PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MERVANÊ KELEÞ : Dr. Kemal Seyîd Qadir û du gotar û sîh sal ceza.




Çima Dr. Kemal Seyîd Qadir û du gotar û sîh sal hat ceza kirin ?

Bê guman herdû nivîsên ku Dr. Kemal Seyid Qadir ji bo wan hatiye ceza kirin bi þiwe û di naveroka xwe de pir nizim û çewt in ! Naxwazim dema mirov bizanibe ku Dr. Kemal Seyid Qadir ne nezaneke û bêtirî nîvê temnê xwe li Ewropa derbas kiriye .... Û li zanîngehên wê mafnasî xwendiye !

Lê li hember wê ma gelo þêweyê ku ew li gorê hatiye girtin tê çi wateyê ? Þêweyê ku ew pê hatiye ber dadgehê tê çi wateyê ? Çima ev kêþe ji pêþî ta bi anha tarî û ji raya giþtî re ne rewa ye ?

Dema bêþerm wezîrê” mafên mirovan” yê Herêma Kurdistanê ( Hewlêr ! ) û hin berpirsiyarên din yên Herêmê dibêjin ku Dr. Qadir li gor ” zagonên ” Seddam hatiye tewanbar kirin ma ne qebhet e û dike ku mirov wek Kurd ji ber xwe fedî bike ... Û ew tê ci wateyê ?

Dema bi dehhezaran caþ, basî û sîxurên ( Kurd ! ) ku bi dehên salan namûs û xwîna gelê Kurd TALAN kiribûn lê Serokê Herêmê bi dilekî mezin ew efû kirin . Lê dadgehek Kurd rewþenbîrekî Kurd ji bo du gotaran bi sîh salî ceza bike ma ev tê çi wateyê ?

Ji bo ku sibe kes nebêje hayê Serok jê nebû ........... : Ma gelo hayê birêz Mesûdê Barzanî ji hemû dîtaliyên vê kêþeye heye yan na ????? Ji erkê herkesî ye ku li gor xwe Serok bi vê kêþeyê agehdar bikî ....!!!

Ji tirajîdiyên qederê ew bû ku jehirfiroþê ku XERDELA ku bi ser helepçe de hatibû barandin firotibû Seddam ji bo wê li welatê xwe Holenda bi 15' e salan hate ceza kirin ..... Lê Dr. Qadir ji bo du gotarên sixêf û bêrêziyê li welatê xwe ( Kurdistana þêrîn ) bi, 30 salî hate ceza kirin !!!

Gelo çima TELEVIZYON ÊN Kurdî li ser vê ” BÛYERÊ ” di bêdengiyê de ne ? Ma ew TV ê Gelê Kurd in yan yên partiyên xwe ne ? Ma ne bi mal û xwîna gel ava bûne ?

Ya seyrtirîn û cihê mixabiniyê ew e ku REWÞENBÎRÊN Kurdistanî û Malperên Kurdî bi tevayî bêdengin mîna ku di xara mirinê de bin .... Û ev jî ronî eþkere dike ku hê rojnamegeriya bêlayane li nav Kurdan cihê xwe ne dîtiye !!

Kurdek heta ku terorîst be jî pir þerm e, ku ew li gorî zagonên faþîstekî mîna Seddam bê ber dadgeheke Kurdî ! Bila Kurd Tororîstên ji ola îslamî ên hêz didin xwa ku xwa li Kutrdistanê di teqînin, an jî ên serê Kurdan jê dikin, bi ew kesana di dadgehên Kurdistanê da were cezakirin.

Dr. Kemal Seyid Qadir ”gunehek” kiribe yan na wek Kurdekî û wek mirovekî mafê wî heye ku bi mirovane û bi dadmendî bê ”ceza” kirin yan ”azad” bibe û hertiþt ji raya giþtî re rewa be ...

Herkes dikare þaþ bibe çi wek kes û çi wek desthilatdarî îca ev çi bêdengiye ?

Dema ji anha ve mirov li hember þaþiyên desthilatiyê bêdeng û rexna xwe vekirî nebêje mirov zemînê ji sîstema tirsê re amade dike !

Bi hêviya ku birêz Mesûdê Barzanî bi dûrbîniyeke dîrokî li vê kêþeyê binere û bi dawî bîne destê me li ser dilê me ye û derî ji heralî re vekirî ne !

Ingilistan 24. 12. 2005.

MERVANÊ KELEÞ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf