PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 11


Oy felek :
___________

Oy felek ji bo çi te ez hiþtim ji hevalan
Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan
Carek bi tenê oy felekê mirada min te bi cî ne anî
Wa bi derd û kulan ev dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek…

Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî
Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî
Wa hevalan ez bîr kirim teva piþta xwe didan min
Wa xudîya ez firotim bi erzanî
Oy felek oy felek oy felek..

Gotin : Seîd Yusif

******* :



Bes e :
_________

Min dilek girt û min dilek berda
Dilê min bûye kanya kul û derda
Te soz dida min te ez xapandim
Te ez xapandim nizam bû cara çenda
Bû cara çenda
Bes e…
Bes e…
Bese keçê dev ji min berde
Bes e…
Bes e…
Bese heyran dev ji min berde

Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî
Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê
Ez ne poþman im lê bi soz û peyman im
Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê
Bes e…
Bes e…
Bese keçê dev ji min berde
Bes e…
Bes e…
Bese heyran dev ji min berde

Te soz her didan bi sond û peyman
Axir ji destê te lê sed carî eman
Te digo îro, sibe, yan serê salê
Alem zewicîn tenê ez û tu man
Tenê ez û tu man
Bes e…
Bes e…
Bese keçe dev ji min berde
Bes e…
Bes e…
Bese heyran dev ji min berde

****** :


Xwe neveþêre kubar :
____________________

Xwe neveþêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber þekir î, lêvê te hungivîn e

Ro li min bûne sal bo te þêrîn yarê
Dil dike nale-nal derman bik kubarê
Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî
Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne
Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne

Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me
Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me
Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me
Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne

Xwe neveþêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber þekir î lêvê te hungivîn e

Gotin : Seîd Yûsif

****** :



Jinê jinê :
__________

Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li piþt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê

Kurdino min hêvî heye
Rêka cengê fire ye
Ciyê jinê tê heye
Jin jî ne kêmî we ye
Bextê we guh bidinê
Hêjaye malê dinê

Xelk tev çûne ezmana
Jin jî her tewlî wana
Jin jî wekî mêran e
Ê me bê xwendin mane
Li mal dimînin bi tenê
E’li bextê we guh bidinê

Li cîhanê seranser
Jin dixwîne û diçe þer
Jina Kurdî tev gewher
Welatparêz xebatker
Dûr nekin ji xwendinê
Hêjaye malê dinê

Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li piþt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê

****** :


Ez tî me :
__________

Tî me ez tî me ez tî me, li ser kaniyê min te dî
Ji xwe tu nizanî ez kî me, te av neda min û nekir fedî

Weke xerîba dihatim, bi wî çavî limin dinêrî
Te digo ji xwe min nasnakî, ji derda min dabû girî
Soz da bû cara sedî

Do bû bi serê min sond dixwar, me dabû hev soz û peyman
Go hatî go her tine hawar, wey bêbexta
Te ez hiþtim bê xwedî

Dil bir wê dil bir wê dil bir, felek serê min gerand
Kulê dilê min ê pir kir, mejî ji serî firand
Dil bir û nema didî

Gotin : Seîd Yusif

******* :



Rûken :
__________

Xwînþêrînê rûkenê delala dilê min bi tenê
Ka ew roja ez te bînim dest bavêjim wê gerdenê

Ezê çiya bihejînim, bi zor-bi xweþî wê bînim
Ji bo te ez ne sax im ez miriyê xwîna þêrîn im

Te ji vî dilî navêjim, ez evîndarê teyî ji mêj im
Sebra dilê min tu yî li her deverî dibêjim

Gotin : Seîd Yusif

****** :



Çûme Cizîrê :
____________

Ooof... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan
Ax þahlûl û bilbil li hev bûne cote
Me gotinê evînî ji hevre digota
Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan

Oof... çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî
Keçkên Helebiya werne wî alî
Lê keçkên Estêliya werne vî alî
Lê keçkên Cizîriya werne vî alî
Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî

Oof... çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e
Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e
Wele jê derketin ew birê jina
Çûme ya pêþî lê gelekî kin e
Çûme ya nêvî ne li gorî min e
Ez çûme ya dawî ew yara min e
Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina

Gotin : Seîd Yusif

****** :



Nazik û nazdar :
_______________

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Xewa þevê nizam çî ye dimînim þiyar
Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar
Ew roja te gul anî dil ji navê deranî
Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar
Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar
Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î
Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Gotin : Seîd Yusif

***** :



Nofa :
________

Endî ware peytaxtê lê lê...
Endî warê peytaxtê, keç xatûna li ser text e
Þûþa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e
Çima îznê nadî min, nîvsaatekî bême rex te
Lê lê… Nofa

Amûdê ber bi bayê lê lê… Nofa
Amûdê ber bi bayê, Dirbêsiyê ava ye
Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye
Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî
Nofa keça axa ye lê Nofa…

Lê Nofa te zeriyê lê lê… Nofa
Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
Xlulamâ te sipehiyê, ferze keça xelkê bû
Muhbeta dilêm ketiyê Nofa…
Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
Ez xulama sîng sipîyê, bejin ji dara biyê
Xweska ez buyama gustilk, ketbama wê tilîyê
Ferzê keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa…

Gotin : Seîd Yusif

****** :



Min dil da te :
_______________

Min dil da te carek carek di nadim dil
Kul û derdêm bûn barek di serî de nema aqil

Xewa þeva li min diçû bi derda re dimam þiyar
Li min nema reng û rû ji evîna tey dijwar

Min dil da te poþman im te dil da ber derba þûr
Ez bi avê nizanim, te ez kirime behrek kûr

Dixwînim li ser yarê ez bi vî zimanî
Tu carî ji bîra min narê sebrê dil bîr nayê

Çi bi serê min kir evînê ez mame komek hestî
Hinav tev bûn wek xwînê roja te dil xwestî

Gotin : Seîd Yusif

****** :



Meþ ordekê :
____________

Wez ji teyran teyrê reþ im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka keleþ im
Ha meþ meþ ordekê
Aþiqê keçka keleþ im
Ha meþ meþ ordekê

Ez ji teyra teyrê sipî me
Ha meþ meþ ordekê
Ez ji teyra teyrê sipî me
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka bi rîþî me
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi rîþî me
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka gundî me
Ha meþ meþ ordekê
Ez maþûqê keçka gundî me
Ha meþ meþ ordekê

Wez ji teyra teyrê þîn im
Ha meþ meþ ordekê
Wez ji teyra teyrê þîn im
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê

Bo yarê ez har û dîn im
Ha meþ meþ ordekê
Bo yarê ez har û dîn im
Ha meþ meþ ordekê

Wez ji teyra teyrê zer im
Ha meþ meþ ordekê
Wez ji teyra teyrê zer im
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka dor bi ber im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka dor bi ber im
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka esmer im
Ha meþ meþ ordekê
Aþiqê keçka esmer im
Ha meþ meþ ordekê

Gotin : Seîd Yusif

******** :




Cîran :
_________

Erê Cîranê Cîranê
Te bê sozê, bê îmanê
Ka ew soza li eywanê
Erê Cîran bextê te me

Cîran tê û tê ji Mêrdînê
Cohtê memka dihejîne
Ew kî kore Cîran navê
Erê Cîran bextê te me
Bextê te û yê bavê te me
Piþta derî li hêviya te me
Rastî bêje te kî divê
Erê Cîran bextê te me

Bejna te ji dara behîvê
Þewqa te wek ya heyivê
Cerg û dilê min heliyê
Erê Cîran bextê te me
Bextê te û yê diya te me
Ev pênç sale li benda te me
Cohtê memkê te hewce me
Erê Cîran bextê te me

Gotin : Muharemê Zînê :

* * * *


Cizîre :
________

Cizîre Cizîre way
Seet û zincîr e way
Delala min wezîr e way
(Çavreþa min) wezîr e way

Mîr Hesenê Batilî
Evdik çima ti digrî
Delala min xelkê birî
Çavreþa min xelkê birî

Nêrdîþ e Nêrdîþ e way
Þaþa Evdê pûþe way
Delala min dergûþ e way
Çavreþa min dergûþ e way

Herêm : Botan :

* * * *


Hey Narîn :
____________

Hey narîn hey Narîn
Hey narîn hey Narîn
Ez û tu heval î hey Narîn
(Delalê)

Ji nav gul û giyayî hey Narîn
(Delalê)
Olya Baba Bilind e hey narîn
(Delalê)
Xatira ji mal bav dixwazî hey narîn
(Delalê)

Bûkê mal bav besê hey narîn
(Delalê)
Narîn di h3ewþê de hey Narîn
(Delalê)
Hey Narîn hey Narîn

Herêm : Botan :

* * * *


Gulê :
________

Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eþqa min firî paþilê
Ez li nav dara û tu li nav dara
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eþqa min firî paþilê
Min çilo çinî te da kara
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eþqa min firî paþilê

Ez li nav biya tu li nav biya
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eþqa min firî paþilê
Min çilo çinî te da miya
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eþqa min firî paþilê

Herêm : Serhed :

* * * *


Heval Harun :
____________

Li Zaxrozan wek gulek bû
Bi destê sibê re vebû
Dengê gelê bindest bû
Çiya û zozan pê xweþ dibû

Harun wekî þêrekî bû
Serleþkerên gerîlla bû
Tirs û xofên Heval Harun
Di nav dilê dijmin da bû

Gulê çiya û zozana bû
Kurdistan bi wî þa bû
Bînên gulê Heval Harun
Nav hevalan beladibû

Gotin : Welat :

* * * *


Mem û Zîn :
____________

Çar dîwarên deryê hesin
Dikim nakim te nabînim
Were ba min hevala min
Were ba min te bibînim hey

Tu hem gul î tu hem yar î
Bê te dinya bimin sar î
Tu þemala þevên tarî
Were ba min delala min

Ez bûme wek Memê Alan
Evîndar im evîndar im
Pêþ çavê min tu bû Zînê
Were ba min evîndar im hey

Gotin : Mazlum Agaoglu :

* * * *


Lerzan :
__________

Lerzan Lerzan ho Lerzan e
Þahiye û helper çi Kurdane
Her çend yarem lêmbêzare
Bê eþkî çarim naçarim

Bu balakey bûm aware
Lem sare ta ku ew sare

Kurbanî bim ey bay þevê
Xem bey li çavêm nakevê

Herêm: Rojhilat :

* * * *


Xinê :
________

Lêlê lê lê weylê lê xinê
Bejn û bala te teyka sosinê
Me ji te sehnekiriye yek xeber tinê
Terka te nadim heya mirinê

Welleh neveye bîlleh neveye
Indî wer hemî ji tere sehdeye
Ser dest û lepa diçim pêþiyê
Xalo bextê te me ti min bigihênyê

Sibekî malu mabû di derî de
Kefiya malu mabû di destî de
Hingî kina min ket vî dilî de
Lê lê lê lê weylê lê Xinê

Gotin : E.Celîlê Noran :

* * * *


Min te dîbû :
____________

Min te dîbû li ser bîrê, li ser bîrê
Av dikþande bi zincîrê
Radimîsim keçika pîrê
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreþê, çavreþê gerdenxweþê

Min te dîbû li nav titûnê, li nav titûnê
Agir danî ser qelûnê
Ez radimîsim keç xatûnê
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreþê, çavreþê gerdenxweþê

Min te dîbû li nav genekan, li nav genekan
Keçê neke van henekan
Ez radimîsim çavbelekan
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreþê, çavreþê gerdenxweþê

Herêm : Serhed :

* * * *


Kaniya evînê :
______________

Ti we sori kanî evînê
Tîrêja rojê jana birînê
Aso ye sor e buhara jînê
Wa dil û melak tijî ne bi xwînê

Sabir û dilxwaz waye ez dibînim
Hem soz im hem saz
Deþta heyatê wa dixemilînim
Dîlan û Semah lê digerînim

Gotin : Hozan Serhad

* * * * :



Dayê welat þêrîn e :
____________________

Dayê welat þêrîn e, ez sond xarîme
Ger bi miraz neqewlî, çaw li rewî me
Ji bo me ew derd û kul gelek dikþîne
Bê welat ez sêwî me
Dayê welat þêrîn e, dayê welat þêrîn e
Welat þêrîn e

Wek dayika lewik bin, hemî kir zava
Te zar û zêçan pir kir, xênî kir ava
Te gelek mal û hal kir, gelek pê eþiyayî
Dayê welat nebû azad,
Dayê welat þêrîne, Dayê welat þêrîne,
Welat þêrîne

Dayê sibe qet nayê ger min nehêlî,
Hinek êþ bi canê min, tu min bixemlînî
Þev û roj li serê min hêstirk dibarînî
Car din wek wê nakþînin
Dayê welat þêrîne, Dayê welat þêrîne,
Welat þêrîne

* * * * :



Þêrîna min :
____________

Þêrîna min were ba min
Þêrîna min wez bê hal im were ba min
Ku tu ji min bawer nakî nayî dîtina min
Piþtî ez mirim tu qet neke þîna min

Çavreþa min çare nîne
Çavreþa min nav û cergêm tev bi xwîne
Sebeba min ev dila bo te evîn e
Sebeba min ev dila ji bo te evîn e


* * * * :



Bêrîvanê :
____________

Bêrivanê mal wêranê
Þêrînê wey bê xudanê
Zerka te bo çi vala ye
Meþka te bo çi qetya ye
Bêrivanê mal wêranê
Þêrînê wey bê xudanê


Pezê te bo çiyê mite
Belavê ev ro kit kite
Berîyê bêje þivanê
Guh bide pezê xudanê
Berîvanê mal wêranê

Bêrîyê bêje bêrîya
Esmer û can û zerîya
Nêzîke ew bihar bêtin
Ew bihara pez bizêtin
Bêrîvanê mal wêranê

Berîyê qêr ke strana
Da te nakin êþ û jana
Em ji tirsê qet namirin
Em ji tirsê qawîmtirin
Bêrîvanê mal wêranê

Bêrivanê mal wêranê
Þêrînê wey bê xudanê
Zerka te bo çi vala ye
Meþka te bo çi qetya ye
Bêrivanê mal wêranê
Þêrînê wey bê xudanê

Gotin : Tahsîn Taha

* * * * :



Eman eman :
____________

Eman eman
Eman eman
Zalim eman

Evan dila, gote bila
Xwelî li serê bê aqila
Disgotin

Her du dila gotî bila
Her du dila gotî bila
Em ketine dawa kula
Em ketine behra kula
Disgotin

Kes nemaye li darê dinê
Kes nemaye li darê dinê
Neketîye behra evînê
Neketîye dawa evînê

Pirsyar bikin ji vê cîhanê
Pirsyar bikin ji vê cîhanê
Da bo we bike behsê vîyanê
Da bo we bike behsê vîyanê
Disgotin


* * * * :



Ji bona her kesek yarek :
_______________________

Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e

Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û þeng û þepal û þox û cebbar e

Hezar we min di vê rê de bi van derd û kulan kuþtin
Telesma ser devê xorta di sîngê min de reþmar e

Çi zanî qîmetê vê þengeþoxê dijminê bêbext
Ne wek min dil bi top û awirê yarê birîndar e

Eger çendî bi dest dijmin were yara min a þêrîn
Bi navê we ez bilind bûme giham gerdûnê seyyare

Bi wan lêvên þekerbarîn bi min da soz û peymanek
Ji min pê ve ku dil nedî kesî ew yara bêçare

Di govenda me de herkes bi dilþadî bikin dîlan
Li þûna hêstirên çavan xuþîn bên co û cobare

Ev e soza me jî pê re ku dil herdem bidim desta
Netirsim ez ji zindan û ji lêdan û ben û dare

Ev e soza min û dîlber eger bimrim di vê rê de
Ji vê dinya xweþ û þêrîn Cegerxwîn jî, ne bê par e

Helbest: Cegerxwîn

* * * * :




Bextê dinyayê :
____________

Milletên hevgir hemî barbar in
Ji bo zaliman heval û yar in
Milletên mazlum dibên terorin
Qeda û bela bikeve bextê dunyayê

Dunya bêbext e bê soz û qirar
Ji bo me Kurdan gellekî xedar
Ji ber me û paþ me rabûne neyar
Qeda û bela bikeve bextê dunyayê

Rojkî ji bo me nebûye ew dost
Nebû ji bo me ne tac û ne post
Rezîl û qehpe dostanîya mêrê pûþt
Qeda û bela bikeve bextê dunyayê

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Binewþa min :
____________

Bihar e baranê dar û ber þuþtin
Sosin û beybûn nergiz gehîþtin
Wan bayiwan ji bera çexel derêþtin
De vebe binewþa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe

Bila bixwîne bilbil li ser te
De êdî vebe ez mame tenê
Dilþadî û kêfxweþîa me kanê
Ez mame bêpar lê evê dinê
De vebe binewþa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe

Bila bixwîne bilbil li ser te
Eger tu webî dilê me xweþ bî
Ev rengê me yê sor û zer geþ bî
Bax û rezên me wê bi te nexþ bî
De vebe binewþa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe
Bila bixwîne bilbil li ser te

Gotin : Shahram Doustanî

* * * * :



Bêrya we dikim :
_______________

Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim bêrya we

Ey çiyayên bi gulen sor
Xezalên geliyên meyî jor
Xula xula ava kanîya sar
Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim...

Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim bêrya we
Dengê bilurê van þivana
Dengê davul û zurnevana
Girtina govend û dîlana
Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim...

Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim bêrya we
Kela kela germa havinê
Þevên saî ronya heyvê
Bêhna gulên þîlanê
Bêrya we dikim bêrya we
Bêrya we dikim...

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Way lê :
___________

Way lê way lê way lê
Way lê Way lê Way lê
Ev çiye hatiye serê min
Eþqa te ketiye dilê min
Way lê way lê way lê
Way lê way lê way lê
Wer ji ter bêjim eþkere
Ez te nadim zêr û pera
Ezê bimrim ji tera
Way lê way lê way lê
Way lê way lê way lê
Wer ji ter bêjim bi dizî
Dilem ji eþqa tera rizî
çima tu nabi razi
Way lê way lê way lê

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Bajarê Dersim :
_______________

Bajarê Dersim, way bajarê Dersim
Werê Berxwedanê, mêrxweþ û egîdan
Çiyayê Munzur li dora te ye
Çemê Munzur bi xwîna te ye
Baba Duzgun ziyareta te ye
Dengê bilbilan xemgîniya te ye
Bajarê Dersim, way bajarê Dersim
Diroka dirêj e, herkes te dibêje
Seyît Riza berbanga teye
Ali Þêrê te hin li bîra me ye
Dengê mazluman hawara te ye
Dengê Zîlana qêrîna te ye
Bajarê Dersim, way bajarê Dersim
Dengek li te bu mîvan, dengê wan þehîdan
Ez bang û hawar gaziya te me
Sond û peyman ser rêka te me
Hiþyar û xemgin ez awaza te me
Min çav li fermana biryara te ye

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Ey dilê min :
____________

Ey dilê min, ey dilê min
çi xweþ ezeb e tu didî min
Te jan berdaye kezaba min
Nema tîne sebr û arama min
Ez nizanim, ez nizanim

Ji ber çiye ev êþ û jana min
Tim hêjar e ev dilê min
Xemgîn bûye jiyana min

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Ez agir im :
___________

Ez agir im agir
Ez agir im venamirim
Ez agirê zerdeþtim
Ji dîroka kevnarim
Ez agirim agir

Agirê doza we me
Kaniya jiyana we me
Ez agirim agir

Evîna dilê we me
Agirê hêviya we me
Ez agirim agir

Ez agirim diêwitim
Ez agirim diêwtînim
Ez agirim agir

Ez bayekî azadim
ji tîreja rojê me
Ez agirim agir

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Karvanê Helebê :
____________

Hat karvanê Helebê oy eman oy eman
Dani deþt û neqebê van zeriyan ez helandim
Van zeriyan ez helandim oy eman oy eman
Kirim dare lewlebê oy eman oy eman

Hat karwanek ji Muþê oy eman oy eman
Danîn li hember deþtê van zeriyan ez helandim
Van zeriyan ez helan dim oy eman oy eman
Kirim darê derguþê van zeriyan ez helandim

Hatim gundê Tilbusê oy eman oy eman
Hatim gundê Tilbusê oy eman oy eman
Dikim keçekê ramîsim oy eman oy eman
Ketim derdê namusê van zeriyan ez helandim

Ça vkanî: Mihemed Arif Cizrewî

* * * * :



Li gundê me :
____________

Li Gundê me li gundê me
Þehîd anîne gundê me
Binya malan li gundê me
Gorek kolan gundiyên me
Dayîka min bi hêsrên xwe
Av da gora mîvanê me

Ev þehidekî bê nav e
Kes nizane ji ku der e
Teyre ji refê xwe qetya ye
Di ser gundê me da firyaye

Nêçîrvana anîn xwere
Xwîn ji baskê wî rijyaye
Ev xortên me ev xortên me
Têne xwar ji çiyayên me
Rext pêçane li bejn û balê
Sond xwarine bi rengê alê
Bîr û bawer xurt kirine
Evîn xistine her mal e

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :



Zinarîn :
__________

Ez im li ser çiyan kevoka narîn
Difirim difirim li ser deþt û zozanan
Baskê xwe li bayê tenik dixînim
Difirim seranser welate þêrin
Zinarîn .....

Li nav wan ezmanên bê dawî de
Digerim digerim li stêrka digerim
Rûdinim li ser çiyayê Hemrîn
Bi hêz im bi hêz im wek baz û pilingan
Divêt dijmin per û baskên min þikestin
Min biþon min biþon bi ava welate min
Ez þehida evîna mezin
Wek Edulê Zîlan û Zînê

Gotin : Xemgîn Bîrhat

* * * * :




Negoranê wîm e
____________

Min negorawim wek caran mawim
Le derdî dûrit dilpirz û xaw im
Þeweyî rûxsarit le dil cêh cîre
Bilesey eþqit her be tesîr e
Eksî rût le nêw bîlbîlekey çaw im
Naþorêtewe be fîrmîskewe

Hez û ninaw im, binayî çaw im
Min bêwefa nîm, bê yadî te ejîm
Yarî cebîn gul, her elêm be kul
Wek caran mawim,
Min negorawim, min negorawim

Kewa neanî ke min negorawim
Êstaþ her þêwat ma li pêþ çaw im
Be derd û xefet, be cewrî zeman
Ne hîç, ne kesî te eçîna jêrgewr

Legel xefet û derdî zemana
We zor e nagre azîz bizane

Hêz û ninaw im, bînayî çaw im
Min bêwefa nîm, be yadî te ejim
Yarî cebîn gul, her elêm be kul
Wek caran mawim,
Min negorawim, min negorawim

Gotin : Tîpî Baban

* * * * :



Rivîn :
_________

Dûxanek rabû ji piþta çiyan
Dilê min jî þewitî pê ra li vir
Bi dil ez bi te ra bûm, lê
Laþê min bêruh îro maye li vir

Dixwazim ez teyrek baz bim
Bifirim esmanan, derkevim ji hûndir
Yek caran xwe deynim cûdî
Carînan ji dakevim gundên çolbir

Rivînên agir bêhna min çikand
Teng dibim ji qehra bê livbazî
Hawara zarên bêcîh man
Û qêrîna dayika min dixwaze

Dixwazim ez teyrek baz bim
Bifirim esmanan, derkevim ji hûndir
Yek caran xwe deynim cûdî
Carînan ji dakevim gundên çolbir

Gotin: Îrfan Ozturk

* * * * :



Ay Dil :
_________

Ay dil, ay dil, dilo lo
Te digot çi min digot wilo lo
Wext derbas bû weka do
Heya ez heliyam lo

Ay dil, ay dil, dilê geþ
Te dît gellek tiþtê xweþ
Te yek dikir sed û þeþ
Xera kir kezeba reþ

Ay dil, ay dil, dilo lo
Te digot çi min digot wilo lo
Wext derbas bû weka do
Heya ez heliyam lo

Ay dil, dilê xortanî
Gelek tiþtê xweþ dianî
Min digot qey tû bi zimanî
Lê kurmancî nizanî

Ay dil, ay dil, dilo lo
Te digot çi min digot wilo lo
Wext derbas bû weka do
Heya ez heliyam lo

Gotin : Aram Tîgran

* * * * :



Aþtî :
______

Stêrka Gelawêj, berbanga sibê tîne
Bi rê ketine kevokên þîn bihêvî ne
Ji bo jiyanek nû, ew tariyê diqetînin
Hildan barê aþtiyê, bûn rêberê aþtî

Aþtî armanc, aþtî hêvî
Aþtî awaz, aþtî hawar
Aþtî, aþtiya kevokên þîn

Di ronahiya çavên axa pîrozbiha
Ew ê binivisînin helbestên aþtiyê
Em e li gerdûnê biafirînin þaristanek
Navê mirovahiyê bi rengelan binexþînin

Aþtî armanc, aþtî hêvî
Aþtî awaz, aþtî hawar
Aþtî, aþtiya kevokên þîn

Gotin: Huseyîn îldan

* * * * :



Min Te Dîbû :
____________

Min te dîbû li ser bîrê
Av dikþandî bi zincîrê
Ez radimîsim keçika pîrê
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreþê, çavreþê gerden xweþê

Min te dîbû li nav titûnê
Agir danî li ser qelûnê
Ez radimîsim keçxatûnê
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreþê, çavreþê gerden xweþê

Min te dîbû li nav genekan
Keçê neke van henekan
Ez radimîsim çav belekan
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreþê, çavreþê gerden xweþê

Herêm: Serhed

* * * * :



Edlê :
________

Edlê rabe sibe ye
Þiliyê rabe sibe ye


Edla min a edilî
Þiliya malê edilî
Keskesora xemilî
Min dît li gir Fetilî
Eynek danî xemilî
Kulê te terasbavê
Hemî mane li vî dilî

Edlê rabe sibe ye
Þiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Mala Edlê li neqebê
Mala þiliyê li neqebê
Lê da bayekî xezebê
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê kezebê
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê kezebê

Edlê rabe sibe ye
Þiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Mala Edlê deþtê bû
Mala Þiliyê deþte bû
Lê da bayekî dinê bû
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê hêwiyêwo

Edlê rabe sibe ye
Þiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Herêm: Botan

* * * * :



Sîpanê :
_________

Sîpanê gaz bi gaz e, Leylo Leylo Leylo
Wêranê gaz bi gaz e, zalim kûr dinalim
Meskenê pezê laz e, Leylo Leylo Leylo
Wêranê pezê laz e, zalim kûr dinalim


Sîpanê gaz bi gaz e, Leylo Leylo Leylo

Wêranê gaz bi gaz e, zalim kûr dinalim
Kûr dinalim, kûr dinalim, kûr dinalim

Sîpanê hol e mol e , Leylo Leylo Leylo
Wêranê hol e mol e, zalim kûr dinalim
Mexelê pezê kol e, Leylo Leylo Leylo
Wêranê pezê kol e, zalim kûr dinalim

Sîpanê gaz bi gaz e, Leylo Leylo Leylo
Wêranê gaz bi gaz e, zalim kûr dinalim
kûr dinalim, kûr dinalim, kûr dinalim

Sîpanê perbelekan, Leylo Leylo Leylo
Wêranê perbelekan, zalim kûr dinalim
Mexelê pezkulekan, Leylo Leylo Leylo
Wêranê pezkulekan, zalim kûr dinalim

Herêm : Mûþ :


Berîvan :
____________

Hate nav pez Bêrîvanê, me bi hev re da jivanê
Lê dema çavê min pê ket, dil li min kir heyecanê
Min gazî kir wa cîwanê, tû bi agirê nava min zanê
Va ji derdan êþ li min ket, tev ji destê te gîha min

Bêrîvana nav biharê, her ji bo te min hawarê
Min hinav agir jî pê ket, min ji ber nalîn û zarê

Bêrîvana min delalê, gelek hêja û þepalê
Çavê Seyda ku li wê ket, me dît can mayê bêhal e
Bêrîvanê hatî ji der dê, were bo me tû xeber de
Me dît wek findê tu pê ket, te li dil me kiriye ba lê

Bêrîvana wî pesarî, dil revandî her biharî
Lê dema piþka me lê ket, tê bîra min her êvarî

Helbest: Seydayê Keleþ

* * * * :



Þayê Çimanê To :
__________________

Lozina ra dûyê mi birina
Þivinga mi ra recê xû birina
Xança mi ra nan û sola xû birina
Raya min ra bêjna xû birina

Ax gulazêr, gulazêr
Dilê mi de, namê to bî zûr
Hêza mi fît telî ra
Hêza mi fît sinc kera

Þayê çimanê to ez recî ra veto
Nata se kerê to
Nata se kerê jikê gurêwo
Wayrî zar û zêçiya

Ax gulazêr, gulazêr
Dilê mi de, namê to bî zûr
Hêza mi fît telî ra
Hêza mi fît teli ra
Hêza mi fît sinc kera

Gotin: G. Dogan Munzuroglu

* * * * :



Bixeleþim :
____________

Gonî verdi ra nixeleþîna
Koyê ma di qetîl kêm nibiya
Merxî ze xoy ma, domanê ma cariyê
Befindekê welî eþto riya ma
Va cerga ma, ez bê te ma
Reþtika disminî bireso
Heq niþkino koyanî ma destîkero
Destêkero vora xû ko tû ra varneno

Gonî bê gonî nixeleþîna
Zaf tengî amey þî
Piya pîr, bavê ma canî verda welat
Jû ez xadima serê koy
Jû ez mendû dûrî

Gotin: G. Dogan Munzuroglu

* * * * :



Þikrayê :
__________

Sebra min bêyî te nayê
Þêrînê nûgihayê
Te’z kuþtim, te’z helandim
Te’z berdame dinyayê
Ax û eman Þikrayê
Rê dûre xeber nayê
Çavê min bi rê de maye
Ax û eman Þikrayê

Nazik û nav giran î
Tu bi derdê dilan zanî
Te agir berda vî canî
Hîn jî tu nayê yarê

Ax û eman Þikrayê
Rê dûre xeber nayê
Çavê min bi rê de maye
Ax û eman Þikrayê

Gotin : Mihemed Þêxo

* * * * :



Romanî :
__________

Romanî ha Romanî, haylo lawo Romanî
Romanî ha Romanî, de gidî lawo Romanî

Te li wê riyê çi anî, haylo lawo Romanî
Te li wê riyê çi anî, de gidî lawo Romanî
Cot gamêþên nêr anî, haylo lawo Romanî
Cot gamêþên nêr anî, de gidî lawo Romanî
Xeyrî keçikê derd anî, haylo lawo Romanî
Xeyrî keçikê derd anî, de gidî lawo Romanî
Romanî ha Romanî, haylo lawo Romanî
Romanî ha Romanî, de gidî lawo Romanî

Xeyrî xwe wê derd nedî, haylo lawo Romanî
Xeyrî xwe wê derd nedî, de gidî lawo Romanî
Qimilî dîsa dîsa, haylo lawo Romanî
Xwe didî dora kîsa, de gidî lawo Romanî
Fincanê dest Ûrisa, haylo lawo Romanî
Fincanê dest Ûrisa, de gidî lawo Romanî
Qimilî dorê bîrê, haylo lawo Romanî
Qimilî dorê bîrê, de gidî lawo Romanî

Romanî ha Romanî, haylo lawo Romanî
Romanî ha Romanî, de gidî lawo Romanî

Herêm: Serhed

* * * * :



Min digo melê :
________________

Min digo melê lê lê te digo me lê lê
Malan barkir lê lê çaydan (di)kelê

Navê yaram lê lê nav meleke lê lê
Bejn zirave lê lê por xeleke
Baran barî lê lê li Xwedê da
Av herikî lê lê ber malê da
Seredor

Baran barî lê lê erd þil nekir lê lê
Tu ya min bûy lê lê Xwedê nekir
Li dinyayê gellek yar dîn
Ser yarê ra yar hez nekir
Seredor

Payîze dibarî av li sere lê lê
Çi bostane bê çepere
Dinya alem tev zewicîn
Ew ê bêkar lê lê ez u ten e
Seredor

Herem : Karakoçan

* * * * :



Ax lê Elif :
____________

wezî wî çaxa em ber karan
Kar mexelda binya daran
Me hevra kozik çê dikir
Em malkî dilîstin xwera

Ax lê elê lê lê elê
Zeman çiqas xweþ bû belê
Axle elê lê Elife
Por orxane sîng balîfe

Xwezî wî çaxa arê çîyê
Em dilîstin ser kanîye
Me hevra kilam digotin
Hetta þev nivê tarîyê
seredor

* * * * :



Welat durêm :
________________

Welat ji min dure sebra min nayê
Dil bê hedûre xewka min nayê
Ax eman eman sebra min nayê
Ax limin limin xewka min nayê

Ew çi dikin dayîk û bawê min
Zimanê winda nakewî navê min
Xewn u xeyala wan tim ber çawên min
Qom u qewlo xade dikin kevran mêvên min

Delalîka dilêm çi dike
Ez (di)zanim çav rêye bîra min dike
Li jê ra bibejin îsal kû ez nehatim
Bila ser min nesekine here mêr bike

Welatê xelkê tim li min sare
Ne payîz ne havîn ne bihare
Evar dibe xewn û xeyala min digre
Îster çavê min da dayê hûr hûr dibare

Gotin : Ozan Delal

* * * * :



Lê lê Qurban :
________________

Lê lê qurban min go navê te girane ez ban nakim
Xwedê arekî mala bavê te (bi)xinî xewda nakim
Hetta ku serê min û te neçûye ser balîfekî
Bila dinya alem bibêjîînam nakim

Lê lê hîva gundê me yo hîvek nu ye
Ji xwe ra her jî çûye bilind bûye
Lê lê delalîkê gotin dilê te nexweþe
(Limi kwîre bra hayjeciye) ???

Lê lê min go dilo dilo dil sisê ye
Dinya alem çarkoþe ye
Kî (li) vî dinya bi dilê xwe bizewicî padiþahe

Gotin : Mesud

* * * * :



Erdê Depê ( arakoçan ) :
_________________________

Erdê Depê erd ki dûze
Tava havinê qîje qîje
Hêkê daynin hêk dipêje

Erdê Depê erdki dûze
Ser dilîzin xort û qîze
Yara min ewa îþlig sîse

Deþta Depê deþtki dûze
Van du siyaran vîz û vîze
Yara min wan ra war dilîze

Herem : Karakoçan

* * * * :



Gula cîhanê :
_______________

Hezar û çardeh sale em vê cîhanê
Azadîyê daxwez dikin ji boy Kurdistanê
2{ Dilê min ji te râ feda gula cihanê

Ey Mazlum û ey Kemal mizgîn li we be
Þerefa li dinya yê ser serê we be
2{ Radike koletîyê hat partîya me Nakarat

Welatê min darek bû ma li ser çiyayên te
Daxwezya min xwelî bû ma li ser erdê te
2{ Hîv û roj tarî bûye ji ber nûra te

Gotin : Zinar Sozdar

* * * * :



Çiya bilind in :
_______________

Weylê dîne çîya bilindin te nabînim
Va Kurmance gul sorbune naçirpînim
Gundî ciranino min go ezê ser dile xwe da
Ne du dilan na hewînim nahewînim

Wa malino dîna min direvî wa direvî
Erê dîne tu wer rindî pirr bêdewî
Gundî malino min go ezê keleþ kewa xwe bigrim
Ketin orta min û we da deþt u zevî

Çavkanî: Radyoya Yêrêwanê

* * * * :



Yar ha nîna :
____________

Yar hatime te bibînim yar ha nîna nîna nîna
Yar hatime te bibînim yar ha nîna çavreþ nîna
Zerê serê te helbînim yar ha nîna nîna nîna
Zerê serê te helbînim yar ha nîna çavreþ nîna
Pê niþana xwe datinim yar ha nîna nîna nîna
Pê nîþana xwe datînim yar ha nîna çavreþ nîna

Yar hatime te bixwezim yar ha nîna nîna nîna
Yar hatime te bixwezim yar ha nîna çawreþ nîna
Dêû bavê te cambazin yar ha nîna nîna nîna
Dêû bavê te cambazin yar ha nîna çavreþ nîna
Qelindê pirro min dixwezin yar ha nîna nîna nîna
Qelindê pirro min dixwezin dost ha nîna çawreþ nîna

Yar hatime te bi gul kim yar ha nîna nîna nîna
Dost hatime te bi gul kim dost ha nîna çawreþ nîna
Te mayinê kiras û dil kim yar ha nîna nîna nîna
Te mayinê kiras û dilkim dost ha nîna çawreþ nîna
Yar ha nîna nîna nîna yar ha nîna çawreþ nîna
Dost ha nîna nîna nîna dost ha nîna çawreþ nîna

Herem : Karakoçan

* * * * :



Hoynar hoynar :
_________________

Hoynar hoynar hoynarew narîna min
Hoynar hoynar hoynarew þîrina min

Navê yara min nazew narîna min
Navê yara min nazew þîrina min
Kember piþtê gelbazew narîna min
Kember piþtê gelbazew þîrina min

Navê yara min fatew narîna min
Navê yara min fatew þîrina min
Kember piþtê duqatew narina min
Kember piþtê duqatew þîrina min

Navê yara min zîne narîna min
Navê yara min zîne þîrina min
Kember piþtê zêrîne narîna min
Kember piþtê zêrîne þîrina min

Herem : Karakoçan

* * * * :



Gula Baxçê min :
__________________

Gula baxçêmin hêjare
Birina dilêmin xedare
Dikim gazî û havare
Ka welatê min Kurdistan

Buhara min bu zivistan
Ne gul maye ne jî gulistan
Çar havêr dor buye goristan
Ka welatê min Kurdistan

Ev çi heþme hat serê me
Qetilkirin bav û birême
Ka erdê me ka warême
Ka welatê min Kurdistan

Gotin : Koma Pêþeng

* * * * :



Birêye min :
____________

Rojek serê sibê têrê belek hatî
Li ber derême danî xeberek reþ hanî
Dilême þevitî agir li ser denî
Gotin birayen min roniya çavêmin
Nava çemî pereda di þerek giranda
Bi penç re hevalan ketin dilê gelan

Dema ku bihartê li deþta depê
Kani rubar dertê ba bi pelbi pelte
Bihna te xweþ jêtê

Ax birayemin Ayhan tev li pênç hevalan
Bun dermanê salan ji bo birina dilan
Li deþt u baxan wunin rengê gulan

Emji ve birnakin Ayhan Mehmet Celal
Axa welat jilbu bi xuna weyi zelal
Li peywe tên va bi hezaran heval

Ax biraye Ayhan tev li penç hevalan
Bun dermanê salan ji bo birina dilan
Li ser deþt u baxan wunin rengê gulan

Gotin : Diyar

* * * * :



Ziravê :
__________

Zirav çûye davatê
Kêf û þahi û muhbete
Ketye sêrê govendê

Ziravê lê lê ziravê lê lê..............
Ziravê lê lê ziravê lê lê ziravê
Bila biþewte mala bavê

Zirav çûye beriyê
Deþt havit ganî miyê
Miyê bazda çû siyê
Seredor

Zirav çûye beravê
Kinc þuþtin avêt tavî
Nenik zer bû zeravê
Ziravê lê lê ziravê lê lê........
Seredor

Herem : Karakoçan

* * * * :



Derdê welat :
_______________

Derdê welat birindar im
Bê hal û ez bê yar im
Weke pezê bê þivan im
Ji derdê welat, ji derdê welat

Evindarê welat im ez
Nexweþê bê derman im ez
Li xeribye bekesim ez
Ji derdê welat, ji derdê welat

Ey welat te ez gej kirim
Miriyê bê kefan kirim
Evindarê bê saz kirim
Ji derdê welat, ji derde welat

Gotin: Zinar Sozdar

* * * * :



Esmerxan :
_______________

Ware esmaramin ware dilberamin
Demak ez te dibimin xweþ dibe jiyanamin

Navê esmerê xane nêrgiza ser çiyane
Bejn zirav wek rihane lê lê eþqa dilê xortane
Seredor

Ez geriyam geriyam çuk û pêymin þikîyan
Waxtak ez te nebinim esmer tu bizane ez miriyam
Seredor

Dewer were esmer were
Ez hesreta axa teme
Ez evindarê bejn û bala teme
Ax dewer were esmer were

Gotin : Zinar Sozdar

* * * * :




Lê gidyê :
___________

Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way
Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Te digo vi gudi mêrnakim lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way
Dilê lavan xirawnakîm lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

2 { Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Çavête kanika kiliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way
Ezçibkim tu hjimin duri lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

2 { Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Delalê þêrinê hevaliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way
Esmerê rewþa navmaliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way
Lê gidyê lê gidyê lê lê gidyê gidyê way way
Lê gidyê lê gidyê lê lê gidyê gidyê way way


* * * * :


Çek û tembûr :
__________________

Çek û tembûr destê min
Diçêm kêf û seyran ê
Diçim li vir naminim
Digerim li dilanê
Gundîno ji min re bêjin
Sebra dilêmin kanê

Þervanê Azadiyê me
Bilbilê serê çêyme
Ez aþiqê axême
Kulilka li nav deþtê me
Deþt û zozan digerim
Sebra dlemin kanê

Malino wê çawa be
Ji xort û keçan rê dibêjim
Serbilind û azabe
Li deþt û çiyan dihêjim
Deþt û zozan digerim
Sebra dilê min kanê

Gotin : X.Xemgin

* * * * :



Hember malan :
___________________

Hember gundan du dare
Ji derket çiftik yare
Derdê min ya kibare

Hember malan du guze
Jê derket çiftik kîze
Derdê min ya ezîze

Hember mussan du tuke
Jê derket çiftik bukke
Derdê min ya piçukke

Berhevkirin: Zinar Sozdar

* * * * :



Dilê yarê :
____________

Dilêmin û dilê yarê
Avê vexum koka darê

Dilêmin û dilê kizê
Avê vexum koka guzê

Dilêmin û dilê berxê
Avê vexum koka derxê

Berhevkirin: Xemgin Birhat

* * * * :