PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



PÊÞEROJ Û PAÞEROJ
Xelek 1

Di vê xelekê de dixwazim li ser van du gotinan(pêþeroj û paþeroj) ê biaxivim û li gor dîtina xwe ez dê þirûve bikim. Ji ber ku di roja îro de duberekîyek di nav nivîskaran de , ne tenê li ser van du gotinan , belê li ser gelek mijaran peyda bûye.

Gelek ji nivîskaran ji bo diwarojê(roja siba) pêþerojê dinivîsin û hin jî hene dibêjin ku pêþeroj û paþeroj yek wateyê didin.Û ji van niviskarên ku bergiriya vê þaþýyê jî dikin mamosta Têmûrê Xelîl e ; di kovara (Roja Nû) de (hejmara 105-106) gotarek bi navnîþana (Pêþeroj an paþeroj) nivîsî bû; di baweriya wî de cawazî di navbera van du gotinan de nîne, herweha ji nivîskaran jî dixwaze ku ji bo diwarojê, pêþerojê binivîsin.Min jî hîn ji meha avdarê ve bi gotarekê bersiva wî dabû; ji ber ku li vê carê (Roja Nû) dereng ketibû; hatibû bîra min ku ez wê bersivê di rojnama(Avista) yê de belav kim, Lê baþ bû ku kovara Roja Nû (hejmara 107-108)derket û gotara min jî di nav de ye; xwezî nivîskar û xwendevan bikarin gotara mamosta Teymûr û ya min jî bixwênin û bi karin ji wan sûdek wergirin..

Li vir jî û ji bo xwendevanên (Avista), ez dixwazim van du gotinan(pêþeroj û paþeroj) û li ser hin bingehan þirove bikim. Herwekî min berê got ku di raya mamosta Teymûr û ya hin ji nivîskaran de, ew herdu gotin bi wateyekê tên...Di baweriya min de, ev raya ha ne di cihê xwe de ye; ji ber ku ev herdu gotin di wate de berûvajî hevin; weku rojhilat û rojava, çawe yek cihê a dî nagire, pêþeroj û paþeroj jî wehane, yek cihê a dî nagire.

Kurmanc dibêjin:(pêþiyan ji paþiyan re gotine).Pêþîyên me jî bav û bavpîrên me ne. Di demek e pêþ me de jiyana xwe bûrandine. Pêþîyên me, mirovine li pêþîya (berî) me çêbûne, em paþê, di pey wan re hatine.Ew dem û rojên ku pêþiyên me tê de jiyane, ji dema îro re bûne pêþeroj; rojek pêþ niha bûye.

Her wekî çawe di heftiyê de , roja þemiyê li pêþ duþem û sêþemê ye, duh li pêþiya îro bû ye û îro jî li pêþiya sibe ye.

Hin ji nivîskaran þirûvedikin , ku pêþeroj, rojek di pêþiya me de ye û ji bo vê jî gereke ew gotin, ji bo roja siba em bikar bînin.Lê wate weha nîne. Di kurdmancîyê de (pêþ û pêþî) hene. Kurmanc dibêjin: Pêþ te ve li min da: li ber çavên te li min da. Pêþiya xwe bide min :Berê xwe bide min .Li pêþ xwe binêre.Li pêþ te sedek erd heye... Di van hevokan de, pêþ û pêþî bi wateya ber, rex û cih hatine, û bi dema niha ve girêdayîne.Di zimanê kurdî de jî weku di hemî zimanan de, gotinek bi çend wateyan heye.Lê ew herdu gotinên pêþ û paþ di pêþeroj û paþerojê de bi dem (wext) ve girêdayî ne, lê ne ew dema ku bête pêþ me. Herweha gotina paþê jî bi dem ve girêdayîye. Ez li paþ we mabûm û min nekarî bi were bigehim, lê paþê , ango di demeke dereng de ez giham. Di raya min de , ku dem hate pêþ(ber) me, wê çaxê dibe dema niha ; tiþta li ber min be, dema wê niha ye; ne duh û ne siba ye.

Li bîra hin ji nivîskaran têt, ku pêþeroj jî weke pêþketinê ye. nexêr; gotina pêþketin , di bingehê xwe de, ji pîvana erdê hatiye; Azadî sedek erd hilkir û kete seda didoyê jî , lê hîn Xelo di seda xwe a pêþî de ye.Azad li ser erdê pêþ de çûye û daye pêþiya xelo. Di palehîyê de jî Azad bi lez û bez dasa xwe tavêje simbilan , melû rêzkirin û da pêþiya hemî palevanan.

Azad di hemî karan de pêþketî ye.Di vê pêþketina azadî de, dem, dema niha ye; palevan bi hevre li ser zadekî palehîyê dikin û yekî ji palevanan , ku Azad e pêþ keti ye.Lê hevalê azadî , ku Xelo ye, mirovekî nekêr e, tim li paþ hevalan dimîne; ew paþketiye.Di bezînekê de jî yek pêþ dikeve, lê yek jî li dawiya hemîyan û li paþ dimîne.

Ehmedê Xanî, navdarekî hêja, ji pêþîyên me ye. Wêjeya Ehmedê Xanî pêþeroja toreya neteweyî ya gelê kurd e; ji ber ku Ehmedê Xanî ê pêþî ye, li ser Kurd weku neteweyek nivîsiye.Bi wateyeke dî pêþiyên me, pêþeroja me çêkirine. Û berhemên ku di roja îro de têne nivîsîn, bingehekî xurt ji bo paþerojê (rojên di paþ me de bên) re tê danîn . Lê gelo ew paþîyên me , ango ew kesên di paþ me de bên dê çi xebatê bikin û dê toreya me di çi pirgalê de be, em nizanin.Û nexuya ye ka paþîyên me jî di vê mijarê de kîne.

Ji bo paþerrojê em dikarin çibikin? Di baweriya min de, em dikarin pir tiþtan bikin; lê a ji hemiyê giringtir ku em mejiyê xwe nermkin û her yek ji me nebê avakerê sênceke xurt, li dora zimanê devera xwe(her yek ne bêje êzingê min).Em nivîskar di ber gelek mijaran de, berpirsiyarin, nemaze derbara zimên de.Celadet Bedir-Xan di ber vî zimanî de gelek westaye û berhemeke hêja bi öûn xwe de, ji mere hiþtiye, lê mixabin em nikarin ji wî rêzimanî sûd wergirin.


www.kecakurd.de



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !