PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbesta, Ciwanê Abndal : Þînwarê Yarê




Þînwarê Yarê

Çend xweþe girîn bi bîranîna yarê
Ku biponijim ser kavil û þîn-warê
Hey lêvên birînan bêjin ser dem û rewþ
Kul û xem pir xwarin ji bo evîndarê

Em herdû li yek þaxê me xuncên xwe da
Dipijivîn bi bayê li serê me dida
Lê mixabin , nizanî bûn çerxa felek
Çi ji mer veþartî , ser û bin li hev da

Mijûlim piþtî dûr çûna wê .. d’ ramîne
Dinêrim , rondik çav dîna dixummîne
Perda ber dide xwar , ser rêbûrên berê
Stêrin vemirt û heyvin þewtî dimîne

Ger derman barîna hêsirê germ û sar
Çikûs nakim , girîn sûde nake azar
Ger fûrîn rondikên bêrîkirina pêþ
Min got : qe barane , jibîr þînhatî jar

Hey .. hê , çendî xweþ bû þeva tevî tirsê
Gava derbasbûm cem , bê kes pê bihisê


Tenê heyv-cardeh avêtî bû l’ wê rastê
Tarî palda bû , çarka xwe berda ser sê

Deng û vedeng lev herbilî , rabû ji xew
Got : haho ji te , te çî ye li vir .. bi saw
Dûr here , nabîne derdora me kîne
Zû her berî hevre bibînin û bên daw

Kes min nebîne .. tê min bi hetikîne ?
Ne peyvek û dido , ya pêþ em guþtîne ?!
Çav li serê yarê dilîze çep û rast
Li ronî tava tarîkê dibirqîne ..

Ahinga mine , dem li min bani ya ye
Got’m : dimînim lew jêbe serî xuya ye
Ta bistînim geþt û para ji maça ye
J’ her lêv û dêma, yek-dido û sisyaye

Yara bedew : tiþtek bê hawe’m nekirî
Ev mafê min û teye , ne þerme kirî
Ger ev þerme .. û tu nadî min geþtekê
Bi xeyd dûr herî , evînê j’ dil min derî

Baþqe ke evîna xwe j’ kom evîna min
Xwe cudake , çimkî dijware vîna min

Pir rêl û kaþûn derbaskir tev çav-nêra
Ta bighêjim topraxa , vê civîna min

Kêlîkê ,dem rawesta .. dirêj bû nav me
Aþt zîvirî , bihna gulav fûrî j’ dev me
Got : tu zane .. ejî pir hezkim lê nabêj’m
Te divêm her bîsk û gav, yeke ew lav me

Çend bedewe yarê , hat guhert bibû aþt
Çav çirisî , l’ lêv çilp xunav biriqî paþt
Tilî nerm , zirav û dirêj .. can þiyatok
Memik sêvê hildayî ,hinna por qelaþt

Por reþ-tarî , lêv-dêm gezo ,çav þînkayî
Sîng sipî û bel , newq vala, çîp badayî
Stêr - þevê diçirise , yar heyva wê ye
Tevî þîn û þahî , m’n çira xwe vedayî

Waw.. çi þewq hila , ma ne ji bejna yare
Tirsam xuya bin , ew can sipî û gewre
Sîng û stû tev morîk û pelik tê himêz
Maç kirim dev bi gez, him naperûþk pêre

Ta li sîngê peland , qetand gerdenê qep
Lib-libo morîk b’ dest û tilî ve hat rep
Navbera cil û memik û por herbilî
Hayî û har kir, zêde kim kêfa lêv û lep .

Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg