PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xizan Þîlan : SEWDAYA BER DILÊ MIN




SEWDAYA BER DILÊ MIN

Bermalya mala min
êdi xewa min nayê bê te
sebra min nayê bê te
bêhna min
li min teng dibê
sibê ya min
li min dereng dibê
min berê xwe dabû te
li te
digerim
di xewnên þevan de
li te dinêrim
diketim nav ramanên kûr
difikirim
diponijim ji dûr
çavên xwe
li te
digerînim
li ku te bibînim
rastî te hatim
min tu dîtî
li hember xwe
hestiyên min
heliyan
li ber te
xwîna min keliya
ew xwîna ku canê min
li min diperitand
kezeb û eþqa dilê min
li min diþewitand

sewdaya ber dilê min
þewqa awirên çavên te
melûl melûl
diçirisîn
di çavên min
yên xemgîn de
te ez mirovekî
bi hest kirim
evîndarekî
bindest kirim
sergêj
û sermest kirim
ez bûm êsîrê
hez kirina te
qet azad
û serbest nebûm

sewdaya ber dilê min
li te
digerim aware aware
dengê min
bi qêrîn haware
evîna min
ji te re diyare
xemla xwe bike
ber bi min ve were
ji ber bejna te
ya zirav û delal
can li min lerizî
dest û pî
li min tevizî
piþt li min qerisî
ez ji xwe derbas bûm
hiþ û mêjî
di serê min de nema
û li dora te
çerx dibim
ling li min þemitîn
dil û piþk
li min þewitîn

sewdaya ber dilê min
min kûr kûr
keser kiþand
min hûr hûr
hêsirên çavan barand
ez mirovekî
Rojhilatî
xerîbim
li vî welatî
xerîbekî winda bûyî
lê ne li kolanan
ne jî li bajaran
di eþqa te de
di delaliya te de
di bejinziraviya te de
di çavên te
yên melûl de
di dilê te de
winda bûm

sewdaya ber dilê min
li xwe digerim
li te temaþe dikim
xwe dibînim li ba te
ey tu evîndara min
hêvîdara min
carekê li min binêre
xwe bibîne
li ba min

sewdaya ber dilê min
di destê min de
destmala kesk û sor
direqisiyam
li dîlanan dor bi dor
ji welatên li jêr û jor
dipirsiyam
û li te
digeriyam hawîrdor
li sersalan
li demsalan
li havînan
di germa qijilî de
li zivistanan
li ser berfa qeþa girtî
li biharan
li ber bayakî darawîs
li payîzan
di bin þil û þepaliya
baranê de
li te digerim
evîndara min
hêvîdara min
carekê were lê lê
bermalya min
meke nazê
tu yara min î
dilsozê
dilketiya min î
berxa kozê
were li ser
sîngê min razê

sewdaya ber dilê min
min
di ber çavên xwe re
tu bir û anî
þiyar dibin li min
hest û bîranîn
xezaliya te
delaliya te
kul û keder
li min deranîn
zarþîrîna min
çavþîna min
pordirêja min
bejinzirava min
ez mîna kevoka aþtiyê
dilbixwînim
li ser te stranan
dixwînim
ez evîndarekî xizanim
birîndarekî hozanim
hevalê feqîr
belengaz û nezanim
li ser deþt
Çiya û zozanim
axx ax! tu li ku yî
sewdaya ber dilê min?

Stockholm, 10. 03. 2001

Xizan Þilan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf