PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Salih Kobanî : Kurd Paþve Diçin ?






Kurd Paþve Diçin ?


10. 01. 2006 — Humkûmeta Herêma Kurdistanê HHK di 09/01ê de daxuyaniyek derxist di derbarê dadkirina Dr. Kemal Seîd Qadir. Ji ber ko berê hatibû gotin ko Dr.Kemal hate dadkirin li gor zagonên rejîma Saddam, ez weke kurdekî ketime ber fediyê û min ji xwe pirsî gelo ma Seddam çûye lê na ?

A nuha HHK dide xuyakirin ko Dr. Kemal Seîd Qadir hatiye dadkirin li gor zagonên Kurdistana Federal, min ji berê pirtir fedî kir û min ji xwe pirsî gelo em xerîkî avakirina welatekî nûjen ( Modern ) in yanjî me berê xwe daye cengelê ? !

Ji min re qet ne girîng e Dr. Kemal Seîd Qadir kiye, ji kuye, bîr û baweriyên wî çine, heta çi qonaxê merovekî bi exlaqe, sixêfên ko kirine çendî tûjin, mebesta wî çi bû….. û bi dehan pirsên dî.

Ji min re girînge ev welatê ko di destpêka avakirinê de ye, gelo wê bibe cihê þahnaziyê yan na ?

Di vî welatî de cih ji kê re heye, û kî divê zindanî be û çima ?

Rola rewþenbîran di proseya avakirina vî welatî de çiye ?

Ji bo avakirina civakeke sax û xurt pêwîstî bi rewþenbîran heye weke pêwîstiya laþ bi "antîbiotîka", ew rewþenbîrên ko dikarin tiþtên bêkêr û lewaz bibînin û biwêrin ronahiyê bibine ser û dengê xwe bilind bikin.

Hinek "rewþenbîrên" ko dahol û zirneyê ji desthilatdaran re lê dixin, dilê wan dixwest ko serê Dr. Kemal Seîd Qadir bihata jêkirin, rewþenbîrên weha zemînê ji dîktatoriyê re xweþ dikin, rê ji totalîtarîzmê re ve dikin û dibine pençeþêr di laþê civakê de.

Min digot þerme ji dadgehên Kurdistanê re ko Kurdistaniyan dad dike li gor zagonên Saddam, lê eger ev zagon ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve hatibine pejirandin ew veca pergalbelavbûn e; ev tiþta baweriya bi Parlamana Kurdistanê dixe bin pirsê !

Qet ne seyr e gava rêjîmeke faþîst wek ya Saddam Perlemaneke qelp, û bêkêr bide serhev ko ewjî ji aliyê xwe de zagonên faþist bipejire ew zagonên ko dikarin tenê bi kêrî rêjîmê werin.

Lê pir seyre ko Perlemana Kurdistanê ew a ko ji aliyê Kurdistaniyan ve hatiye hilbijartin bibe derbaskirê zagonên dûrî standardên navnetewî, dûrî demokratî û mafên mirovan, zagonên ko dewleta Osmanî tine bîra mirov !

Ez naxwazim rewþenbîrên welatê min yan bêdeng bin, yan pisporên çepikan bin.

Ez dixwazim ko Perlemana welatê min li gor daxwaza dengdaran bilebite û li gor normên cîhana sivîl zagonan deyne.

Ber bi civakek e sivîl, demokrat û azad ve bi mirovin e azad û netirs ko bikaribin rê bigrin li pêþ rewþnbîrên çepikan, rojnamevanên çepikan, siyasetmedarên çepikan, û mamûrên çepikan, yên ko li ser xwîna gelê me dijîn.

10.01.2006

Salih Kobanî

salihkobani@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf