PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Qaþo pîrozbuna salvegera rizgarbuna bajêrê Erzurumê ye ! . . .


Qaþo pîrozbuna salvegera rizgarbuna bajêrê Erzurumê ye ! . . .


Dagirgerên bakurê kurdistan Tirkên direwçîn bi direwan li her bajêrên Kurdistanê salvegera rizgarbuna bajêran pîroz dike.

Devleta Tirk ji vir bîst sal berê, dikeve nav tevdîrekî giran. Ev tevdîr jî, qaþo ji bona roja pîrozbuna salvegera rizgarbuna bajêrê Erzurumê buye.

Walîyê Erzurumê ferman dide Fermanberên ( Memurên ) xwa û dibêje : Kalekî bi umur mezin û hiþê wî li serî be û bi qewlê sed û bîst salîbe, merovek aha bivînin. Gavaku we vî Kalê sed û bîst salî ditin, emê wekê þehedekî direwçîn bi perên giran, li ser rizgarbuna bajêrê Erzurumê bidin qisedan.

Fermanberên ( Memurên ) devleta Tirkan ; li bajêrê Erzurumê kalekî sed û bîst salî divînin perên giran didinê. Û li ser rizgarbuna bajêrê Erzurumê sê pel nivîs didin destê kalê dibêjin tu van nivîsana bixune û di hiþê xwada bigire. Roja salvegera rizgarbuna bajêrê Erzurumê tu wekê hefizan û wekê bilbilan vî sê pel vînivîsê bixune.

Kalê perekî giran û sê pel nivîs digire û berê xwa dide mala xwa. Diçe þev û roj nîvîsan dixune. Nivîsên eleqaya wî bi dîroka Erzurumê tuneye dixune û di hiþê xwada digire.

Qaþo roja salvegera rizgarbuna bajêrê Erzurumê tê ; kalê ji bona qisedanê derdixînin ser kursîkî, jê dur dikebin. Kalê dixwaze dest bi qisedanê bike. Mixabin kalê mize dike ku pênsid metirê ji durê wan meþa mirîkî derbas dibe. Wî wextê mirin tê bîra kalê û qudum lê diþkê.

Ka mizekin kalê çi dibê je : Gelê xuþk û birayên hêja û delal ez xwa çi ji xwadê bikim ! ... Welleh sê anjî çar merovan bi navê Karl Marx, Sitalîn û Lenîn bi hevalên xwara li Rusyayê li hember rejima Imparatorê Çar, þer kirin û di sala 1917' da, Imparatorîya Çar wergerandin û bi navê Sosyalîzmê rejimek nu anîn. Ger hun rastîyê bipirsin way li hember min, meþa mirîkî derbas bu ! ... Ez nikarim, xwa ji xwadê bikim. Devleta Tirkan xwa ji xwadê dike ! ... Wan li hember leþkerên Imparatorîya Çar, þer nekirin û ango Tirkan Rusan ji bajêrê Erzurumê dernexistin. ( nekirin der ) . Gava Karl Marx - Sitalîn û Lenîn rejima Sosyalîzmê anîn ferman dan ku leþgerên Rus ji Erzurumê kiþiyan þunda çun. Rastî eve.

Oy, oy hey wax li helê kalê ! . . .

Piþtê wan qisedanê rast kef, kopik û girêz ji devê Valî derdikebe.

Walî : Walîyê hov bi qêrin ferman dide û dibê je vî kalê keftor bigirin û lê îþkence bikin û dura bavêjin zîndanê.

Dubare oy, oy hey wax li helê kalê ! . . .

17. 11. 2004

Ali Cahit Kiraç.