PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Selwa Gulî Orkêstira þînê




Orkêstira þînê

Ez ji zû ve digerim,

xwe vediþêrim..!

Ji revdên gurga û dîlana davdoz.

Li peyvedavên dilfiroþa,
hilingiftim.

Birîn kûr bûn.

Dilê zengil xamoþ..

dibê.

Gazinda..

ji bo miriya

vedigêrînim.

Di..

sewda seriya sipêdê da,

li

sîtavka xwe digerim.

Mijistanê kanînka çaven min kavil kir.

di bihinvedana dil da,

þîniya xwe

ve

di

gi

rim.

Bi neynokên hilkêþayî,

besta dikelêþim.

Xwezîkên min,

ji bilindahiya..

xewna dikevin,

dibin hevrist

û

þîrmar jê

didoþan.

Jîngeha eþqa min pê helkola.

þehbazê reþ li hindava kûmira hestiya dibezê,

xwe bi rondiken þine tahir dikê.

Gunehên xwe li wargehê min diçînê.

Ew dûkêla ji nav herdû ebrûyêd min diçe.

Li ser pêlên hîviya,

sindirîka sînga min ,

her

kêla.



Babirka zestane dibê hevpiþk,

Derazinka min diþêlê,

dibê neqþê loleperî,

li ser..

tevna pîrhevoka

di

req

sê.

Toza þahiya biþkurîna min

bazbend

dikê.

Ji dêmatiya..

dilê xamoþ …

li ser..

orkêstira kenogiriya xwe,

xelmaþ

dibim.

Di xewnên derwêþa de,

xwe dibînim.

Li nav..

bîst derya pîroz dibim,

dibim êvarek

sibera xwe ji bo jînê diçemînim,

heta bibim 124 hezar awaz!

Sinfoniya eþqê dê bo çerxê..

nezan

Ve

Lo


Nim.


Göteborg : 09. 02. 2003
Helbesta : Selwa Gulî


Selwa Gulî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg