PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KEÇA KURD
Xelek 2

KUNC(KUNCIK); çi zayendê distîne?

Li ser vê gotinê jî di nav nivîskaran de newekhevî heye, hin ji nivîskaran, zayenda mê ü hin jî zayenda nêr bi kar tînin. Ü hin jî hene dibêjin, navdêrên ku nêrî ü mêyîya wan neberçav e; bê bend ü destür her yek li gora zaravê xwe dikare nêr an jî mê binivîse.Mamosta Deham Evdilfetah yek ji wan nivîskaran e; di pertoka xwe(hindek aloziyên zimanê kurdî) de piþtgiriya vê rayê dike.

Lê, ez bi xwe vê rayê pesend nakim ü ez dêbêjim zimanê me di her biwarê de tevna xwe li ser bend ü destüran çiniye(tenha awerte nebin), lê em hêþta ser wan ve nebüne, ü ne ketine ser kaxezan. Ü di vê mijarê de ez hinekî xebitîme ü min tiþtin ji hev derêxistine, lê ez di wê baweriyê de me, ku hîn gelek navdêr hene, ez bi ser bend ü destürên wan ve nebüme, li gel wêjî di encamê lêkolî-nek, min zayenda neberçav li ser çend malbatan par kiri ye. Ü li gora vê parkirinê, zayenda navdêrên her malbatekê bi bedekê ve hatiye girêdan ü li gora wê bendê jî her navdêrek, zayenda xwe distîne.

Di malbata erdê de, çi tiþta bi ser axê ket(bilind bü), zayenda nêr distîne. Wek: zixur ku biçüktirîn tiþte ü ta digehe kopê çiyê; wî zixurî, wî kêstekî, wî kevirî, wî girî, wî çiyayî...Lê tiþta ku bin axê ket ü di erdê de kür bü, zayenda mê distîne; çem(robar) ji vê bendê der e; awerte ye. Mînek:kort, kun, qul, çal, cok,


bîr...wê kortê, wê kunê, wê qulê, wê çalê, wê cokê, wî bîrê...

Kunc(kuncik), an jî qurçik, di baweriya min de, gotina kunc di bingeh de kunçik e. Navdêra çik jî enîþke, ango serê tüj e ü eva hajî di navdêra çarçik de belo dibe. Vêce kuncik jî kunek e, ya ku di çikek(anîþkek)ê de peyda bü ye. Ü mebesta me ji wê gotinê kun e, ü kun jî di malbata erdê de, zayenda mê distîne. Gotina qurçik(qunçik) jî di bingeh de qulçik e; qul ü kun jî bi wateyekê bi kar tên. Dibêjin: Binê misîn kun bü ye, an jî dibêjin, qul bü ye, herweha jî dibêjin, kuna mar an jî dibêjin qula mar...

Di rojnama(ROJA TAZE), hejmara 62 ê, mamostayê birêz M.Emîn Bozarselan mijarekê di bin navnîþana

(KUNCIKÊ ZIMÊN) de dinivîse; mebesta min jî kunckê zimên e, ku li vir kuncik nêr hatiye, lê ez dibêjim ne raste, kuncik divê zayenda mê bistîne, her wekî min berê þirove kiriye.

Hêvî ji wan nivîskaran dikim yên ku berüvajî vê baweriyê ne, raya xwe jî þirove bikin; dibe ku belgeyin hebin ü ez bikarim pê bawer bikim.Di her tiþtî de em ne yekin; xwezî heme em di destürên zimanê xwe de yekbin ü em bikarin hemî zaravan bi yek rêzimanê binivîsin.


www.kecakurd.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !