PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Cîranê


Cîranê

Dilê min bû behra belek
Te av jê vexwar gelek
Cîran ezê te bigrim
Bira biteqe felek

Cîran wa diçim sûkê
Ji ter bînim xemla bûkê
De tuê rabe lixweke
Bibe bûka Kerkûkê
De tuê rabe lixweke
Wek kevokek Duhokê

De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin

De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û ewan
Êdî ji me bigerin

Cîran cîrana min
Tu rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min
Tu xweþ e li ber dilê min

Dilêm bû Behra Wanê
Çem û kanî av danê
Xwezî bi teyra baskbelek
Ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê
Dimîne li ser Sipanê

Cîran melhema dilan
Bi þev were nav gulan
Cîran melhema dilan
Bi tenê were nav gulan

Bira kes te nebînin
Dikevin nav du dilan
Destê te bigrim biçim
Ba pêþmergên Kurdistan

De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Herwek Þivan dibêje
Ewan ji me nagerin
Cîran cîrana min tu
Rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min tu
Xweþ e li ber dilê min

Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf