelek ji wan teban mirov dikare heya îro jî ji dîwarê Þîxadî li Laliþê bibîne. Mane û girîngbûna wan teban jî di ola Mitrayî de ev in:

1. Ciwanga: Mitra ciwanga weke qurbanek dikuje. Êzîdî di payizê de vî ciwangayî dikujin. Kuþtina vî tebayî li ba Êzîdiyan ji bo mirovantiyê, biratiyê û dinyakê bê þer û kuþtinê ye. Wekî din jî ji bo saleke bi xêr û bêr e. Di dema berê de ciwanga sembolan û nîþana payizê bû. Bi kuþtina vî gayî mirovan hêviyên xwe hebûn, ku sal salek baþ bi berf û baran be, ji bo giya, dar û tov þîn werin.

2. Mar: Di Mitrayiyê de mar nîþana reya kosmosê û xeleka teban bû. Mar þopa zîvrandin û gera roj û hîvê ye. Roj û hîv maneyeke anjî armancekê di gera xwe de didine xuyakirin. Ji bo vê yekê xeleka teban (heywanan) zeman (dem) nîþan dide. Weke ku hindek zaniyarên olê diyardikin, mar di Mitrayiyê de nîþana tevgerê û pêþvebirina tiþtan bû. Mar di Mitrayiyê de niwêneriya dem û çaxên salê dikir. Li ba Êzîdiyan marê reþ tebakî pîroz e û niwêneriya mirovên qenç li ba Êzîdiyan dike. Þîxadî di dema xwe de maneyên dîn dabû teban (heywanan): Þêx Mendê Fexra ji bo pêvedana maran bû. Þêx hekîmê nexweþiyê û nerîhetiyê ne. Êzîdiyek mar pê vede, bi tenê diha Þêx Mend û êla wî lê diqbile û saxiyê û baþbûnê jinexweþ re dikare bîne. Þêxek ji rengî birîn rihet dibe. Rismê marekî reþ di kevir de kolayî ye û li devê deriyê mala Þîxadî (Laliþa Nûranî) de ye. Ev mar ji dema kevin de li wir e.

3. Dûpiþk: Dûpiþk di Mitrayiyê de sembola rojê bû. Dûpiþk di bihst û sêh ê cotmehê de dikeve nava rojê. Li ba Êzîdiyan Pîrê Cerwa ciyê pêvedanê rihet dike. Ev tore û edetên bi van teban girêdayî ne û hên di nav Êzîdiyan de hene, ji Mitrayiyê tên û ne ji Zerdeþtiyê hatine. Mar û dupiþk li ba Zerdeþtiyan teban bi zirar in. Ev bawerî di pîrtûka Avesta de hatiye nivîsîn. Li gor baweriyên ola Zerdeþtî Ahîraman ev heywanên (teba) bi zirar þandine cîhanê. Kî wan bikuje xêrekê dike.

Ji vê hêlê ve pir di bin bandora Mitrayiyê û Zerdeþtiyê de bû, lê bêtir di bin bandora Mitrayiyê de bû. Êzîdî gelekî kêmketî bûn û ji bo vê yekê li sitara xwe degeriyan û ne diketin nava berberîtiyê û þerên giran. Heya dema Îslam derkete maydanê û welatê wan xiste bin destên xwe. Ji dihayên Êzîdiyan tê xuyakirin, ku bandora Xaçperestiyê û Cihûtiyê jî li ser dîwarê mala Þîxadî ye.

Dibe sedsala heþtan de berî buyîna Îsa qiralê Aþûriyan Salmanasser V (727-722 berî Îsa) hasil (Trîbût) ji qiralê Cihuyan Hoseya xwestibû. Ji ber Hoseya ev hasil neda, Salmanasser wî û çend sed ji gelê wî esir kirin û birine Kurdistanê.

Cejna Xaçperestan, ya di meha cotanê (nîsanê) de çêdibe û medha Îsa û dayîka Meryem a di dihayên Êzîdiyan de têne ser ziman, lê belê weke qencên Xwedê. Xaçperestan jî hindek tiþt ji Êzîdîtiyê girtine, weke rengkirina hêkan (Hêkesor) di cejna xwe de, ya di meha cotanê de çêdibe; weke dadekirina agir û xemlandina deriyan bi gul û rîhanan. Êzîditî ne ji dema Þîxadî ye, ne jî ji dema danîbûna qewl û dihayan ve ye. Heke ji qewlan em hesab bikin, Pêxemberê Îslamê Muhemmed û xelîfên wî, weke qencên Xwedê têne ser ziman. Lê belê dîrolê daye xuyakirin, ku Êzîdîtî di bingehên xwe de ji Îslamê dûr e. Çend helbestvanên olperest dihayên Êzîdiyan, di nav wan de jî hindek yên Þîxadî ne, nivîsîne:

1. Hasedê Tawisî-Melekrî: Pêþneyaz ji bo jiyana Êzîdiyan ya komeleyitî danîne.

2. Pisê Cemî: Þîxadî û qencên Xwedê.

3. Pîr Dawid: Þerê Îmad El-dîn dijî Þîxadî û mirovên li pey wî diçûn.

4. Þêx Fexrê Adiya: a) Pezindana Þîxadî, b) Þeqê Serî

5. Pîr Þeref: Qewlê Baza li ser Þîxadî.

6. Pîr Xidir: Qewlê Derwêþê Adem.

Lê belê piraniya cejin û rêzên oldarî û tore bi dev, yên nifþekî daye nifþekî din, ji dem piþtî Îslamê hatine. Piþtî hatina Þîxadiyê Hekarî ev tiþt peyda bûn. Ev nêzîkbûnên di navbera Êzîdîtiyê û Mitrayiyê de (berî Zerdeþtîtiyê) mirov dikare bi vî þêweyî zelalbike: Herdu ol ji kaniyekê ne; li gorî zaneyên olê, herdu ol bingeha wan Îndo-Germanî ye. Erê, bandora ola Zerdeþtîtiyê li Êzîdîtiye buye, lê di pir tiþtan de dûrî hev in, weke di pirsa avakirina cîhanê de, di veþartina miriyan de, pêþeroja ta (rih, can) û di girintirîn tiþt de: Di jiyana piþtî mirinê û buyina nû de.

Dûmahîk di hejmara bê de Wergerandin ji zimanê Almanî: Þewqî Îsa