PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xezur Xwasî û Buktîya Buke . . . !


Xezur Xwasî û Buktîya Bike . . . !

He buye tune buye malbatek he buye. Ev malbat Çîyayî buye. Malbat, Mer û Jinek buye û Lawek ( Kurek ) wan hebuye. Rojek ji rojan, Lawê xwa dizewicînin. Buka wan bi, wanra buktîyê dikir. Ango buk hetanê çend salan bi xezur û xwasîya xwara bi dengê bilind, qise nake.

Demek ji deman, derê baharê û wexta zayîna pezan buye. Xezur buka xwa û jina xwa diþîne Gomê. Xezur van gotina dibê.

Xezur : Bukê tu û xwasîya xwa van rojana her roj biçin Gomê, alîyê zayîna Mîyan û Bizinan bike. Lê bawerim îrô Bizina meya beþ dizê.

Buk û xwasî diçin Gomê alîyê zayîna Bizina beþ dikin. Xwasî ji buka xwa dixwaze ew biçe hinek karê malê bike.

Xwasî : Buka mina dilal, bese ta alîyê min kir. Biçe malê, hinek xizmeta Xezurê xwa bike. Xwadê dizane, aniha Xezurê te birçiye.

Buk berê xwa dide malê, diçe ode yê mize dike, Xezurê wî, ji boy xwarinê, mast daniye berxwa dixwe. Xezur wî demê ji buka xwa van pirsana dike.

De mizekin û bi bersîva bukê, matmayî ( Ecêp ) bimînin.

Xezur : Qizê min, Bizina me za ?

Buk Du tilîyên xwa, rava Xezurê xwa dike.

Xezur : Aha qîza min, min fehm kir. Bizina du berxên cêwî anîye.

Buk Buk wekê erê, serê xwa dihecîne ( dihejîne ) .

Xezurê bukê Î jar jî reng û þikilê berxan dipirse.

Xezur : Qiza min, reng û þikilên herdu Berxan çereye ?

Buk Xwa nîzikê xezurê xwa dikê û destê xewa carek di nav Masta dike û destê xwa li Kofîya xwa dixe. Buk cara duduyan disa destê xwa dinav Mast da dikê û îjar li Kumê Xezurê xwa dixe.

Xezur : Aha, qîza min, min fehm kir, herdu Berx jî beþe.

Buk Buk wekê erê, serê xwa dihecîne ( dihejîne ) .

Xezur dixwaze hînbe, ka berxê wan nêre an mê ye.

Xezur : Qîza min berxên me, nêre an mê ye ?

Buk Li nîzikê xezurê xwaye. Cerek destê nîþanê pêþîya xwa dike û carek jî nîþanê pêþîya Xezurê xwa dike.

Xezur : Aha, qîza min, min fehm kir. Berxên me, yek nêre û yek jî mêye.

Buk Buk wekê erê, serê xwa dihecîne ( dihejîne ) .


21. 06. 2005

Ali Cahit Kiraç