PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! A. Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike.


Newroza DTPê û MHPê ma bihareka din


Abdullah Ocalan di dadgeha Tirkan da cara yekekemîn vî gotina xwa got :
Di parêzkarîya Abdullah Öcalan da : „ Armanca avabuna min ya arizî ( þexsî ), li hember hebunek Kurdan ya ji Sevr ê bitirs derkevim “. ( Abdullah Öcalan´ýn savunmasýndan : „ Kiþisel varoluþ gerekçem, Sevr den daha tehlikeli bir Kûrd oluþumunu engellemekti “. ) Hewceye her Kurd, li ser gelekî gotinên Abdullah Ocalan biponice ....!
. . .

Nivîs Xoybun Com : http://www.pdk-xoybun.com

DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! Abdullah Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada, xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike...

Cîgirê Serokê DTPê Birêz Sirri Sakik : Gurubek Þandeya ( Heyeta ) MHPê mêvanên me ye. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Em ê bi baþtirî hemêza xwa ji mêvanên xwara vekin.

Li gor ku rojnameya tirkî, Rojnameya Vatan ( Vatan Gazetesî ) radigihîne partiya tirkên nijadperest û faþîst MHP û DTP a ku serokên wê Ahmed Türk û Aysel Tugluk in, ewê li Mêrdînê bi hev re Newrozê pîroz bikin.

Cîgirê serokê MHPê Mehmet Þandir ji bo tevî beþdariya civîna kongreya partiya xwe bibe û doh çû Mêrdînê. Berîya ku birêkeve, wî ragihand Rojnameya Vatanê ku ewê li Mêrdînê beþdarê programa televizyoneka herêmî bibe. Ewê di TV ya hemî de eþkere bike û eger ew bê vexwendinê li Mêrdîn beþdariyê di Newroza DTPê de bike. Eger DTPyî vê banga wî bibihîzin û wî vexwînin bi rastî jî ew ê beþdar bibe.

Li ser vê yekê, Rojnameya Vatanê li Cîgirê Serokê DTPê birêz, Sirri Sakik geriya û ev daxwaza MHPê ragihand wî. Rojnameya Vatanê ji birêz, Sirri Sakik pirsiyar kir ku bersiva wan çi ye. Sirri Sakik jî berê bi serokatiya partiya xwe þêwirî, piþt re daxuyaniya xwarê ragihand Rojnameya Vatan.

Sirri Sakik : “Bi rastî ez matmaî ( þaþ ) mam. Mehmet Þandir û þandeya MHPê a li gel wî mêvanên me ne''. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Emê bi baþtirî bersiva nîzikatîya MHPê bidin. Ji xwa Tirkiye jî bi tevayî muhtecê lihevkirineka wiha ye. Em vê gava birêz Þandir gelek pozîtîf û gelek giring dibînin.”

Nivîs Xoybun Com : http://www.pdk-xoybun.com

Çavkani : Net Kurd http://www.netkurd.org

Newroza DTPê û MHPê ma bihareka din

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU


Dagirgerê Kurdistan ê Tirkên hov van kurdan bi hovîtî darda kirin



XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU

Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu
Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu
Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng þarin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu

Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu
Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devþîrmeyê çekdar bu
Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin
Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu

Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu
Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuþtin bu
Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek þandin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu

Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda þehîd bu
Çend þeþ salên reþda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu
Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin
Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu

Hinek bi banga aþitîyê aþuber û bê hiþ bu
Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu
Navê aþitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu

Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu
Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu
Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeþmer bin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu

Hinek caran jî wekê cengaweran tekoþînger bu
Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu
Wan zarê Kurdê tekoþînger boy azadî xapandin
Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu.

07.11. 2002


Ali Cahit Kýraç

mirezdin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


  • Dagirgerê Kurdistan ê Tirkên hov Þex seîdê Pîran, Xalitê Cibirî, Seyîd Riza û hevalên wan bi hovîtî darda kirin ....


    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf