PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dujmin Her Dujmin e


JÎR BIHEVÎ

Bi hezaran salan Tirk, Ereb û Farisan ola Îslame ji bo berjewendiyen xwe bi kar anin û milleten der û dor asimle kirin. Mesela Misir, Cezayir, Tunus û Fas Ereb ne bun. Le bele hati bun Ereb kirin. Û niveyen Iraqê ya iro ji Ereb ninin. Ji wan hinek Suryani û piranîjî ji Kurd bun. Lêku bi destê Erebên dagirker û hov coðrafyaya rojhilata navin û Afrika hati bu guhertin.

Tirk jî ji Ereban kem neman. Û kalikên Tirkên îro Osmanliyên barbar Anatolya, Konstantînopolîs, Pontos, Balkan û Kafkasya weran û talan kirin. Û gelek ji milleten û Kêmnetewan ji dîrokê rakirin. Rum ( Laz ) Bosnax, Abaza, Arnawut, Gurcî, Asurî - Suryanî, Armeî, hwd ... Û geleki gelen din ji ji war û welaten wan dur kirin, vana Armenî, Rum û Asurî - Suryanî nin. Ê ku di desten wan de ji man sal bi sal wan asimle kirin. Ango wan guhurandin û zivirandin bi darê zordestîyê û cezayê mirinê dan gelek kesan wek hovan merovan darda kirin. Bi sur hustuyên merovan jê kirin. Van buyerana kesan tirsandin. Ji tirsanjî merovên Tirk nebun gotin emjî tirkin. Û bi vî away ji xiþima Tirkan xilas bun...

Lê belê çerxa feleke guheri. Ehwrên reþ û tari xwe ji ser milleten bin dest rakirin . Edî milletên bindest ji jir û zana bun. Û bi derkatina Ewrupa û welaten biyanî çaven wan ji ve bu. Îjar iro dor dora werasetê ye.

Bi hilweþîna Iraqê çave dunyayê disa hat ser rojhilata navîn. Guhertinên gelek mezin li welaten rojhilata navin çe bun. Bi sed salan e ku hebuna Kurdan di hat inkarkirin. Ji aliyê devletên dagirkerên Kurdistan ê edî hat qebul kirin. Li Îraqe û baþurê Kurdistan federayon were çêkirin. Ji bo Kurden bakurê Kurdistan Devleta Tirkiye Di TV ê xweda weþandina zimanê Kurdî qebul kirin. Li Suriye serhildana Qamishlo ji buyerên hovîtîiya Ereban germ bu. Leku Tirk nikarin me bi mafên Kêm Netewan bixapînin. Em Kurd Kêm Netew ninin em milletin. Heqê me wek her milletê heyeku em bivin devlet.

Lê belê heya Kurdan hinek maf bi dest xistin dinyaya wialiyê dîtin. Bi xwastina mafên piçuk emxwa dedin kuþtin. Ev ji boy me þerme. Îro ji destê van dagirkerên hov were ewê me milletê kurd di kevçikî avê da bi xeniqînin. Lêku konjuktura dunyayê rê nade vê yekê.

Elbette mafên Kurdan tenê çand û huner nine... Divê Kurd jî bibin xwedîyê welate xwe. Ango Kurdistanek Azad Serbixwe û Demokrat saz bikin. Divê Kurdên her pênc perçan dest bidin hev û ji boy vê armancê xebat bikin.

Di 30 ê Hezîranê de Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî ( DAY ) desthiladariyê dide hukumeta iraq ê ya muwaqit. Di vê hiqumetê de her çiqas mafên Kurd hindik be jî divê Kurd xem nekin. Lêku nay wê mehnê Kurd xwa sist bikin. Hewceye Kurd tekosîna xwa zêdetir bidomînin. Ango hewceye Kurdên baþur, rojhilat, rojava û Kurdên Kurdistan a Sor baþurê Kurdistan ê biparêzin. Eger Kurdên îro tekoþîngerîkî mezin nedin, ji boy Kurdan de baþ nebe. Û Kurd bi kislanîyê bifetisin di tarîya dîrokêda wendabin ... Ji boy wî yekê ez dibêjim xebat, xebat û xebat.

Tirkiye jî ji berêda li diji mafen Kurdan ê serbixwa hendîqabek mezine. Lê ku dizane Kurdistan Azad û Serbixwa bivê lê ewê davî li saltanata dagirkerîya wan bive. Ji berku Tirk tenê li ser bakurê Kurdistan dagirker nine. Tirk li ser Anatolîa, Konstantînopolîs û Pontosêjî dagirkere. Tirk ditirsin û Kurd xwa ji wan azad bikin lê ewê miletê dinjî li hember wan rabin û ewêjî xwa azad bikin. Ev tiþt dawîya dagirkerîya Tirkane. Ji bo kurdistan ava nebe dikare nive mulken xwe bidin devletên bîyanî. Leku Tirk jibîra nekin hebuna ser erd û hebuna bin erd a Kurdistan ê ne ê Tirkane Kurd xudîyê wan hebunane Dikarin ji avabuna Kurdistan soza berjewendîyan bidin devletên bîyanî.

Ev rewþa Tirkan a direw û dek û dolabên wan di her merhêlayên hukumetên Tirkan de kem nebuye. Îro ji hukumeta AKP ê ji bo rewþa Kurdan xirav bike dibeje : Israil komondoyen taybetî li Kurdistanê perwerde dike. Jibo ku nava Ereb û Kurdan xirav bike. Turkiye di rojhilata navîn de bi gelek devletanra dostanî dike û dostanîya wan bi devleta Israîlêrajî heye... Gelo çima wexte dewlet û huqumeta Tirkan bi Isarile hevkariye dike ? Devletên Musluman nebe gelo gava Kurd bi van devletanra hevkarê bike dibe kafir ? Gelo Tirk gava bi van devletanra hevkarî dikin ew çima navin kafir. Ahaaaa dagirkerên me tiþtên û meru pê bi Keran bixapîne bi wan tiþtamna dixwazin me Kurdan bixapînin.

Wezire dervay ê Tirkiyê serê gotina wî û binê gotina wî Kerkuk e. Dibeje: eger domografiya Kerkukê be guhertin yani nufusa Kurdan li kerkukê pir bibe û Turkmen û Ereb ji cîh û waren xwe ben derxistin, emê mudaxele bikin. Û bere xwe dide Îsrail dibejê çima hun leþkerîya Kurdan perwerde dikin. Gelo devleta Tirk qet þerm nake ji kare hundirê Kurdistanê xeber dide. 81 sale ku komara Tirkan Kurdan dikuje mafên wan ji destên wan distine. Bi hezaran gundên Kurdan xIrav û wêran kiriye. Abdullah gul tu der barê vê rewþê hiç tishteki nabeje. Lê belê ji bo Turkmenan aciz dibe. Em Kurd dixwazin ku mafen Turkmenan ji bi destên Kurdan bê dayîn û neheqi li wan nebe.

Jibo Kurdan Devletên dagirkerê Kurdistanê ferq nake. Îdeolojiya dagirker her ci bibe bila bibe yek zerre ji bo Kurdan mafdar nine.

Ji bo Kurd û Kurdistan yekiti, zanebun û abori ji me re hewceye. Divê em piþtgirîya hev bikin li hevdu nebin dujmin.

Dujmin her dujmin e. Her Bijî Kurd û Kurdistan.

27.06.2004


JÎR BIHEVÎ