PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xizan Þîlan : MÝN DÝL AÞ KÝR




MÝN DÝL AÞ KÝR


Li ser lêvên
bajarê Bêdlîsê
hilma cixareke
pêçayî me
kezeb û cîgera min
bûye hewþa
titûn çandinê
di xwelîdanka xwe de
rijika cixarê me
axîn û nalîn
di dûmanê cixara gewriya min de
hatin meyandin
li nav kaniya rondikên
çavên gewra xwe
ji tîna qewirî me
li nav çolistanên
qefesa rinda xwe
laþekî rût û genî me
li beyanan
li ser sêla tendûra
dilbera xwe
tîna qirþ û qalên
çayeke demgirtî me
li meyxanan
di dilê piyala xwe
ya bêdeng de
noþîcanê devê
meyxoþa me
dewsa hevokên kal
peyvên pîr
bi awirên çavên xwe
yên newêrek diaxifim
li þevbihurka dengbêjan
hozanekî zindî mirî me
li pêþangeha
xemkêþiya helbestan
þairekî jibîrkiri me
demsalên giyanê min
ne dikenin
ne jî digirîn
di lalbûna xwe de
dicemidin
li siya þewqa
findeke cirifandî
xewên min stewr in
xewnên min tarûmar in
hêviyên min sêwî ne
li dojeha
hinavê xwe
êþ û tirsên xwe
bi ava kewserê
diþom
êdî min dil aþ kir
xwestekên dergûþa
nava dilê xwe
mirar kirin
mirar….

Stockholm, 28. 12. 2005


Xizan Þîlan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf