PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KOLANÊN BÊDENG


KOLANÊN BÊDENG

Þevreþiyek bi serde hat
Bayek lê rabû
Hemî dengan barkirin
Li pey hev
Hemû rengan xwe jê birin
Deriyên vekirî venedibûn
Li wê kolanê
Deng fetisîbûn
Bi dengê bûman
Goristanên bê çeper
Kêlikên hurkirî
Bêhnteng dibûn
Li wê kolanê
Zarokan nedileyîstin
Pez nedikaliyan
Mar nedihatin kuþtin
Hêvî li ber lehiyê ketibû
Em li pey
Dimeþiyan, dimeþiyan, dimeþiyan....
Li wê kolanê
Galmasta zarokan nedihat dayîn.
Dayîka min nan nedipat
Ne min hêkê civîkan
Ji qulên diwaran derdixist
Nejî wê þûnve dibir
Ne xilç hebû ne jî kereng
Ava gulikê bi ser me de hat
Li wê kolanê
Bûk peya nedibûn
Ne sêv hebû nejî zava
Nedixuyan li rêyên berfê
Rêwiyên serpêçayî
Bi simbêlên zembelîsk
Ne ban ne topîç
Gapolê bavê min
Þiva kenêrê
Li pist derî
Derê kulavkirî
Mêvanên xwedê
Xeyîdibûn ji wê kolanê
Xeyîdîbûn ji rengan
Xeyîdîbûn ji xwe
Ji wê kolanê dur
Li kolanên nenas
Hîn bêdeng
Hîn bê par
Hîn bê yar
Li benda par
Diçûn, diçûn, hey diçûn.


Hunerek Gelerî