PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BANGNAMEYEK





BANGNAMEYEK :

JI BO RIZGARBÛNA BI YEKCARÎ - MA TURKOFONÎ TA KENGÎ ?


Divê em bibêjin, ku ciyê serbilindî û shanaziyê ye, ku îro mishe nîshande û faktor diyarî me dikin, ku her rojên ku dihere, hesta neteweyî ya milletê me yê mazin û hêja ber bi ewcê ve hildikishe. Berê, me dinivîsî, KURT, îro em dinivisînin KURD. Berê em jixweber (automatîkî) bi tirkî dipeyivîn, îro her chend xezîna peyvên ku em nas dikin ne pir dewlemend be jî, em dîsan hewlê didine xwe, da ku em her dem bi kurmancî bipeyivin û binivîsin. Hema me di shûna peyva “merhebayê” de jî gotiba; beyanî bash, roj bash, êvar bash, shev bash û ev dema te xwesh, hingê dilê me tam diket cih.

Lê belê, pir kes ji endamên milletê me, hîna jî TURKOFON ( yên ne tirk in, lê bi tirkî dipeyivin û bi tirkî difikirin ) in û di belaya TURKOFONIYÊ de lewitîne û li riya jêderketinê digerin. Turkofonî ne tenê belaya serê me ye, her wisan belayek sere milletên din e jî. Lê mixabin ji her milletî bêhtir em raberê vê nexweshiya civakî bûne. Nexweshiyek welê ku, ji serdema dagîrkirina qewm û eshîrên hûn, mongol, ogûz, selchûqan vir ve ye, ku bi serê me de hatiye.

Ma qey em ê xwe ji vê belayê qet rizgar ne kin? Me bawerî heye, ku riya bi yekcarî ji vê belayê rizgarbûnê; xwe rexnekirin e. Di vê meydanê de, me, xwerexnekirinek kesane gerek e.

Divêt mirov weke, ku li dadgehek be û dadger ji mirovî bipirse, vê pirsê ji xwe bike :

- Tu kî yî ?
- Ez Kurmanc Im.

Lê mirov temashe dike, ku hîna pishtî vê bersivdanê jî, tu bi tirkî dipeyivî, bi tirkî dihizirî, bi tirkî dinivîsî, stranên tirkî distirêyî, weke tirkan slavê didî! (merheba!!!), li gor chanda tirkî têkiliyek axawarî û begnaz bi zayenda ( genus ) din re ( anku bi kech û jinên kurd ên cefakar re ) dikî û hîna jî, ji xwe re jî dibêjî ”ez kurd im, kurmancê bash im!”. Ma ev ne xapandin e? Ma ev ne kurmancbûnek saxtekar e? Ma ev merc û hoyên mirovbûnê ne qey ?

Ji bo ku bikaribî di rastiyê de bibî kurd, hingê divêt vê rewshê serûbin bikî û bi tirkî NE peyivî, bi tirkî NE fikirî û bi tirkî NE nivîsî. Qurretî û begnaziyên bandûrkar li ser kech û jinên cefakar ên kurdan NE kî.

Gava te pêdiviyên pirsa yekê, bi vî rengî, cî bi cî kir û te xwe di reftariyê ( pratîkê ) de jî kire kurmanc, hingê rewsh û pergala kesayetiyek kurmancbûniyê dîsan ji ber chavan derbas bike û careke din jî, ji xwe vê pirsê bike:

- Kî me ez ?
- Ez Kurmanc Im.

Vêca mirov temashe dike, ku pishtî vê pirs û bersivdanê, bi tirkî Na peyivî, bi tirkî NA hizirî, bi tirkî NA nivîsî, stranên tirkî NA stirêyî, LÊBELÊ hîna jî bi tishtê tirkî dikenî, bi tishtê tirkî digirî, bi tirkî xewnan dibînî, xwarina tirkan dixwî, cilê tirkan li ber xwe dikî, hîna jî stran û klamên civata tirkan guhdarî dikî, hîna jî, gava slavê didî, dibêjî ”merheba” - silavê bi tirkî didî, di nav civatan de, ne ku te ji xwe re kiriye prensîbek lê ji bo xelk li ser te bibêjin, ku ”filan kes bi kurmancî dipeyive”, ne her car, tenê carina û loma bi kurmancî dipeyivî. Xwedî kultur û rawishtek (tebîetek) tirkî yî. Li ser jinên kurd ên berbendkirî dîktator î. Di kirîn û firotinê de, bi awayek gishtî, di warê danûstandina aborî de, tirkexlaq î! Û hîna jî, ji xwe re dibêjî ”ez kurmanc im !”
Na ! kurmanciyek welê jî me navê ! Navê vî mirovî, bixwazî – nexwazî TURKOFON e – ne kurd !

Ev xalên li jor jimartî, pêwîst e bête guherandin û ev mirovê, ku ji kok û binyad de kurmanc e, divêt carek din ji xwe bipirse :

- Ma ez turkofon im ?
- Na Divêt Ez Kurmanc bim !

Hingê tu :

- her dem bi kurmancî dipeyivî,
- her dem bi kurmancî dinivîsî,
- her dem bi kurmancî distirêyî,
- her dem xewnên xwe bi kurmancî dibînî,
- her dem bi rawisht û tebîeta kurmancî radibî û rûdinî.
- di kirîn û firotinê de êdî ne tirkrawisht û xapînok î,
- rêz û nirxê jinên bindest êdî bash dizanî,
- li ser êsh û birîna kûr a milletê xwe yê jar jî, chi ji destê te were dikî û di vî warî de pash de NA mînî.

Ev in merc û doxên kurmancbûniyê, yên herî bingehîn.

Ne ku tu bi her shêweyê jiyanê bi tirkî rabî rûnî, ta shekl û shemala te jî, dirûb û qiyafeta te jî weke ya tirkan be. Hingê mirov ni kare ji te re bibêje, ku tu kurmanc î. Tu û kurmancîtî hûn ji hev pir dûr in. Tu ji ew doza bilind û pîroz a rizgarî û tolestandina milletê xwe, gelek a dûr î. Tu turkofonek bêkok û bêbinyad î.

- Ta, tu bi kurmancî ne peyivî,
- Ta tu bi kurmancî ne hizirî û bi giyan û rawishta kurmancîtî ne dî - ne stînî,
- Ta tu ji bo doza pîroz a millî xwedî hest û helwêst ne bî, tu ji bilî turkofonek - ji kok û reh veqetandî - ne tishtek din î!

Te chend pirtûk nivîsîbe jî, te chend sal shoreshgerî kiribe jî, ta te chend sal ji bo dozê li zindanên dijminan raza bî jî – tu hîna jî xwedî rawisht û exlaqê tirkî yî, tu weke tirk î – ne weke kurmanc û te xwe ji belaya turkofoniyê hîna rizgar ne kiriye! Ji lew re NIRX Û HÊJAYIYÊN NETEWEYÎ DI NAV ZIMÊN DE HONANDÎ Û LÊKIRÎ NE. Ma ne ”serokê” me yê herî "bilind", "serokê netewî”, ku bi salan li derveyî welêt ma, lê dawiya dawî, tirkîaxêfiya wî, ew teslîmî tirkan ne kir? Tu bi salan di axeftina tirkî de israr bikî, fermo tirkî te dibe xweînkarkirin û teslîmiyetê. Di vir de pêwîst e, ku dîsan were gotin, ku her tenê ”tirkîaxêfiya wî necamêrî” ew ne bir ber deriyê xiyanetê. Hin tishtên dinê jî hebûn, ku van faktoran hemû pêkve ew dan destê tirkan. Lê belê vî mirovê ku navê wî ne yê xêrê be, ji serî de xwe li zexeliyê danî bû, ku piraniya me hay jê ne bû! Ew em tev xapandin. Di nîvê salên 1990'î de, gava mamoste Îsmaîl Besîkcî PKK'ê li ser vê mijarê rexne kir û got "divê Zimanê Kurdî li her qada jiyana têkoshînê bête bikarhanîn" û gava chi bersivek erînî (musbet) li ser vê rexneyê ji PKK'ê ne hat, hingê me fêm kir ku rewsh pir a dijwar e. Tu bi ziman û hêjayiyên millî yên tirkan rabe-rûne û bibêje ev ji bo rizgariya kurdan e. Li vir tishtê ku hev bigire nîn e. Mirov yan tirk e yan jî kurmanc! Tu bi her shêweyê xwe, weke tirkan bî, tu tirk î. Tu bi her shêweyê xwe, weke kurmancan bî, tu kurmanc î. Ji vê matematîkê hêsantir matematîk nîn e.

Ev her sê pirsên xwe ji xwe bike û xwe muhakeme bike. Dawiyê tu wê ciyê xwe bibînî. Heger tu turkofon bî, riya xwe biguherîne û vegere ser reh û koka xwe. Lewra li dunyayê ji bêkokbûn û ji bêeslbûnê bêrûmettir, tishtek din nîn e. Ev nexweshiyek e di rewsha derûnî (rûhiyetî) ya sosyal-psîkolojîkiya girseyî, ya kesayetiyê, ku li cîhanê tenê li Tirkiya îroyîn peyda dibe. Tirkiya îroyîn karxaneya ( fabrîka ) hilberîna ( üretim ) kesayetiyên turkofon e. Tevnê asîmîlasyonê ye. Civata Tirkiyê ev heshtê sal in, ku bi berdewamî li ser endamên ji milletên kevin ên Anatoliyayê ramyariya ( polîtîkaya ) veristin û sirrîn û jêbirina kesayetiyê bi rê ve dibe, ku her yek ji welatiyê xwe bike dûvikê îdeolojiya fermî ya turkofoniyê û kemalîzmê. Di rastiyê de, tirk balkaniyên jixwedechûyî ne. Turkofonê herêma Balkanê ne. Yûnan in, sirb in, bulgar in, kurd in û ereb in, lê ziman û kultura wan tishtek e, ku îro me nav lê daniye û jê re gotiye ”tirk”. Li civata tirkan temashe bikin, heger we di kolanek de, ji hezar mirovî tirkek peyda kir, hingê werin bibêjin ew der Turkistan e. Ji hezar mirovî, ji hezarî mirovek ( 0001 ) tirkê ji milletên Asya Naverastî ye. Yên mayî, hemû ji milletê Balkan in, ku osmaniyan ew bi zora shûrê guherandin ser misilmanî û tirkbûnê. Ma dirûbê Silêman Demîrel bi ya tirkên Asya Naverastî dikeve? Dirûbê Ecewît, Turkêsh, Erbakan, Chiller, Özal, Yilmaz û Erdogan? Kî ji van ji Asya Naverast e? Belku Turkêsh, lê bi misogerî ne yên din.

Di riya doza xwe ya kurmancbûnê de, heger ne bi rojek du roj be jî, hergîz rojek nêzîk de, tu wê bi serkevî. Ji lewra:

Ji welat û milletê me kevintir, ji chanda me kevintir, kêm welat û millet li cîhanê hene. Ma ne zaniyarên cîhanê, hêdî hêdî bi riya ilmê komputerê, bi analîza DNA'yê gelek rastî ne derhanîn ber ronahiyê? Ma kî dikare van tishtan veshêre êdî? Bi riya arkeologiyê, chi derhanîbûn ser ruyê erdê, hemû kiribûn mal li ser ermen, suryan, fars, ereban û ta li ser tirkan jï! Lê îro, Teknologiya Agehdariyê (IT), derfet û mecal na de van sextekariyan. Ew tehta ku tirko li ser rî, baranê zû de ye, ku shûshtiye. Dem ne ew dema berê ye. Gava lêkolînerên almanî, sala 1997'ê bi hêza analîza DNA'yê derhanîn meydanê, ku di dîroka mirovayetiyê de, chandin cara yekemîn li ser Kurdistana Mêjûyî hatiye kirin, ev rastî na yête veshartin. Lê dîsan jî tirk vê rastiyê shêwandin û cilqandin, navê xwe li ser danîn û ji xwe re kirine mal. Di vê dokumentê de, Navê Kurdistanê bû ”Bashûra Rohela Tirkiyê”, Navê bajarê dîrokî yê pir kevn û navdar ”Amîda” bû ”Diyarbekir”, Navê Chiyayê Reshî Shewitî jî bû ”Karaca Dag” !

Lê belê, kî chi dike bila bike, rojek wê ev rastî xwe bi hêztir nishanî milletê cihanê bide. Ew ê di rojek nêzîk de, nav û chanda milletê kurd, yek ji shîrîntirîn kultura milletên cîhanî be, ku stran û xwarinên kurdî li ser lêvên nîvê welatiyên dunyayê be û nîvê dinê dunyayê jî pir bi hijmekarî navê kurd bihênin ser lêvên xwe û cil û bergên kurdî, shal û shapikên kurdî li bejna xwe girêbidin. Ji lew re ji welat, ji ziman û ji chanda milletê kurd esiltir û orgînaltir kêm welat, ziman û chand li dunyayê hene.

Ev in dewlemendiya me : Bi kok û rehbûna cografya welat û milletê me, mezinbûn û canfîdakariya milletê me.

Dewlemendiyên ser û binerdiya xaka Kurdistanê. Ma ji van erdem û dewlemendiyan mazintir chi yên dî hene li ser ruyê erdê ? Ma ev ne ciyê serbilindahî û shanaziyek mazin e ?

Bila her dem bijî, di kar û xebata rizgarî û azadiyê de, ji milletê me jî dilsoztir û fedakartir, kêm millet li dunyayê hene.

Her chî rêber û rewshenbîrên me yên mirî, rehmet li gora wan be. Em li ber yadasht û bîreweriya wan bi rêzdarî serî dichemînin, lê yên zindî, divêt pichek bi hêztir li ser van pirsan bihizirin, da ku xurttir bikevin pêshiya nifshên nuh, ku pêsheroja me bêhtir ronahî bibe.

Em bi vê NAMEYA VEKIRÎ, ji rêberên me, vê pirsê dikin : Mazin û xurt kî ye? Dijminê tirk, ku bêkok û bêbinyad û dirr û nemafdar e? Yan jî milletê me yê bi kok û binyad, ku chi kêmasî û qusûrek nishan ne daye di fîdakariya xwe ya ji bo rizgarî û azadiyê de? Welatê me yê dewlemend û mazin ku hema-hema bê ser û bêber e û xwedî chandak bêsînor e. Ji vana yê mazin û bi hêz kî ne? Tirk? Yan Kurdmanc ?

Ta kengî ? Ta kengî ev zilm û zora li ser vî milletê birîndar? Ta kengî ev bêdengî, koledarî ? Ta kengî dostaniya yekalî bi dijminî re? Ta kengî dostanî bi qessabî re ? Ta kengî hestiyê ber lingê segan bî ? Ta kengî em turkofon bimînîn ? Ma ta serteserî û ebediyetê ?

Chend gotinên naskirî ji ”RÊBERÊ” me yê NAVDAR :

- Abd-ul-Turk, Tolehildêrê derewîn, gotiye ”li nik min evîniya kurdayetiyê nîn e”, ”Ez ji tirkek bêhtir tirk im!” ”Dayika min jî tirk e”, ”Ez amade me ku ji Tirkiyê re xizmetê bikim”, ”Ez ji dayika SHEHÎDAN tikaya lêborînê dikim”, ”Ez kemalîstê demokrat im” û hwd. Ta chêrî me kurdan tevan kir û got ku "Kurdistan kerxane ye"!

Shabash bo van nav û peyvên mezin! Ev milletê di nav vê tariya shikencekar û celladî de bêzarmayî, li ronahiyek digere, û xwedê giravî, ”rêber” û ”mazinên” wî jî, bi celladê wî re hempa û hemshehrî ne! Brawo! Hezar brawo ji vî serokê re !

Milletperwerî, ronahiya azadiya milletî ye. Heger me hebûya rêkxistinek kollektîf a demokrat, durust û milletperwer, îro hergîz em jî dadgerê ax û welatê xwe bûna.

EM BI VÊ SEDEMÊ BANG LI HEMÛ RONAKBÎRÊ VÎ MILLETÎ DIKIN, KU JI XWE RE NAVGÎNA (WASITEYA) SHERÊ RIZGARIYA JI BINDESTIYA TIRKIYÊ, JI NÛ VE BI RÊ BIXE !

XEBATKARÊN WELATPERWER Û REWSHENBÎRINO! KESÊN DURUST ÊN DI NAV PKK-KADEK û KONGRA-GEL DE! WERIN NIK HEV Û JI NÛ VE DEST BI DAMEZIRANDINA RÊXISTINEK MILLÎ – DEMOKRATÎKÎ BIKIN! ME NAVGÎN Û MAKÎNEYEK DIVÊ, KU EM XWE JI NAV VÊ BÊDADIYÊ RIZGAR BIKIN. ME SÎGORTAYEK JI MILLETÊ KURD RE DIVÊ!
De rabin! Hemû bibin yek û hezeke durust a milletperwer bihênine holê! Da ku em dagîrkeran tev ji ser axa xwe ya pîroz bimalin! Gava me ew ji ser axa welatê xwe derhêna, hingê jî em hesabê ji wan bixwazin! Dewleta tirk, ew chend xwîna zar û zêrch, xort û ciwan, kal û pîrên me ên bêsûc û bêguneh rijandiye, ku em ew hezar û yek car dijwartir mehkûm û ceza bikin. Nerx pir biha ye tirko !

Zaniyar û zaniyarî pir bi bashî fêm kirine , ku NIRX Û HÊJAYIYÊN RASTEQÎNÎ YÊN NETEWEYÎ DI NAV ZIMÊN DE HONANDÎ Û LÊKIRÎ NE. gava tirk "zimanê xwe" dipeyivin, ew bi peyvên ji zimanê kurdî, erebî û farisî dipeyivin. Ji lew re ye ku ew ji nirx û hêjayiyên resen ên tirkbûniyê bêpar in. Tirkên resen li Asya neverast in, ne li Anatoliyayê. "Tirkên" li Anatoliyayê vê jî ni zanin.

Tirk îro di televîzyonê de bi zimanê kurdî pesn û propagandaya kemalîzmê dike. Ma armanca me ev bû? Ma me ev chend êsh û elem ji bo vê kanala televîzyonê kishandin? Divêt mirovên millethez, demokrat, bi namûs û bi sheref vî tishtî ne pejirînin. Heger tirk bi biryara xwe jî, Kurdistanê li cih bihêle û ji welatê me derkeve, divêt dîsan em ew ne bexishînin, nerxa xwîna zaro û xortên xwe yên bêsûc û bêtawan bixwazin. Tole û heyfa van kesên bêguneh li erdê ne hêlin. Gava xwîna ew shehîdên dilpak li erdê be, gava dengê wan ên teze wisan bi zelalî bête guhê me, ma chawa em bi wî destê bi xwîn bigirin bihejînin ?

Gotinek li kurdmanciya gewr heye, dibêjin: ”ked li ber bayê ket, chû!” Gelo ji ber chi sedemê ev gotin bi bîra me ket ? Me bawerî heye ku piraniya we bersivê bash dizanin. Her dem milletê me yê mezin û hêja, xwîna xwe weke avê dirijîne, ku hema pichek azadî ji xwe re bi dest bixe. Ji bo xwe bigehîne armanca azadiyê, xwe her dem gorî dike. Lê mixabin dema nêzîkî azadiyê dibe, hin kes, weke manga qerr, lingê xwe li satila shîrî dixin û shîr dirijînin erdê û riya azadiyê dûrtir dikin.

Zemanê serok-meroktiyê chûye. Dem dema demokratî û Birêvebiriniya Demokratiya Pêkve ( kollektîf ) ye. Zû dem winda ne kin, bi rêkevin, da ku em chetirek ( shemsiye ) ji bo hemû kurdên milletperwer, demokrat û têkosher ava bikin. Ma qey chi yê me ji filistîniyan kêm e ?

- Bi hêviya, di nav refên hêzên milletperwer ên durust de hevdîtinê, bimînin di xweshiyê de !


2004-07-31

----------------------
sh= ,s
ch= ,c

Bavê Barzan