PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WÊ SALÊ


WÊ SALÊ

Wê salê
Li wê bihustê
Bihara me bi inyatbû
Gulên me nedibiskivîn
Guldangên me ji par û pêrarve tune bûn..
Dema tu tuneba heyv binewr dibû
Roj dicemidi...
Wê salê
Guneh ji keziyên te dibarî
Dojeh tu bû, zebanî tu
Bêserm û gunehkar ezbûm.
Pîrên me yên bengî bi gef û gur
Ji kerban gilokên xwe du car diristin
Xortên me bi rik
Kecên me di xamê de bûn
Qehpik û bênamusê bajarê mirî em bûn
Li hemî taldeyan
Ezmanê tu xwedayê me venedisart...
Wê salê
Li wê bajarê kevir dibarî
Ramusan guheribûn
Dev û lêv
Xebxebkên ber guharan
Ber û pêsîr tev bûbûn hêsîr.
Wê salê
Cêkirina biskan, kilkirina cavan
Xizêmên bi cerx û dolab
Xwarina genim qedexebû.
Wê salê
Li wê bihustê berf dibarî...


Hunerek Gelerî