PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Kirîvê


Kirîvê

Ax de were lê, were lê were lê lê...
Ax kirîvê lê lê......ax
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Þengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, þînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ...
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û þop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê...
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Þengala Þewitî
Tê bi þêxa þêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê...
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...

Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Þêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweþbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibþê, mi dîlimezê, min kevoka, þînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna þekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî diþîne, kirîvo lo…

Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf