PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EY GELÊ KURDÊ DILSÖZ LI XWE XWEYÎ DERKRVIN


EY GELÊ KURDÊ DILSÖZ LI XWE XWEYÎ DERKRVIN


Mella Emîn'ê Êlih î

Tu li rûyê cîhanê gelek weke gelê Kurd esîl û kevnare nabînî ku welatê wan mîna yê Kurda perce perce bûbe û di her percekî de dagirker bi rê û rêcikên xwe yên taybetî zilm, wahþet û hovîtiya xwe li ser wan bimeþîne û hemû mafên wanê insanî û Islamî ji destê wan bigire. Em dema li dîroka Islamî dinihêrin dibînin ku tu gelek weke gelê Kurd girêdayî bi Islamî ve tuneye. Ti gelî weke Kurdan ji Islamiyetê re xizmet û fedekarî jî nekiriye. Gelê Kurd tu carî li dijî dîn ne lebitiye, alîkariya tu lebatê li dijê dîn jî nekiriye.

Gelê Kurd her demî alîkariya birayên xwe yên misilman kiriye, xwe ji alîkariya wan ne daye paþ divê ku misilmanên din jî di roja tengasiya gelê Kurd de li doza wan xwedî derketana destê alikariye derêje ku ti kesên misilman bi navê Islamê di binê xîreta biratiya Islamê de li pirsgirêka Kurd xweyî derneketine, her kes sukût û bê deng maye heta pirê wan di binê perda biratiya Islamê de tiþtê ku anîne serê wan tu dijmina, zilm û neheqî û dagirkeriya xwe bi saya vê biratiyê berdewam kirine.

Birastî ev biratiyê berdewam kirine. Bi rastî ev biratiya mar û roviye, biratiya dek û dolabane lewra biratiya Islamê wekheviye divê ku bira di her hêlê de, di hemû mafên insanî de weke hevbin, ferqa tu kes ji kesî tune be Pêxember di hedîsek xwe de wiha ferman dike: “Heya ci tiþta ku hûn ji xwe re dixwazin hûn wî ji birayên xwe yên bawermend re jî nexwazin hûn nabin xwediyê îmanê“ .Riyaz- us- salihîn s-541 Gelê Kurd îro di welatê xwe de li ser axa bav û kalên xwe di bin vê perda biratiya derew û xapînok de li car hêlê Kurdistanê dîl û kolene, ji hemû mafên xwe yên insani mehrûmin heya zimanê wan yê zikmakî jî qedexeye, bi gelek curên zilm û tadeyan têne pelciqandin, heya misilmanê Ereb, Tirk û Faris vê pirsgirêk Kurdan nexin pirsgirêka xwe cawa ji pirsgirêkên xwe re diþewitnin û dixebitin ji ya Kurda re jî ne þewitin û ne xebitin ne îman û ne biratiya wan raste, kesê ku bêje ez însanim nikare li hember vê felaket hanê bê deng bimîne hele hele kesê ku bêje ez misilmanim, min îman bi Muhammed û Quranê aniye ku bê deng bimîne, di îman û Islamiyeta wîde þiphe tê kirin.

Lewra di Islamyetê de bê dengiya li hember zilmê û zordestiyê gunekhek pir mezine, bi gora hedîsek pêxember þeytaniya lale ji ber viye ku em dema li dîroka Kurdistanê dinihêrin dibînin ku pêþkêþ û serokên þoreþên Kurdistanê heta niha kesê dîndar û bi bawerî bûne. Lê sed mixabin misilman û bawermendên îro rêc û þopa wan wendakirine, daw û doza wan þaþ fêmkirine. Li xwe xweyî derneketine, bi vî rengî xwe ji bîra kirine, di dabaþa xwe de yekîtiya xwe wenda kirine, li hember dijminên hundur û derva xwe ne girtine û ji hev belav bûne.

Divê ku gelê Kurd rind li ser xwe bifikire, li xwe varqile wan gundên vala û wêrankirî, wan daristanên þewitandî, wan bûkên serbixêlî, wan êtîm û sêwiyên ber dîwara, wan pîr û kalên kocberî, çol û diyaran, dîl û reben û perîçanê çehr û bajaran, bi hezaran girtiyê heps û zindana, çeîdên têkoçîn û serhildana rind bîne ber cavê xwe biryara xweya dawî bidin îdîbê deng nemînin. Gelo misilmanî ev e? Gelo îman ev e ? Gelo Quran wiha dibêje ? Gelo Xwedê wê hesabê wan bûyeran ji kê biprse? Em cima xwe dûr davêjin ? Emê bi navê bawermendiyê, bi navê insaniyetê, bi navê biratiyê cawa xwe xilaskin? Divê her kes rind bifikire xwe bikþîne hesabê, biryara xwee bi xwe bide.

Wê demê emê rind bizanin ka kî ji me gunehkar û tawanbare kî na ? Ev periþanî û tengahiya ku îro em dibînin û dikþînin ger em nexwazin zarokên me picûk û neviyên me wan bibînin û bikþînin, divê ku em li xwe li eslê xwe li dîn û baweriyên xwe, li berhem û adetên xwe, bi kurtayî li hemû mafên xwe yên insanî û niþtewarî xweyî derkevin, di rêya wan de kar û xebatên bikin, ji zehmetî û tengiya xwe nedin paþ. Lewra tu kar û xebat bê fedekarî nameþe. Em bawerin ku gelê me îdî roj bi roj hiþyar dibin, dost û dijminan ji hev diqetînin, kar û zerarê ji hev dertînin, bi dek û dolabên dijminan û xaîn û Kemaliste dihesin û pê naxapin, wê li hemû nirx û rûmetên xwe, xweyî derkevin û bighîjin serbilindî û serfiraziya xwe.

Mella Emîn'ê Êlih î