PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ferhengok 3 :


Ferhengok :

alim : zana, yê/ya ku xwedanê zanyariyê ya

bêheþketin: Ji xwe ve çûn, xewirîn

bestin : Girêdan

bexþîn : Efû kirin

bikêrhatî : Zîrek, xwedan marîfet

burc û kelat : Burc û qale, hîsar

çavpêketin : Lê rasthatin, dîtin

çeþnîgir : Dema berê, yê ku beriya mîr an padîþah xwarin tam dikir ku bi jahrîbûya ew pê dimir û mîr an padîþah xelas dibû û heke tiþt bi wî nehataya wan jî ew xwarin dixwar.

daxa dil : Kula dil, birîna dil, kesera dil

dayîn : Jina pîr ku zaroyên mîr û sultanan mezin dikir, xwedî û terbiye dikir

debîrê dîwanê : Kargêr û katibê dîwana mîrî.

dekzan : Yê / ya ku fen û fûtan, dek û dolaban dizane, dalavêrecî, hîlebaz

del û dînane : Bi awayekî serberdayî, xwe wendakirî û aqilsivikî

dergevan : Nobetdarê ber deriyên mîran yan yên ber dergehên kela û zîndanan

dîwan : Meclisa Mîr an a padîþah a resmî; kitêba helbestên klasîk

dilreþ : Pexîl; xêrnexwaz

dilrevandin : Dilxistina xwe bi sipehîtî û xweþikiyê, aþiqkirin

eda : Dayin; bicîhanîn

evîn : Aþq, hezkirina fewqelade

evîndar : Aþiq, hezkir

evraz : Pala ber bi jor de, kaþ

ferman : Emir

fesad : Yê ku peyvên xerab di navbera însanan de digerîne û wan bera hev dide, kar û têkiliyan pûç dike û însanan bera hev dide

gelacî : Fesadî; xêrnexwazî, xerabîxwazî

harem : Demên berê aliyê jinan ê mala mîr ku malbata wî tevî jin zarok û cariyan lê diman û beþekî taybetî bû, ji bo kesên xerîb û karên resmî girtî bû

Hatemê Tayî : Merivek e ku bi camêrî û destfiretiya xwe di tarîxê de deng daye. Heta li gora baweriya Musulmanan Hatemê Tayî ji bo ku kafir bû helbet wê here cehennemê, lê ji bo ku gelek camêr bû Xwedê wê wî welê biparêze ku tu carî pêlên agir wê nikaribin xwe bigihîninê.

hemderd : Yê ku þirîkê derdê meriv e, sirdaþ e û meriv dikare hemû tiþtên xwe yên taybetî jê re bibê je

hinav : Ciger. Organên daxilî yên laþî. Tê gotin "dil û hinav"

îbret : Buyereka ku divê meriv tecrube jê werbigire hivza xwe jê bike, xwe jê dûr bixe

lihevhatî : Yê ku endamên bejn û bala wî bi hev re harmoniyekê çêdikin û li hev tên

maiyet : Bi hev re bûn. Yên ku di bin emrê mîr an amirekî de ne û bi wî re sadiq in

merd : Camêr, mêrxas. Destvekirî, ne çikos

merdî : Mêrxasî. Destvekirîtî

merhamet : Dil pê þewitîn; rehm lê kirin

mîr : Fermandarekî xwedan xanedan ê herêmeke bi serê xwe ya dema derebegiyê. Emîr; kesê xwedan ferman

murîd : Sofiyê ku ketiye terîqetê û xwe edayî riya gîhana bo xwedê dike

murþîd : Di terîqetekê de yê rêberê herî mezin ku rê nîþanî murîdan dike ku bigihîjin evîna xwedayî.

mûsîkajen : Yên ku li aletên muzîkê dixin. Yên ku karê wan muzîk e

navdarî : Xwedan navûdengî; meþhûrî

padîþah : Dewra berê yê xwedîferman û îdara herî bilind ê welatekî; sultan; melîk; þah

qesir : Avahiya bilind û mezin a xanedaniyê.

quntar : Jiyê nizm ê çiyayekî ku çiya û dest an newal digihê hev du

remil : Xeberdayina ji xeybê an ji rêjên pêþ bi saya hin îþaretan

remilavêtin : Ji xeybê xeber dayin

remildar : Yê ku xeberê ji xeybê dide

rûmet : Qîmet û payebilindî.

Rustemê Zal : Qehremanekî dîrokî yê mêrxas. Ji bal hemû miletên musulman ve wekî qehreman tê dîtin. Li gorî hin dîroknasan bi eslê xwe Kurd e.

saqî : Yê/ya ku berê di civatên þahî û ahengan de bi surahî û meþreban þerab li civatê belav dikir. Piþt re yê ku av li civatê belav dikir.

serwer : Serok û rêber. Lîder

Þêl : Rewþ û tawir

Þikar : Nêçîra bi tevayî; nêçîr, çiya û daristanên nêçîrê

vejîn : Ji nuh ve jiyan.

xwazgînî : Kesên ku diçin ji merivekî xwe re keçekê bi mebesta jinatî û bûkatiyê ji bav an mezinê wê dixwazin

zenkirin : Texmîn kirin