PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þêx Xalid el-Berwarî el-Gundikî


Li mintiqa Botan sê Þêx Xalidên meþhûr hene, her sê jî gellik cara bi nîsba el-Cezerî derbas dibin. Hinek cara menqebe û keramatên wa cêh di gwihorin. Ji milê emrî ve yê pêþîn Þêx Xalidê Cizîrî ye her û her bi vê nisbê tê naskirin. Li Cizîrê xwidê daye. Xelîfê Mewlana Xalid e. Sala 1839 ê vefat kirîye. Tirba wî li gundê Basret e. Basret girêdayê Þirnex e. Yê didoyê Þêx Xalidê Zêbarî ye ko ew ji carna bi nîsba el-Cezerî tê nisbet kirin. Babê Þêx Huseynê Basretî ye. Xelîfê Muhemmedê Eynî ye.

Sala 1868 ê wefat kirîye. Tirba wî jî li Basret e. Yê sê yê Þêx Xalidê Berwarî Gundikî ye ko li Gundik Xwidê daye. Li Hewlêr xwendîye. Xettatek meþhûr e, icazename ya wî ya xettî heye (1288 ê hicrî standîye). Xelîfê Þêx Ebûbekrê Racî el-Erbîlî ye.

Ebubekir Racî (melayê kiçik bnr: Daniþmendanî Kurd Der Xizmetî Ýlm û Dîn s.27 mue: Ebdilkerîm Muderris) ew jî xelifê Þêx Osman Sîraceddînê ewwil( 1195-1283 h.) e. Ew jî yê Mewlana Xalid e. Þêx Xalid Gundikî ji nesla pîr Êzdîn e. Sala 1920 li Germkê nîzîk Silopya wefat kirî ye. Tirba wî li wêrê ye. ( bnr: Nûbihar hêjmara 94 )

Þêyx Xalid Efendî xwendina xwe li Hewlêrê xilas kirîye. Þêyx Xalid dewra Axayê Sor de qadîtîya Þirnexê kirîye. Peywendîyên Bedirxanîyan u Þêyx Elî u Þêyx Xalid ji ber nîzîkatîyên maddî u me’newî xwirt bun. Çend te’lîfatên wî hebun. Lê çi mixabin ew îro li destê me de nînin. Lê yên ev berhemên he dîtîn di bêjin derbarî Êzîdîtî u bawerî u jîyana Êzîdîyan de têlîfên wî hebun. Ev eser li ser daxwaza Seydayê wî hatîye tê’lîf kirin. Seydayê wî ji bo lêkolînê rêkirîye Laleþ u çîyayê Þengalê.

Þêyx Xalid, zatek pir zahid bu. Çend gundên dora Girgê (Silopî) dayîne Þêyx, lê wî ne vegirtî ye. Ji ewladên Þêx Xalid, Þêx Nûrî li heyatê ye.