PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þêx Rizayê Talebanî


Þêx Rizayê Talebanî ( 1835-1909 ) helbestvanê kurd e.

Þêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar anîye. Çi merivên hikûmetê bin û çi jî merivên wî bi xwe bin, kê neheqî an xetayek li dij wî an jî li dij xelkê kiribe, Þêx Riza bi hicîvên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.

Þêx Rizayê Talebanî kurê Þêx Evdirrehman Talebanî ye, di 1835an de li hêla Kerkukê li Qirixê hatîye dunyayê. Pêþî li ber destê bavê xwe xwendîye. Paþê ji bo xwendine çûye Kerkuk, Koye û Sîlêmanîyê.

Þêx Riza di 1860î de diçe Helebê, paþê diçe Îstenbolê. Du salan li Îstenbolê dimîne, pîþt re vedigere Kerkukê. Piþtî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe bajarê Koyeyê cem apê xwe Þêx Xeffûr. Kaþo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Þêx Riza, lê paþê nadê. Þêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela rêzek jê weha ye:

"Mamekem qehpejine dewletî Seddadî heye
Talihî rahber û bextî xuda dadî heye......"
Þêx Riza di 1866 an de diçe Erzerûmê û di wir re jî diçe Îstenbolê. Çi li Îstenbolê be û çi jî li derdorên padîþah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Þêx Riza nêzî heþt salan li Îstenbolê dimîne. Paþê di 1874an de vedigere Kerkukê. Piþt re ji karbidestên Kerkukê û ji hin malbatên mezin û þêx û axayên Kerkukê diqehire, ji Kerkukê bar dike diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de weha dibêje:

"Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk
Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk".
Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Þêx Hesen re weha dibejê:

"Bo kerî îlan-î herb kird legel min Þêx Hesen
Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere".
Þêx Riza, Þukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Þêx Riza welê li ser wan nivîsîye ku êdî herdu þaîran jî ji ber Þêx Riza pes kirine. Mesela Þêx Riza di rêzekê de ji bo Þukrî Fezlî weha dibêje:

"Pûre Þukrî besîye ba netgêm û þemet leq nekem
Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem".
.....
Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê þaîr î
Ger kuzî xuþkit wekû eywanî Kesra þeq nekem".
Dîsa di helbestek xwe de henekê xwe bi hin þaîran dike û weha dibêje:

"Çunkî þaîr zor bûwe lem esre da
Bote heþrî nêreker lem hucre da".
Þêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 salîya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra(mezelê) Þêx Evdilqadirê Geylanî vediþêrin.

Þêx Rizayê Talebanî bi kurdî, farisî, erebî û tirkî helbest nivîsîne. Ev helbestên wî hemû wek dîwan cara pêþî di 1935an de li Bexdayê hatîye çapkirin.



Çavkanî :
__________


  • Elaeddîn Seccadî, Mêjûy Edebî Kurdî, Bexdad, 1952.

  • Elaeddîn Seccadî, Edebî Kurdî w Lêkolînewe Le Edebî Kurdî, 1968.

  • Bursali Mehmet Tahîr Bey, Osmanli Muellîflerî, cîld:2, Istanbul, 1972.

  • Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebyeta Kurdî, Stokholm, 1985.

  • Joyce Blau; Memoîre du Kurdîstan, Parîs, 1984.