PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Medoke melê


Medoke melê

Ax min dî ji gund û wêdan ji gund û wêdan
min dî mitirbe li kambaxê gundême li daholê û li zirnê dan

Min dî medoke melê û hedoyê hana
Çembilê hevdû girtin
Çûne hafe govendê perê dîlanê
ji qehrê girgirekê Filihe û Misilmane
xwe hildan û li erdê dan.

Hedo yar yar yar yar yar yar
kule dilêm yar yar yar yar
kesere canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

Ax li hev rûniþtin li hev rûniþtin
medoke melê û hedoyê hane li hev rûniþtin
gotin digotin çîrok di hiþtin
hêstirê her dû kewe kevirê ber beste di maliþtin
masî yê binê ava di birijtin
mirî yê goristane kefenê xwe li serê xwe pêçan
û li ser kêlê xwe rûniþtin
û gurzê gule li þûn di hiþtin.

Hedo yar yar yar yar yar yar
kule dilêm yar yar yar yar
kesere canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

Mele digo medo lawo li va xebere li va xebere
ezê rabim dengê xwe bikim li va tilabe li feqelere
da medo bibne hafê va bêndere
medo bi bidna bi kêra û bi xencere.

Medo digo bavo chima li va xebere li va xebere
çima tê dengê xwe bikê li va tilabe li feqelere
çima wê medo bibne hafê va bêndere
çima wê bi medo bidna bi kêra û bi xencere
îsal heft sale te xêre bavê xwe ne daye
min bike xêre mirî ye
bêje hedoyê hana were medo bibe ji xwe re,

Hedo yar yar yar yar yar yae
kule dilêm yar yar yar yar
kesere canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

Çav kanî : dengbêj Sebrî yê Asye
Berhevkirin : Þivan - Bavê Þêxmûs.

Elmanya, 27. 02. 2006


Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf