PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



1. Zimanê kurdî ji bo kurdan çiqas girîng e?


Ku dewletek zimanê miletekî qedexe bike û bi hemû dezgehên xwe bixebite ku ev qedexe di jiyanê de bimeþe, êdî ne hewce ye ku mirov zêde li ser girîngiya wî zimanî rawest e, ew girîngî bi xwe derdikeve holê.
Gotineke pêþiyan ya Galleran heye, dibê: "Miletekî bê ziman weke mirovekî bê dil e". Çawa ku mirovek bê dil nikare bijî, miletek jî nikare bê ziman bijî. Ev yek ji bo kurdan jî weha ye.
Her mirov bi zimanê xwe difikire, bi kok û gelê xwe re peywendiyan datîne, çanda xwe hîn dibe, hizir û ramanên xwe tîne ziman. Ku mirov di þûna zimanê xwe yê zikmakî de zimanekî biyanî bi kar bîne, mirov bi her rengî ji kok û gelê xwe bi dûr dikeve. Loma kurdên ku dixwazin kurd bimînin, divê berî her tiþtî zimanê xwe biparêzin.
Di 21ê sibatê de bi munasebeta roja zimanê zikmakî radyoya Swêdê bernameyek weþand. Di wê bernameyê de weha dihat gotin, "Ger mirov amade be ji bo zimanê xwe bimire, divê êdî mirov giringiya parastina zimanê zindî fêm bike" Kurd îro ji bo azadiya zimanê xwe hertiþtî, hetta mirinê jî didin ber çav. Ango kurdan fêm kiriye ku pêþeroja wan girêdayî parastina zimanê kurdî ye.

2. Li Swêdê bi çend zimanan dersa zimanê zikmakî tê dayin?
Bi 123 zimanan. Ji van yek jî kurdî ye. Kurdî di nav 10 zimanên mezin de ye.

3. Çiqas kurd li Swêdê hene?
Di navbera 30 - 40 hezaran kurd li Swêdê dijîn.

4. Çend zarokên kurd beþdarî dersa zimanê kurdî dibin?
Li gor îstatîkên dewletê yên sala 2000î, ji pola (sinifa)1ê heta 9an yên ku xwedî maf in 6672 ne. Ji wan 4422 kurmancî û 2250 jî soranîaxêf in. Ji 6672 þagirdan 3780 beþdarî perwerdeya zimanê kurdî dibin.

5. Zarokên kurd bi kîjan zaraveyan dixwînin?
Bi kurmancî û soranî dixwînin. Yên ku bi zaraveya dimilî/zazakî/ dixwînin jî hene li pir kêm in.

6. Li Swêdê perwerdeya zimanê zikmakî kengê û çawa dest pê kiriye?
Di destpêka salên 1960î de munaqeþeyên li ser zimanê zikmakî dest pê kirine. Alîkî gotiye ji bo ku zarokên biyaniyan bibin "mirov", divê bên asîmilekirin. Ango ziman û çanda xwe ji bîr bikin û xwe biguherin bibin swêdî. Aliyê din jî li dij vê polîtîkayê entegrasyon parastiye.
Wê demê aliyê asîmlasyonê bi ser ketiye û polîtîkaya asîmlasyonê hatiye meþandin. Bi gelek navgînan, propagandeya "qezenc" û "baþbûna" swêdîbûnê hatiye kirin. Li malbatan þîret hatine kirin ku bi zarokên xwe re bi swêdî bipeyivin.
Vê politîkaya asîmlasyonê encameka tam vaca nîþan daye. Bi hezaran zarok û xortên biyanî ketine dervayî civakê. Ji dibistanan reviyane, di kolanan de bûne diz, eroînman, þerkir. Zimanê xwe ji bîr kirine û zimanê swêdî jî baþ hîn nebûne. Bi kurtayî zarok û xortên biyanî li serê civakê bûne bela. Vê rewþê rê li nîqaþên nû vekiriye. Îcar aliyê entegrasyonê qezenc kiriye û dewlet ji riya asîmlasyonê vegeriya ye.
Di sala 1975ê de parlamana Swêdê qanûna mafê perwerdeya zimanê zikmakî pejirandiye. Ji wê salê û bi virde ye ku dersa zimanê zikmakî tê dayin.

7. Di program û planên dewletê de armancên perwerdeya zimanê zikmakî çawa hatiye nivîsîn?
Bi kurtî armanc weha hatiye nivisîn:
a. Divê zarok hînî zimanê xwe bibin, zimanê xwe pêþde bibin û bikaribin bi xisim û mirovên grûba xwe re peywendiyan deynin.
b. Divê zarok bibin xwedî kesayetiyeka pê serbilind
c. Divê xwe û koka xwe nas bikin.
d. Divê bibin xwediyê kesayetiyeke duçandî û bikaribin bi du zimanan bipeyivin.

8. Wateya perwerdeya bi zimanê kurdî û perwerdeya zimanê kurdî çi ye?
Perwerdeya zimanê zikmakî:
Ku di dersê de bi tenê ziman bê hînkirin ew perwerdeya zimanê zikmakî ye.
Ev cûreyê mafê perwerdeyê li Swêdê ji bo zarokên biyanî û penaberan e.
Mirov divê ji bo kurdên ku li metrepolên Turkiyê û li welatên dereke yên din dijîn mafê zimanê zikmakî bixwaze.
Perwerdeya bi zimanê zikmakî:
Ku hemû perwerde bi zimanê þagirdan tê dayin, ev perwerde, perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Li Swêdê vî mafî zarokên ku nû hatine Swêdê û bi swêdî nizanin bi kar tînin.
Lê ev maf esas ji bo kesên wî welatî ye. Li Kurdistanê ji bo kurdan mafê xwezayî ev maf e; ango mafê perwerdeya bi zimanê kurdî. Divê mirov ji bo kurdên li Kurdistanê vî mafî bixwaze.

9. Meraqa zarokên kurd ji bo dersa kurdî çawa ye?
Wek ku min li jor got, ji %56ê zarokên kurd beþdarî dersa zimanê zikmakî dibin. Zarokên kurmancîaxêf ji %50 (2211), yên soranîaxêf jî ji %69,7 (1569) beþdar dibin. Wek ku xuya dibe, hejmara kurdên soranîaxêf ji yên kurmancî zedetir e. Ji xwe zarokên dimilî/zazakîaxêf yên ku beþdar dibin hema hema tune ne. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Bi ya min sedema herî girîng, di pêvajoya (prosesa) polîtîkaya asîmlasyonê ya dewleta tirk de siqetbûna nasnameya etnîkî ya kurdî ye.
Em miletekî bindest in. welatên dagirker bi fermî dibên Kurdistan, kurd û kurdî tune ne. Ev înkarkirin têsîrê li nasnameya kurdî dike. Lê kurdê soranîaxêf di þertên wehade nejiyane û najîn jî. Rejîmên Îraqê her babet zilma nemirovî li wan kiriye, lê hertim ew wek kurd bi nav kirine. Ango hebûna kurdan înkar nekiriye. Wek tê zanîn li îranê navê herêma kurdan "Kurdistan" e. Îro soranî wek zimanê civakê yê serdest û yê sîstema dewletê li baþûrê Kurdistanê tê bikaranîn. Ev yek nasnameya kurdî xurttir dike.
Ku dê û bav bi di kurdîtiya xwe de îstîkrar bin û baweriya wan bi pêþerojeka kurdewarî hebe û li gor wê bijîn dê meraqa zarokan jî ji bo zimanê kurdî zêdetir bibe. Ji ber ku bêtir dê û bav paþê jî jîngeha nêzîk ya der-dora zarokan têsîrê li zarokan dikin. Ango zarok, berê her tiþtî dê û bavê xwe ji xwe re wek mînak hildibijêrin. Ku dê û bav û der-dora nêzîk ya zarokan di vî warî de sist bin zarok jî wê sist bin û nexwazin ku herin dersa kurdî.

10. Helwesta malbatan li hember zimanê kurdî çawa ye?
Bi tevayî baþ e. Hetta mirov dikare bêje ku ji gelek miletên din baþtir e. Bajarê ku ez lê mamostetiyê dikim, bi 35 zimanên cihê, perwerdeya zimanê zikmakî heye. Em salê du caran bi dê û bavên þagirdan re civînan çêdikin. Dê û bavên kurd ji yên miletên din pirtir beþdarî civînan dibin.
Bi ya min alaqa malbatan hinekî jî girêdayê têkiliyên mamoste û malbatan e. Malbat bibînin ku mamosteyên dersa kurdî bi zarokên wan re alaqe dibin, malbatan guhdar dikin û wan bi ciddî digirin malbat jî wê bêtir di pêvajoya perwerdeyê de aktîf bin. Lê pir mixabin, þagird hene ku ji zarokxaneyê heta ku lîse qedandine beþdarî dersa kurdî bune, lê mamosteyê wan tu carî li ser perwerdeya þagird bi dê û bavê wan re nepeyivîye.
Li gor qanûnê, divê mamoste bi kêmasî salê du caran bi dê û bavê her þagirdî/ê re du civînan pêk bîne û þagird jî divê beþdarî van civînan bibe ku li ser pirsên taybetî yên pêvajoya perwerdeya þagird rawestin. Û divê mamoste bi kêmasî salê carekê jî bi hemû malbatan re civînê bike û bi hev re li ser pirsên giþtî rawestin.
Di vî warê de, dîvê mamosteyên kurd û kurdên ku girîngiya zimanê kurdî tê gihîþtine alîkariya kurdên din bikin.


11. Zarok li malê piranî bi kîjan zimanî dipeyivin?
Ku mirov di civakeka biyanî de bijî, mirov bixwaze nexwaze zimanê wê civakê dê serdest be. Ji ber ku li her derê ew ziman tê axaftin. Radiyo, tv, dibistan, programên kompîtorê, zimanê dezgehên dewletê, zimanê lîstikê, zimanê çarþî û bazarê bi wî zimanî ye. Lê dîsa jî, zarokên kurdên li Swêdê bi piranî bi kurdî dipêyivin. Wisan lê hatiye ku li Swêdê mirov kurd be û bi zarokên xwe û bi kurdên din re bê kurdî bi zimanekî din bipeyive, þerm e. Ez hêvîdar im, ku li Kurdistanê û welatên din yên ku kurd lê dijîn jî weha be.

12. Zarok bi kîjan zimanî dikarin xwe baþtir îfade bikin?
Helbet bi zimanê ku di ciwakê de serdest e xwe baþtir ifade dikin. Zarok zimanê hizirkirinê li dibistanê hîn dibin. Zimanê dibistanê û lîstikê kîjan be zarok xwe baþtir bi wî îfade dikin. Mirov bi kîjan zimanî bifikire mirov xwe bi wî zimanê baþtir îfade dike. Ev tiþtekî pir normal e. Divê mirov realîst be, heta ku zimanê kurdî bi awayekî fermî nebe zimanê civakê, dê zarok û kurdên mezin nikaribin bi kurdiyeka pêþketî bipeyivin û xwe baþ îfade bikin.

13. Zarokên kurd kesayetiya xwe ya etnîkî dizanin yan na?
Bi piranî dizanin. Ev pirs jî piçek girêdayî malbatan e.
Taybetmendiyeke kurdan heye; zimanê kurdî li sê perçeyên Kurdistanê qedexe ye. Kurd, wek milet tên înkarkirin. Li her alî de asîmîlasyoneke dijwar li ser kurdan heye. Lê dîsa jî ku malbatên kurd di kurditiya xwe de dudil nebin, zarokên kurd jî wê di nasnameya xwe de hêmin bin. Vê yekê em di dibistanan de, di karê xwe yê rojane de pir vekirî dibînin.
Dê û bavên ku zarokên xwe diþînin dersa zimanê zikmakî bi daxwaznameyeka fermî îspat dikin ku kurd hene, zimanê wan heye, ew ji miletên din cihê ne. Di warê nasnameya etnîkî de, helbet di navbera zarokên ku ji malbatên weha ne û bi vê rastiyê mezin dibin û yên ku kurdîtiya xwe vediþêrin de dê ferq hebe.

14. Pirsên dersa zimanê kurdî çi ne?
Min di destpêka salên 80 de wek mamosta zimanê zikmakî dest bi kar kir. Di wê demê de mamoste hebûn lê materiyal pir kêm bûn. Mirov wek mamoste di warê materyalan de gelekî zahmetî dikiþand. Lê niha gelek baþtir e. Bi taybetî li Swêdê. Gelek pirtûkên kurdî yên dersê hatine çapkirin. Niha mamosteyên kurdî di warê mamostetiyê de pêþketîtir in.

Hin pirs jî hene ku yên sîstemê ne û ne bi tenê ji bo zarokên kurdan, ji bo hemû zarokên biyaniyan yên ku beþdarî dersa zimanê zikmakî dibin in:
Ji bo ku zarok bikaribin dersa zimanê kurdî bixwînin divê di grûbekê de kêmasî pênc þagird hebin. Grûb dikarin ji þagirdên ji pola 1ê heta pola nehan pêk bên. Di warê daraxa (sewiye) þagirdan de ev yek hinek zahmetyan bi xwe re tîne.
Divê tu wek mamoste li gor her þagirdekî haziriyê bikî û perwerdeyê bimeþînî. Wexta ku heye, divê tu di nav wan de parve bikî.Ev gelek wext dixwaze û wext jî kêm e. Carna jî þagirdên polên mezin naxwazin bi yên biçûk re di eynî grûbê de bixwînin. Ku mirov wan mecbûr bike, meraqa (motiwasyon) wan kêmtir dibe.
Dersa zimanê zikmakî di dervayî wexta dibistanê de ye. Hingê zarok westiyayî ne. Wexta ku hevalên wan li derva dileyîzin ew tên dersê.
Ji bo ku dersên zimanê zikmakî li dervayî wexta dibistanande ne, bi mamosteyê dibistanan yên din re têkiliyeke xwezayî danîn zehmet dibe.

15. Mirov çawa dikare perwerdeya zimanê kurdî hîn pêþtir bike?

a. Divê peywendiyên mamosteyên kurdî bi hev re û bi malbatan re germtir bin.
b. Divê weþan û rêxistinên kurd girîngiyeke mezin bidin perwerdeya zimanê kurdî.
c. Divê foruma gotûbêjê ya "Dibistana Kurdî" ya înternetê bi awayekî aktîf bê bikaranîn. Divê mamosteyên kurdî yên li Swêdê û yên li welatên din li ser serpêhatiyên xwe yên mamostetiyê li wir munaqeþe bikin ku pedagojiya hînkirina kurdî bi pêþ bikeve.
d. Divê mamosta cûdabûna daraxa (mustewa) þagirdan li ber çav bigire û haziriya xwe li gor wê bike. Ji bo her þagirdekî/ê hedefên berbiçav bide ber xwe. Divê þagird û malbat jî ji van hedefan agahdar bin.
e. Divê mamosta, þagird û malbat kêmasî salê du caran bên ba hev, rewþa þagird bi hev re binirxînin.
f. Divê haya malbatan ji planên dersê hebe. Hetta berî ku mamoste planên xwe çê bike divê fikra þagird û malbatan bigire.
g. Divê di perwerdeyê de teknolojiya ragihandinê baþ bê bikaranîn. Divê berhemên þagirdan yên dersa kurdî di malpera "Dibistana Kurdî" yan jî di malperên din de bên bi cihkirin ku þagirdên din, malbat û hemû kurdên ku bixwazin jî bibînin.
h. Divê weþanên kurdî pirtir li ser pirsên perwerdeya zimanê kurdî rawestin. Bi mamoste, þagird û malbatan re hevpeyivînan bikin û biweþînin. Di van hevpeyivînan de divê mînakên baþ derxin pêþ.


www.diljen.com



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !