PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dêrsim




Dêrsim


Ez ji xew rabûm bi çavên westayî
Li her der dikirin qêrîn û gazî
Mal wêran bûn û êdî nema xanî
Roj nehilat û cîhan bû tarî
Dayik bang dike bi dengek mirî
Dijminê bê wijdan em kuþtin bi hovîtî
Nema îro li Dêrsim kêf û þahî
De me xelaskin êdî ji bin destî
Dengek hat ji keçek zerî
Dilê wê bi xem û þikestî
Seyid Riza îro ne xûyayî
Zûha bûn hemû çav û kanî
Êdi dayik nema dike lorî
Seyid Riza û çû ez bigorî
Evîna min bi wî bû sermedî
Ti bû stêkek li me dike ronî
Seyid Riza ti ji mir bû hêvî
Sonde qet nastrim ti goranî
Û ez bibim keçek cangorî
Ta azad be Kurdistan ji bindestî
Seyid Riza ji mer hiþt bawarî
Ku azadî mafeke ne veþarî
Her der wê þên be bi þahî
Û em ê bistrên stran û goranî
Xelkê xwe xelaskin ji bin destî
Ku hîç nebînin zor û perîþanî


Ukranya , Kiyev - 19. 11. 2005

Kiyaksar Temir

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf