PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gelo kevneþopên PDK - KUK ê û xebatkarên PDK - BAKUR ji hevdu çi dixwazin ?


PDK - BAKUR DIXWAXE ÇI BIKE ? KUK RÛMET Û SERBILINDÎYA ME YE !


Ji bona rizgarîya gelan partî, rêxistin û avayîyên Netewî dest bi xebata xwe dikin, ew di jîyana sîyasî û civakî de wek organîzmayên jîndar in. Herdem her tist li gorî dilên wan naçe, gelek sasî di hebûna wan de tê dîtin. Gelek caran ji dervî îrade û biryara wan ya rêxistinî hinek kiryar tên kirin. Lê heta ew sasî ji bona wan nebe armanc û heta ew partî û rêxistin stratejîya xwe li ser sasîyên xwe ava nekin, tevlî ku mirov nikare tistên buhurî bi sûnda bîne jî, telafîkirina wan mumkun e. Dibê mirov sasîyên xwe bibîne, rexne li xwe bigire û bûyerên ku bûne sebebê nexwesîyan, di navbêna tevgera welatê xwe de sermezar bike.

Di 29. 03. 2006a de PDK - Bakur di malpera xwe de bi navê “EM DI 27 SALÎYA SEHADETA REMEZANÊ HASIM DE WÎ BI HURMET BIBÎRTÎNIN’’ daxuyanîyek wesandîn. Di vê daxuyanîyê de dibêjin ku: “Sala 1977 da tevlîhevîya nava TKDPê bi xwe re weqetandînê jî anî, dî rêvebîrîyê de pîranî kete destê terefê ku xwe Marksîst bînavdîkîrîn. Wan heya sala 1981 bî navê TKDP - KUK karê xwe mesandîn. Pistre bîryar dan û gotînên TKDPê jî navê rêxîstîna xwe derxîstîn û êdî tenê navê KUK bîkaranîn.” “Sehadeta Remezanê Hasîmî mîxabîn bî destê hîn xernexwazê jî nav KUKê hatîye kîrîn, ew bêbext bûn sedemên ês û dîjmînatîya navxweyî jî. Ev tîst bas dîde xwuya kîrîn ku dî nava KUKê de kesên pravakator ne xwedî tesîr bûn û hejmara wan kêm bû.”

Weke tê zanîn mercîya rêxistinan ya herî bilind kongre û konferans in. TKDP di sala 1977an de kongra xwe ya sê ( 3 ) yem çêkir û gelek biryarên nuh stend. Armanca sereke welatekî Serbixwe,Demokratîk û Yekbûyî bi biryara piranîyê girtin. Pêre antî-emperyalîst, antî-fasîst û antî feodal ilke parastin. Sosyalîzm jî wek armancek dûr di bernama xwe de bi cîh kirin. Û dîsa biryara kongrê ew bû ku rizgarîya Kurdistanê bi serê çekdarî mumkun e. Van biryaran, biryarên TKDP bûn ku di kongra xwe ya sê ( 3 ) yem de stendin.

Li ser parastina vê bernamê, hinek kes ji TKDP`ê qetiyan. Kesên qetiyan li her derê ketin nav propagandake bêcîh û bêwar ku digotin vana “komunîst in û komunîst jî bi dê û xwehên xwe re radikevin.” Yekî mîna Sîraç Bîlgîn rê bi ber wan dixist û ev propaganda li her derê bi hawakî kirêt mesandin. Xebata TKDP / KUK`ê li navça Sîlopîyê asteng kirin û kesên helwest bi kongrê re danîbûn êrîsî ser mal û kargehên wan dikirin, li wan didan û didan koçkirin. Têkçûyên kongrê Remezanê Hasim û esîra wî pir xerab dixebitandin. Ew bû sebebek ku nakokî zêde bû û di wê germayiyê de Remezanê Hasim hate kustin. Pistî vê bûyerê bi hêza esîrê di bin pêskêsîya provakatoran de, ku ew provakatoran nuha jî aktîf in, sê hevalên TKDP / KUK`ê qetil kirin. M. Emin Ant ku ew bi xwe cizîrî ye, lê li Silopî terzîtî dikir û weke Emînê Terzî dihate naskirin. Ji hêla provakator û feodalan ve hate revandin û bi îskenceyên hovane ku minakê wan gelekî kêm in hate sehît kirin. Abdullah Bîlen û lawê wî M. Emîn Bîlen, di navbêna Kortik û Serêbîyê bi kemîneke xayîn ji hêla provakator û feodalan hate sehît kirin. Bi vê rêyê em wan bi bîr tînin û rehmetê ji wan re dixwazin bila ruhê wan sad be..

Hinek kesên ku berê berpirsîyarê TKDP / KUK`ê bûn ku nuha di nav PDK-Bakur de ne vêya bas zanin ku TKDP / KUK di Konferansa xwe ya 1981`ê de ev bûyer û çend bûyerên din ku ne armanca wê bû rexne û sermezar kir û ji raya gistî re eskere kirin. Manîpulekirina meselan gerek ne karê wan camêran bûya. KUK`ê 24 sal berê ev mesele tawanbar kirîye. Ger pêwîstî bête dîtin dîsa sermezarkirina wê bûyerê ne tistekî zor e. Lê PDK - Bakur pistî 27 salan vêya ku dîtibe navê vêya kesf e. Vê kesfa pistî 27 salan mirov dide fikirandin. Gelo tu bûyerên weha di dîroka me de qet çênebûne ? PDK - Bakur, birîneke ku qasilk girtîye duxrîne û ji nuh de navbêna hêzên Kurdan vedike. Ma navê vêya ne fesadî be, gelo çiye ? Bas e, kesên derdora TKDP / KUK`ê ji hêla kê hatin kustin? Gerek wan jî zanibe ? Helbet zanin, lê li hesabê wan nayê bi nav bikin. Qey wan kesan kustun heq kiribûn ? Ma ew ne welatparêz bûn ? PDK - Bakur çima nabêje ew ji hêla kê ve hatin kustin û çima hate kustun ? Çima bûyerên wê demê naynin bîra xwe ? Qey wanê erîskarî û kustin li hemberî KUK`ê dikirin xêrxwazbûn, yan jî soresger bûn ? PDK Bakur bi vê daxuyanîyê kustina hevalên KUK`ê wek kiryarek rewa dide rêdan.

PDK - Bakur xerab dilîze ! ! ! Ma PDK Iraq û PDK Iran hindik ji hev kustin! PDK Iraq û YNK hindik ji hev kustin! Bûyerên wanî, çi mixabin di dîroka me de gelek in ! Ger her kes bûyerên 27 sal berê bîne dîne ber xwe û ji nuh de germ bike, gelo wê halê Kurdan çibe û PDK-Bakur li pê çi ye ? Gerek navekî lêke ? PDK - Bakur, bi vî zimanê êrîsker û fesadî dixwaze xwe bighîne ku ? Hela hela di dema ku em tê de derbasdibin ku ji bilî yekîtî û dostanîyê bi kêrî tu kesekî welatparêzê Kurd nayê !

“Kustina Remezanê Hasîm mixabin bi zanyarî hatiye kirin. Hemî kesan dizanî ku bi Sehadeta Remezanê Hasîm dê derbeyek mezin li PDKê bikeve. Ji aliyê din ve bi kustina Remezanê Hasim, bi cureyek serê bîr u ramanê Barzanîyê nemir hat kirin”

PDP-Bakur, di bin ga de li golikê digere. Wer xuyaye ku acizîya wê heye. Wek ew bi xwe jî dibêje KUK û PDK yek in, ne du partîyên cuda ne. Wê gavê KUK derbê li kîjan PDK`ê dixe ? Ma Qiyada Muweqet ( Kürdistan Demokrat Partisi-Geçici Komitesi ) kî bû ? Ji hêla kê hatibû damezirandin? Yê biryara damezrandina Qiyada Muweqet dabû, ma ne Barzanîyê mezin bi xwe bû? Ma ne PDK bi xwe bû ? Kê bi hevalên xwe, bi çekên xwe, bi temînkirina erzak, bi rêbertîya pêsmergan, sazkirina radyoya “Dengê Kurdistan”, sazkirina kampa ( meqer ) Yekmala ( li devê Xabûr ) alîkarîya soresê dikir, pêsmergên birîndar tedawî dikir ? Kê jin û zarokên pêsmergeyên PDKI ku ji ber zulm û tadayîyê koçber bûbûn bi cîh û war dikir, xwedî dikir hwd….. Kê temamê enerjîya xwe ji bo geskirina soresê li basurê welatê me serf dikir ? Ma ew ne KUK bi xwe bû ? Ma qismekî pêsmergeyên “Qiyada Muweqet” ne hevalên KUK`ê bûn ?

Ger pirsgirêka PDK-Bakur ji xwe re pêdekirina nasnamakê be, wê konê xwe li cîhekî sas danîye. Tu kes bi nasnameya hinekî din, bi dîroka hinekî din xwe nagihîne tu deran. PDK-Bakur, dixwaze li çi xwedî derkeve, li kîjan dîrokê xwedî derkeve, li kîjan huqûqî xwedî derkeve ? Derbasbûna KUK`ê xuya ye; bi nefsbiçûkbûna xwe, bi tekosîna xwe, bi soresgerîya xwe, bi sehîdên xwe xuya ye. Bila PDK - Bakur xwe di ber çav re derbas bike ku bê ew çi gavê derketîye holê ku nuha li dîroka KUK`ê xwedî derdikeve. Mirov derdê wê fêm dike.

Gotinek pêsîya hey e, dibê :
”Gava ga dikeve kêr pir dibin” Ma ev tesaduf e ku PDK - Bakur û Sîraç Bîlgîn ( Her kesekî bi sîyasetê eleqedar sîraç bîlgîn ji nêzîk de nasdikin ) di yek demê de, bi yek devî û bi heman metoda êrîskar, êrîsî KUKê dikin? Ev kîndarî ji kuderê tê ?

Em hêvîdarin ku hemî endamên PDK-Bakur, daxuyanîya ji hêla Sîraç Bîlgîn û “Sekretêrîya Ragihandinê ya PDK - Bakur” hatîye wesandin, bas sîrove bikin, hela hela ew kesên derbasbûna wan, tekosîn û keda wan di nav KUK`ê de hebe.

PDK - Bakur di daxuyanîya xwe de dibê ku; “Lê îro em bi kêfxwesî dibînin ku bi sedan kesên ku ji çavkanîya PDK dihat û pistre jî di nava KUKê dê xebat kirine niha di nav refê PDK - Bakur de mil bi mil wek biran kar û xebata xwe dikin.” Gelo çend PDK-Bakurî hene ku bi sedan KUK î ku di nav wan de cîh digre ? Ger hurmeta wan bes ji kesên ku di nav wan de cih girtîye hebûya, wê di malpera xwe de daxûyanîyek wisa newesandina. Em hevdû nas dikin.

Gelek kesayetîyên Kurdan hene ku ew malê dîrokê ne :
Sêx Seîd, Qazî Mehemmed, Seyîd Riza û Mustefa Barzanî ji wan hinek in. Wan mêrxasana di dilê temamê Kurdan de cîyekî taybetî girtîye. Wan tekoseran nexin nav gengesîyan û bi hissê welatparêzan nelîzin û bi hissî mesela negrin dest. PDK bi bernameya xwe “Hukmê Zatî” ( otonomî ) dixwest. TKDP hîn di kongra 3. ya 1977 an da serxebûn û Kurdîstanek yekbûyî doz kir. Ma ev “li dij derketina bîr û ramanê Melle Mustefa” ye ? Heta demek nêzîk PDK-I otonomî (hukmê zatî heqîqî) diparast, lê îro brêz Mesud Barzanî doza serxwebûnê dike. Ma ew li dij bîr û ramanê Barzanî`yê nemir e? Ew ne tistekî ehlaqîye ku mirov rêber û serkêsên Kurda ji miramê xwe re bike alet. Lê PDK - Bakur çi dixwaz e, bila eskere bike.

Tu derdekî KUK`ê ku axa û bûrjûvazîya bîne ser desthilatîyê tunebû, ger derdê PDK - Bakur ev be, bêje bila axa û bûrjûwazî di Kurdistanê de serdest bin, bila vêna bi durustî bibêjin. Vana cudatîyên me yên sîyasî û ramanî ne. Lê tekosîna me, berî her tistî neteweyî û demokratîk e. TKDP / KUK`ê dîsa di kongra 1977 an de li hemberî fasîzmê helwest danî, ji ber ku fasîzm tahlûke bû û ev tahlûke berdewam e. Sasî di ku de ye, çima PDK-Bakur ji van lênerînan ewqas aciz e ? TKDP / KUK, 29 sal berê pêsîya xwe dîtîye û xebateke bi rûmet kirîye. Ger nêta PDK - Bakur lênerînên 40 sal berê parastin be, bila eskere doza wan bike. Kumê xwe dînin ber xwe û rast bipeyivin! Serê însana tevlîhev nekin û berê qublê li ber însana sas nekin! Bernama TKDP, bersîva wê demê û bersîva dema me nedida, loma jî guhertin pêwîst bû. Di pêserojê de jî pêwîst be wê gelek guhertin çêbibin. Mirov li gel be, yan jî li dij be, ew biryara piranîyê ye, pêwîst e ray li huquqê rêxistinî bê girtin.

Di demeke wanî nazik ku her dem diçe hêzên Kurd xwe nêzî hevdû dikin, toleransê rê hevdû didin, yekîtî û platformên Netewî avadikin, daxûyaniya PDK Bakur bêwext û bêisabet e û ji xeynî xisarê û perçebûnê tu fêdê nagehîne doza welatê me.Telafîkirina wê jî dikeve ser mille PDK Bakur. KUK rûmeta me ye serbilidîya me ye !

27. 04. 2006


Qedrî Lalanî : ( xebatkarê TDK - Tevger' ê )

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg