PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 9


Mizgîna Çeleng :
____________

Keça dilþewat, daket nav civat
Destpêkir xebat, xebata zêrîn
Þêra me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin

Di vê biharê daket kenarê
Yanzde Gulanê rojek pir bêtî
Þera me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin

Gulle diavêtin pêsîra dujmin
Komên faþistan berjor difirîn
Þêra me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin

* * * * :


Hewlêr :
__________

Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çawên bûkan
Hewlêr bi xwîna þehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Hêlîna þehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan
Hewlêr

Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geþ dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Helîna þehîdan e Hewlêr
Helîna Egîdan e Hewlêr

* * * * :


Payîz e :
_________

Payîz e ew dema çû
Ber zivistan derd giran bû
Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû
Çendîn havîn wê derbas bûn
Agirê dilêm derman nebû

Kela þînê, derya jînê
Ez kuþtim ax wê evînê

Payîz e mij û dûman
Berx ketiye sofra guran
Çendîn deman, çendîn salan
Her mane li cîh û waran
Em mane bin cîh û waran

Kela þînê, derya jînê
Ez kuþtim ax wê evînê

* * * * :


Þêr e :
_________

Þêr e, Þêr e, Þêr e...
Çi jin e yan çi mêr e
Çûye nav bajêr e
Evîna min jê re
Mêr e...
Ew bûye Þoreþger e

Mêr e, Mêr e, Mêr e...
Di dest de tewr û bêr e
Çûye gundê jêr e
Kama dilê min bi wê re
Mêr e...
Ew hemî Þoreþger e

Ew doza Kurdistan
Qet nîne rawestan
Welatê serbestan
Ji jor we heta jêr e

Þêr e, Þêr e, Þêr e...
Çi jin e yan çi mêr e

* * * * :


Ser banîka :
____________

Keçik dîbûm li banîka
Xezal dîbûm li banîka
Enya gewher, enya zirav
Tunçkê enyê bin þewqê ra
De bila bîra te were
Çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka

Derd û kulê me giran e
Welatê me bin destan e
Heta azadiyê em nebînin
Li xwe nakin kincê bûk zavan e
De bila bîra te were
Çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka

* * * * :


Bejna zirav :
____________

Bejna zirav þiva zêro
Poz bi qulê xizêm têro
Bejna zirav þiva zêro
Poz bi qulê xizêm têro
Ez xebitîm, tu xebitî
Gewra min mayî-j xelkê ro
Ez xebitîm, tu xebitî
Rinda min mayî-j xelkê ro

Lê lê dînê keça dînê
Kiras sorê pêþmal þînê
Lê lê dînê keça dînê
Kiras sorê pêþmal þînê

Haydê-m hevdî birevînin
Xwe bavêjin dor Mêrdînê
Were-m hevdî birevînin
Xwe bavêjin dor Mêrdînê

Çi ewrekî reþ û tarî
Berf û baran jê dibarî
Çi ewrekî reþ û tarî
Berf û baran jê dibarî
Ya ko hate serê min û
Ya ko hate serê min û
Keçka delal nehat serê

Lê lê tolê keça tolê
Pêþmal þînê gol bi golê
Lê lê tolê keça tolê
Pêþmal þînê gol bi golê

Te xortê xelkê dîn kirin
Har kirin û berdan çolê
Te xortê xelkê dîn kirin
Har kirin û berdan çolê

Lo Xwedêo, xweþ Xwedêo
Av di konê me bize wo
Av di konê me bize wo
Keça malê rabe pêo
Çi bejnekek zirav lêo
Çi xeftanê þamî lêo
Her alîkî cêbek lêo
Her cêbekê sêvek têo
Kes nizanî rizqê kêo

Bejna zirav þiva zêro
Poz bi qulê xizêm têro
Bejna zirav þiva zêro
Poz bi qulê xizêm têro

Ez xebitîm, tu xebitî
Gewra min mayî-j xelkê ro
Ez xebitîm, tu xebitî
Rinda min mayî-j xelkê ro

Helbest: Kilam û Stranên Kurd
M. Bayrak û Þêxo

* * * * :



Evînperwer im :
____________

Mebine pîr û kal im
Þev û rojan dinalim
Mebine pîr û kal im
Þev û rojan dinalim
Evîndarê cemal im
Perwerdayê evîn im
Perwerdayê evîn im

Serbestî ye riya min
Azadî hêviya min
Serbesti ye riya min
Azadî hêviya min
Were bike bi ya min
Rû geþ bike bi bînê
Rû geþ bike bi bînê

Ez dibêjim ji bo te
Dilpaqij im ji bo te
Ez dibêjim ji bo te
Dilpaqij im ji bo te
Dil dikujim ji bo te
Hevalê-xemrevînê
Hevalê-xemrevînê

Eger divê ciwan bim
Gernas û pehlewan bim
Carek divê ciwan bim
Gernas û pehlewan bim
Ez þevgerê þevan bim
Derman bike birîne
Derman bike birîne

Ez im Memê di zîndan
Girêdayî bi bendan
Ez im Memê di zîndan
Girêdayî bi bendan
Tu bigre mûm û findan
Wer derxe min, tu Zînê!
Wer derxe min, tu Zînê!

Ez sond dixum b’serê te
Bi wan sîng û berê te
Ez sond dixum b’serê te
Bi wan sîng û berê te
Naçim ji ber derê te
Çibkim malê cîhanê
Çibkim malê cîhanê

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



De hora hora :
____________

De hora hora, de hora hora
Li me ferman e, li me ferman e
De hora hora, de hora hora
Gaziya çiyan e, gaziya çiyan e
(Dîsgotin)

De hora hora, de hora hora
Li me ferman e, li me ferman e
De hora hora, hêviya salan
De hora hora, hêviya salan
Ya bav û kalan, ya bav û kalan
Germiya nan e, germiya nan e
(Dîsgotin)

De hora hora, stêrka sibê
De hora hora, stêrka sibê
Fîte-fîta bê, fîte-fîta bê
Loriya avan e, loriya avan e
(Dîsgotin)

De hora hora-me, xatir xwestiye
De hora hora-me, xatir xwestiye
Soz guhastiye, soz guhastiye
J’dost û yaran e j’dost û yaran e
(Dîsgotin)

Helbest: Kemal Burkay

* * * * :



Dîroka mirovan :
____________

Birano ev çi hal e ji we pirskim
Xuþkino ev çi hal e ji we pirskim
Mirov bûne cengewarê hevdu
Mirov bûne hemû neyarê hevdu
Kevr û zinaran bixun ji we tirsim
Ba û bahoz direvin ji ber van
Ba û bahoz direvin ji ber van

Hevdî dikujin û hevdî dimijin
Hevdî dikujin û hevdî dimijin
Kedxwar in xwinrêj in tev mêr û jin
Kedxwar in xwinrêjin tev mêr û jin
Nizanim ji wera hin çi bêjim
Axa reþ fedî dike j’mirovan
Axa reþ fedî dike j’mirovan

Mirov hene jiyanê þêndikin
Mirov hene jiyanê þêndikin
Hezar salan b’keda xwe çêkirin
Hezar salan b’keda xwe çêdikin
Vê cihanê bi zêr û zîv hêlin kirin
Hêvi û evîna min li cem wan
Hêvi û evîna min li cem wan

Ez hozanekî bi derd û kul im
Ez hozanekî bi derd û kul im
Mirovên cîhan ra nû bangdikim
Mirovên cîhan ra nû bangdikim
Zarok û kulilkên tên xwe bîrnekin
Berdin þer û fêsadî û derewan
Berdin þer û fêsadî û derewan

Helbest : Þêxo

* * * * :



Dilê bêmal :
____________

Dilo menal xweþ bihar e
Kulîlk dikin zare-zar e
Dibên rabin temaþekin
Welatê me birîndar e
Dibêm rabin temaþekin
Welatê min birindar e

Dilê’m dîsa xeyidiye
Derket çûye xerîbiyê
Min bîra welatê xwe kir
Dil þewiti wek xwelî ye

Dilo bêmal bihar þîn e
Ev dilê min kul-birîn e
Carekî felekê pirskin
Ji Kurda ra çi xayin e
Herin wê felekê pirskin
Ji Kurda ra çi xayin e

Dilê’m dîsa xeyidiye
Wekî berfê cemidiye
Dost û heval wendakirin
Pir þevitî wek xwelî ye
Dilo menal xweþ havîn e
Kulilk dikin qîrqîrîn e
Dibêm êdi j’xewnê rabin
Ev dinyakê derewin e
Dibêm j’xeva tarî rabin
Ev dinyakê derewîn e

Dilê’m dîsa xeyidiye
Derket çûye xerîbiyê, bîranîna xelkê xwe kir
Dil þewitî wek xwelî ye

Helbest: Kilam û Stranên Kurd
M. Bayrak û Þêxo

* * * * :



Ez nizanim çi bêjim :
__________________

Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im
Ez nizanim çi bêjim
Ax hevalo çi bêjim

Ez daxwaza Xanî me
Rewþa neqþê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Ax delalo çi bêjim

Sivik çû bihara min
Ter bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min
Ez nizanim çi bêjim

Ez ne xan im ne Xanî
Ne Zerdeþt û ne Manî
Li xwe kir bargiranî
Ez nizanim çi bêjim

Ji bo we ez wê sazê
Xweþ lê didim bi gazê
Bi daxwaz û niyazê
Ez nizanim çi bêjim

Di rostê de çi merd im
Dil bi kul û bi derd im
Xwîna þehîdê Kurd im
Ez nizanim çi bêjim

Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjenim bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim

Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim

Ez dengê wan hezaran
Ketim þax û zinaran
Ez ew binê sêdaran
Ez nizanim çi bêjim

Keko ez Cegerxwîn im
Dil bi kul û birîn im
Van ayetan dixwînim
Ez nizanim çi bêjim

Helbest: Cigerxwîn

* * * * :



Narê :
____________

Kaniya li binya malan
Þewq davêt gulyê daran
Kaniya li binya malan
Þewq davêt gulyê daran

Me qet karê xwe nekir
Sibê li me bûn êvaran
Me qet karê xwe nekir
Sibê li me bûn êvaran

Narê narê hey narê
Narê narê narê hoy narê
Narê çûye ber avê, ser avê
Kinc þûþtî avêt tavê
(Dîsgotin)

Narê narê hey narê
Narê narê narê hoy narê
Narê çuye ber avê
Kinc þûþtî avêt tavê
Narê çûye ser avê
Kinc þûþtî avêt tavê
Narê narê hey narê

Narê narê narê hoy narê
Narê quye ser avê
Kinc þûþtî avêt tavê
Narê çûye ber avê
Kinc þûþtî avêt tavê

Hoy narê narê narê
Narê narê narê hoy narê
Hoy narê narê narê
Narê canê min xwarê

Narê biskê xwe þe kir
Hinne li destê xwe kir
Rinde biskê xwe þe kir
Hinne li destê xwe kir

Fîstan li bejna ziravkir
Serê dilanê xweþ kir
Fîstan li bejna ziravkir
Serê dilanê xweþ kir
(Dîsgotin)

Rindê were nav zebeþan
Ez êsirê van çavreþan
Rindê were nav zebeþan
Ez êsirê van çavreþan

Ketim derdê xerîbiyê
Mayim bê aqil û heþan
Ketim derdê xerîbiyê
Mayim bê aqil û heþan
(Dîsgotin)

Helbest: Kilam û Stranên Kurd
M. Bayrak û Þêxo

* * * * :



Rabin rabin :
____________

Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
Keçno rabin rabin, Bûkno rabin rabin
Xortno rabin rabin, Merdno rabin rabin
Xuþkno rabin rabin, Birano rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin

Ev dîlana Kurdan e
Xwe ser hevda berdane
Ev dîlana Kurdan e
Xwe ser hevda berdane
Hemberê hevdu zêrdane
De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin
Hemberê hevdu zêrdane
De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin

Bûk û zava xemilî
Dayka bûkê dinalî
Bûk û zava xemilî
Dayka bûkê dinalî

Dilê zavê dikeli
De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin
Dilê zavê dikeli
De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin

Destên xwe bi destê hevkin
Govendê rengîn çêkin
Destên xwe bi destê hevkin
Govendê rengîn çêkin

Carek jî ti lî lî bangkin
De rabin rabin, birano rabin rabin
Carek jî ti lî lî bangkin
De rabin rabin, birano rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin

Þepik, þepik, þepik
Ji bo bûkê ra þepik
Ji bo zavê ra þepik
Ji bo xwesû ra þepik
Ji bo xezur ra þepik
Ji bo hevalan þepik
Bo ve hemûyan þepik
Bo me hemûyan þepik

Helbest : Þêxo

* * * * :



Mamûro :
___________

Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra

Ketme oda maqûla
Ketme devê sakûla
Ketme oda maqûla
Ketme devê sakûla
(Dîsgotin) Hay dê nayê, hay dê nayê

Tu xezala l’ ber çemayê
Tu keroþka l’ nav lemayê
Tu kevoka li ber çayê
Tu kevoka li ber çayê hayyyy...

Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra

Mamûr hatî ji Terê
Xwendî qoqana kerê
Mamûr hatî ji Terê
Xwendî qoqana kerê

Mamûr ez li bextê te me
Kerê m’ mexe defterê
Mamûr ez li bextê te me
Kerê m’ mexe defterê
(Dîsgotin)

Mamûr hatî ji Xirbika
Deftera kera we ka
Mamûr hatî ji Xirbika
Deftera kera we ka

Terya kerê Xeliko
Di qoþa jina xwu veka
Terya kerê Xeliko
Di qoþa jina xwu veka
(Dîsgotin)

Helbest: Kilam û Stranên Kurd
M. Bayrak û Þêxo

* * * * :



Þoreþ :
_________

Þoreþ destpêkir qêrin û gurmîn
Gulle barandin li hawir xurmîn
Li jor Firoke li jêr tang û top
Ji xwînê sor bûn hemî der û þop

Lê Kurdên gêrnas ketin ser çiya
Dixwazin bigrin axa Midiya
Naxwazin bimrin reben û bindest
Lê divên bijin azad û serbest

Li hawîr þewat li hawîr kuþtin
Di nav welat da tiþtek nehiþtin
Hemi þewitîn dar û ber û rez
Dane ber lingan dexl û dan û pez

Em tev tên kuþtin ne suc û sebeb
Ji me çi dixwazin Tirk, Fars û Ereb?
Heqê mirovan ji wan dixwazim
Çima nadin me bê þer û gazin

Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev
Doza me tevan bibî azadî
Bi hevra rûnin xweþ û dilþadî

Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



Hawar hawar :
____________

Hawar hawar, hawar hawar
Van dijminan qada me xwar

Talan birin, wan dexl û pêz
Çeper çirandin ketne rez
Dijmin bi zor û serbilind
Ji ber me girtin þar û gund

Hawar hawar, hawar hawar
Van çûçikan genmê me xwar

Em tevde rabin, mil bi mil
Êriþ bikin dijmin ji dil
Destan bi paki bidne hev
Welat bihêlin bo xwe tev

Hawar hawar hawar hawar
Wan qimbilan canê me xwar
Wan çûçikan dexlê me xwar

SEYDA CÎGER tev buye XWÎN
Disa li min derbûn birin
Biþkî timî sermayedar
Dilxweþ bijîn em peyadar

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Bilind e bejn û bala te :
____________________

Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te ezman e
Nêrgizan reng sipî daye
Li ser zozan û çiyan e

Ferat û Dicle û Xabûr
Di ser bejnê da berdane
Ji xwîna min tu lêv sor î
Ji bîna min gula sor î

Evîna te kirim þeyda
Birîndar û pêriþan im
Ji van lêvên þirin maçek
Ji derdê dil ra derman e

Bi qurbana te bin cana
Hezar mîr û beg û axana
Ezim ku te ji destê wan
Neyaran derxim mêranî

Serî min daniye vê rê
Dibêm bigême armancê
Çeka min zor û zanîn e
Bi bîr û bawêr û daxwaz

Helbest: Cigerxwîn

* * * * :



Namûs e rabin :
________________

Sorgul ji baxê ciwanim weþîn
Bilbil li þaxê umrêm dikin þîn
Hêstir ji çavêm xuþîn û meþîn
Hevalno rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bistan
Dîsgotin

Çendi bilind im serê min sar e
Cobar ji çavêm xweþ têne xwar e
Sîh sale deng û qîr û hawar e
Dîsgotin

Kûr kûr menale em tev biriþtin
Qurban metirse va em gihiþtin
Yan ew te bigrin, yan bêne kuþtin
Dîsgotin

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



Nizanim :
____________

Xeyda ji min xeyidye
Rû sar û pir cemidye
Li ser wê ez dikalim
Wekû bilbil dinalim
Tenê dibê nizanim, nizanim ez nizanim,
Nizanim ez nizanim birano
Dibê dûrî min here
Te yek diye ji xwe re
Ez û tu bûne dijmin
Êdi bes were cem min
Dîsgotin

Min go: bêje kiye ev
Li ser dibêm roj û þev
Go: min çi jê ye heyran
Hûn pîroz bin ji bo hev
Dîsgotin

Go yekê pozbilind e
Gelek delal û rind e
Bê xwedî û xwedan e
Navê wê Kurdistan e
Dîsgotin

Tu tim li ser dibêjî
Pir ronîkan dirêjî
Wê zor daye girînê
Çav sor bûyê ji xwînê
Dîsgotin

Min ew da ber milê xwe
Min pê xweþkir dilê xwe
Bi qurbana te Seyda
Navê te kirye Xeyda
Dîsgotin

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Bi ser çiyan ketim :
_________________

Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev
Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi þev, di hayê hayê,

Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev,

Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîþan
Hê jî birîne nuha, qemuþk girt û gîha hev,

Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm
Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev

Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim þer
Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev,

Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo þer
Êrîþ bikin neyaran, wekê mêran hemî tev,

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Here here :
____________

Here here keko here
Dayê here bûkê here
Bira here xuþkê here
Xalo here apo here
Ez bi te re em bi te re

Dijmin kete Kurdistanê
Kesek nîne li meydanê
Ev dem dema ber dîlanê
Rabe here roja þere

Bi destên xwe top û tiveng
Rabe here buye dereng
Wekê þêr û wekê pileng
Herin dijmin em bi were

Divê welat bê sitandin
Eger bimrin dewlimendin
Serfiraz in serbilind in
Dema dijmin derxin der e

Rja cengê tev jin û mêr
Pêþve herin piling û þêr
Welat bigrin ji dest neyar
Çûyîn here bê vegere

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Kurd in serbilind in :
____________________

Kurd in serbilindin, naxwazin bindest
Azadîxwaz in divên tim serbest
Kurdistana me ye l’bin destê dijmin
Bi roz û rêzanî divê em derxin

Êdî em hestan
Nîne rawestan
Xencer bi destan
Divên Kurdistan

Kurd in serbilindin, naxwazin bindest
Azadîxwaz in divên tim serbest

Gelek xoþ û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e

Êriþ e êriþ
Ey gelê Kurdan
Divê em bigrin
Bizor Kurdistan

Da zêncîr biþkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Kurd þêr e li dijmin, zêncîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e,lê teng bûye meydan
Dijmin pê da ser, divê herin þer
Bi zor derxin der, bigrin Kurdistan

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



Sebra dilê :
___________

Yek sebr û mala min tu ye were
Dost û hevala min tu ye were
Gula xeyala min tu ye were
Carek were sebra minê were

Dilxwazê dîdara te me were
Herdem di gulzara te me were
Wek rojî êvara te me were
Carek were sebra minê were

Çavên te har û dîn kirim were
Birhên te dil birîn kirim were
Îro te ez bê dîn kirim were
Carek were sebra minê were

Sebra minê mala minê were
Newroz û sersala minê were
Herdem di nêv bala minê were
Carek were sebra minê were

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Ax welato :
__________

Ax welato tu pir dûr e
Derdê te’l dilê min kûr e
Heval were emê terin
Çima tu bimine l’dûr e

Ustî xwar in xuþk û biran
Bese mekþîn derdê giran
Hawar dikim ker û koran
Ev vênasî agirê sor e

Em goçer in bi þîr û lor
Ka dewê tirþ ka genmê sor
Rûçik kirin nemaye por
Welatê min ez bi gorî

Helbest û Muzîk : Þêxo

* * * * :



Heseno :
__________

Hêli day hêli day Heseno hêli
Hesen zava ye day xwadê bihelî

Hat ji gundê me day kaxitek sor e
Çu ji gunde me day kaxitek sor e
Hesen zava ye day zavakî zor e

Hat ji gundê me day kaxitek reþ e
Çû ji gundê me day kaxitek reþ e
Hesen zava ye day zavay keleþ e

Hat ji gundê me day kaxitek zer e
Çû ji gundê me day kaxitek zer e
Hesen zava ye day zavakî qember e

Gotin û Muzîk: Gelêrî

* * * * :



Keko ziman dirêj im :
___________________

Keko ziman dirêj im
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dîlovan
Bê toz û bê qirêjim oy oy

Ziman ê min û teye
Nisk û genim û ceye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim oy oy

Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevda berdane
Lê ez jêre girbêjim oy oy

Zimanekî kevnar e
Çend sale ko beyar e
Di bin lingê neyare
Bi ser we de navêjim

Ez ne þêxim ne mewla
Li kes nakim teþqela
Ji ber wan derd û kula
Bê roji û nimêjim yo oy

Tim dixwazim azadi
Divêm xweþî û þadî
Bê zor kesek heq nadî
Ne zordest û xwînrêjim oy oy

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Newroz :
____________

Cejna azadî newroz
Xweþi û þadî newroz
Bo me murad î newroz

Piroooz
Hezaran pîroz
Sedhezar pîroz
Milyonan pîroz

Tu cejna me kurdan î
Seranserê cihan î
Ew bo remz û nîþan î

Bijî cejna biharê
Bîst û yekê adarê
Mizgîna dost û yarê

Tu dermanê jinê yî
Him agirê kinê yî
Tu roja evînê yî

* * * * :


Gulê heynarê :
____________

Gulê heynarê bi narê narê
Dînê heynarê bi narê narê
Gulê min çavê di belek xwarê
Dînê min çavê di belek xwarê
Dîsgotin

Gulê sêva sur-li guliyê darê
Dînê sêva sur-li guliyê darê
Gulê di-go davê min were xwarê
Dînê di-go davê min were xwarê
Lê gûlê tu qismeta vê carê
Ax dinê tu qismeta vê carê
Dîsgotin

Gulê gultapo li ciki duzê
Dînê gultapo li ciki duzê
Gulê þir meyandye buye buze
Dînê þir meyandye buye buze
Gulê bi-þev doste bi ro balduze
Dînê bi-þev doste bi ro balduze
Dîsgotin

* * * * :


Kulê serdilan :
______________

Hevalno welatek hate þevitîn
Gul-nergiz ser erdê hatin çevitîn
Ji dilên milletan xwînek dirijî
Bo ala Azadî Kurdistan bijî

Kurdistan Kurdistan kulek ser dilan
Roja sor weriye xwastina gellan
Eger dijmin te ji bin erdêxiye
Bi hezaran gûlên werin ser dinye
Sedhazaran gûlên werin ser dinye
Bi milyonan gûlên werin ser dinye
Dîsgotin

Ew çiye herkesek xwedi pirsiye
Zar û zerçên me-li çolan birçiye
Ew þiyare dijmin medi tirsiye
Bo ala Azadî Kurdistan bijî
Dîsgotin

Helbest : Þêxo

* * * * :

____________


Keko ziman dirêjim :
___________________

Keko ziman dirêjim
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xerxwaz û dilovan
Bê toz û bê qirêjim

Ziman ê min û te ye
Nisk û genim û ce ye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim

Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevde ber dane
Lê ez jêre girbêjim

Zimaneki kevnare
Çend sale ko beyare
Di bin lingê negare
Bi ser we de vavêjim

Ez ne Þêxim ne Mewla
Li kes nakim teþqela
Ji ber van derd û qula
Bê roji û nimêjim

Tim dixwazim azadi
Divên xweþi û þadi
Bê zor kesek heq nadi
Ne faþist û xwinrêjim

Çi hatiye serê min
Bar girane kerê min
Ez lê didim mexel tê
Nizanim ez çi bêjim

Heftê salin Cîgerxwîn
Dil û kezab bûn birin
Gelek fersende me din
Zanibî ez ne hêjim

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



Pîr û kal im :
____________

Pir û kal im, kûr kûr dinalim
Ey evîna min were roniya min were…

Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were
Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat
Sebr û male tim li balê, Ken-þîrîna min were…

Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda
Piþt þikesti xwar û xûz, xwar û xûz
Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan
Xemrevina min were, de were dilbera min were

Kengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek?
Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were…

Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl
Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,…

Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê
Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were…

Helbest: Cîgerxwîn

* * * * :



Sêvê :
________

Di baxê jînê sêvek gihaye, aax þêrin û tal e
Ji þewq û vînê sebra’m nemaye, aax heþê’m li bale

Min dest dirêjkir ser þax û kate, ax me bi zor anî
Ev sêv li ser min gelek biha tê, ax kes pê nizanî

Ev sêv çi sêvê ne wek tû sêva, ax ne tirþ û xave
Me bi zor ani gihande lêva, ax çi þewq û tave

Xweþi giha dil, dil pê nexweþ bu, ax ji ber me ta girt
Þêrîn þekir bû çiqasî xweþ bû, ax dilê me dagirt

Dostên te pir bûn hawir xebat e, ax qêrin û nalîn
Kes dil weki min arzan neda te, ax lew bûm Cîgerxwîn

Bayê ji biska te ez revandim, ax rengê kelemper
Derya evînê bi xwe gihandim, ax ez jê neçûm der

Ê ko evîna sêvê kedi dil, ax divê ne pirsi
Sêv nayê destan bê derd û bê kul, ax divê ne tirsi

Tehlî nebênî xortê evîndar, ax naxwî tu þêrîn
Pir kes di vê rê dil bun birîndar, ax bûne Cîgerxwîn

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :



Xabûrê :
__________

Ey Xabûr Xabûr ey Xabûr Xabûr
Wek daxwaza min pir dirêj û kûr
Kêferata te xum xum û lew lew
Nayên bira te ne razan ne xew
Nayên bira te ne razan ne xew, ne razan ne xew

Herdem dinalîbi qîrîn bi gazî
Lê kes nizanî ka çi dixwazî
Armanca teye xurtî pêþveçun
Cîhê te tenge divê firehbûn
Cîhê te tenge divê firehbun, divê firehbun

Pêlan didî xwe, qîr û feryad î
Te jî wekî min divê azadî
Singa vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çima tu naçî berjor?
Nizanim çima tu naçî berjor, tu naçî berjor?

Xwezka min bi te bê derd û bê kul
Diji bi þadi bê meji û dil
Tuji weki min ger bibuna Kurd
Ev xurtiya te dibe kul û derd
Ev xurtiya te dibe kul û derd, dibe kul û derd

Helbest : Cîgerxwîn

* * * * :