PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dayika bê deng





Dayika bê deng

Dipirsim li te dengê te nayê
Bi derengî min li te pirsî
Nema hat .....nema hat
Hê zûbû min tû nedî
Hê zûye tû barneke
Dayê li min negre
Qedexeye welat dûre ji min
Rûndikên çava dibarin
Nema karim bidim bersivê
Tarîbû roĵa ne rôĵ
Þev li min dibe doĵeh
Ax lê dayê ax
Jiyana te hemî êþ û nal
Xewþî bi çavan te nedî
Qeder weha dinvîse
Li ber hilma dema dawî
Nema hat…..nema hat
Dayê li min bibhûre
Li ber te ez gunehkarim
Derdê dil bûye ar
Gunhekarim li ber destê te
Birîndarim ĵi evîna te
Bê xatir û silav
Dil bû wekî alav
Hê zûbû ew canê ciwan
Êþ maye bê derman
Ey dunyaya bê bext
Te li min gerand
Aþê ĵiyanek zor
Keserên sala berdewamin
Þaxên gula diçilmisin
Û tenûra vemirî geþdibe
Zimanê lal di axive
Ax lê dayê ax
Li min negre
Ew gorna tarî ....?
Ew mihvanên bedew
Silavên dirêĵ
Ĵi dilê tev birîn
Canê bê ĵin
Lê ĵîn dimîne
Û dengê te dîme
Nav û evîna te
Dimîne her tû
Roniya çan
Dermanê birînan
Nema hat....nema hat
Ax dengê te lê dayê


19. 06. 2005


Dildar Îsmail

dildarismail@hotmail.com