ZOR SPAS BIRÊZ WILLIAM SAFIRE





Di van demên dawî de gelek rewþenbîr, siyasetmedar, rojnameger û nivîskarên Amerîka di pirsa gelê kurd de ji her demê zêdetir hiþyar bûne, bi nivîs û daxuyaniyên xwe DYA’yê rexne dikin û di pêþniyariyên xwe de ji Amerîkayê dixwazin ku pirsa gelê kurd bê çareserkirin.

Ji van kesan ên bi nav û deng zimanzan, Prof. Noam Chomsky, siyasetmedar û Senator Joseph Biden, serokbaylozê Amerîka yê bêrê li Bosna Hersekê Peter W. Galbraith û niha jî birêz William Safire û hwd.

Van bûyerên nû ji bo gelê me ji bo çareserkirina Kurdistanê gelek girîng in. Dewletên ku Kurdistan dagir kirine êdî baþ dizanin, talankirin, qirkirin û bikaranîna jenosîtê li dijî gelê me ne karekî hêsan (qolay) e.

Birêz William Safire di nivîsa xwe ya di The New York Times 03.03.2003 de pirsa baþûrê Kurdistanê bi zimanekî rewan û xweþ aniye ziman. Ev îro du roj in ku rojnameyên tirkan gelek nerazîbûna xwe ji bo vê nivîsa birêz William Safire nîþan didin. Birêz Safire di vê nivîsa xwe de bi deryaya efesanewî û qehremanê gelê kurd Mele Mistefa Barzanî re li cîhana din hevpeyvîneke xeyalî pêk aniye.

Daxwaza me ew e ku DYA û Serok George W. Bush van gotinên birêz Safire bide ber çavan û di vî þerê Iraqê de û li ser pirsa kurdî li gorî daxwazên gelê kurd tevbigere û nekevin
þaþiyeke din...

Birêz William Safire di vê hevpeyvîna xeyalî ku bi Mele Mitefa Barzaniyê qehreman re kiriye gelek gotinên balkêþ hem bi awayekî analîz û hem jî bi pêþniyariyên xwe yên bi qîmet ji Dewleta Amerîka û ji serokên kurdan re dibêje; dîrokê dubare nekin, nekevin þaþiyan êdî bes e! Gelê kurd êdî tehemûlî þaþiyan nake. Hêvî û daxwaza gelê kurd ev e: Azadî ji bo Kurdistan, azadî ji bo Kurdistan û azadî ji bo Kurdistan e...

Di dawiya hevpeyvîna xeyalî de ev gotin hene: “Heke hûn Mesûd û Celal bibînin, vê fermana min bigihîjînin wan: ‘Bila kurd piþtgîriya hev bikin.’.” Ev gotin û ferman ji serokê qehreman ê kurd Mele Mistefa Barzanî ye ji bo serokên kurdan û ev daxwaza hemû gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Min hewce dît ku ez wê nivîsê bi tevahî ji xwendevanên kurd re pêþkêþ bikim.

Pirs û bersiv ligel Mele Mistefa Barzanî

William SAFIRE- The New York Times 03.03.2003

Mele Mistefa Barzanî, di beþeke zêde ya sedsala bîstem de yek ji lîder û serokên bîst mîlyon gelê kurd (mezintirîn gelê cîhanê yê bêdewlet) bû. Dema ku di salên 1970’yan de ji aliyê DYA û þahê Îranê ve xiyanet li wî hate kirin û berî ku ew wefat bike ji aliyê CIA’yê ve anîbûn Virginaia’yê û di maleke ku ji aliyê CIA’yê ve hatibû eyarkirin, min ew ziyaret kir û em bi dirêjî û berfireh axivîn. Kurdên Iraqê yên ku di bin himayeta hêzên hewayî yên Amerîkayê de ne û di darijandina modelên piþtî operasyona Iraqê de derengmayî, niha demokrasiya navxweyî berfireh dikin û min jî li ser vê yekê xwest ez bi dostê xwe yê hêja re hevpeyvînekê pêk bînin. Seheta wî xweþ wî dilê min nehêla û li cîhana din hevpeyvîna min qebûl kir.

Gelo di dawiyê de kurdan baweriya xwe bi Amerîka anî?

Gotineke me ya bi hezaran sal heye ku dibêje: “Kurd bêdost û heval in.” DYA’yê di þerê Kenavê de piþtî ku nîv milyon kurd bûne penaber û di televîzyonan de koçberên kurd dîtin ji þerma xwe piþtgiriya me kir û arîkariya hewayî da me. Dîsa jî em ji bo deh salên azadiya xwe spasdar in.

Wê çaxê çima kurd der heqê azadbûna beþên din ên Iraqê de bi gulan in?

Ji ber ku em difikirin ku we dîsa ji bo firotina me bi tirkan re peymanek çêkiriye. Li hêlekê hûn ji bo ku riyên wan ên hewayî ji bo eniya þer a Bakur bi kar bînin hûn bi wan re ketine nava dan û standinan û bi wan re bazariyê dikin li hêla din jî we xwestekên tirkan ên wekî, bila Amerîka çek û silahan nede hêzên kurdên min Mesûd jî qebûl kiriye. Ligel kurdên Celal Talebanî jî û bi we re ji bo roxandin û têkbirina Sedam ev tê wateya hêzeke 70 hezar leþkerî. Lê hûn ji bo þerê dijminên me yê hevpar xwestekên me yên çek û silahan red dikin û qebûl nakin.

Gelo sedema redkirina vê yekê ne ev e ku tirk difikirin hûnê Kurdistaneke serbixwe ava bikin û paþê jî 12 milyon kurdên li Tirkiyeyê jî dê bên û bi we re bibin yek?

Ev xeyal û dereweke pûç û beredayî ye. Piþtî ku me li Iraqê hinek ewlehî bi dest xist, hûn difikirin ku emê rabin û bi artêþa Tirkiyeyê re bikevin nava þerekî? Bi ser de jî bi amerîkiyên ku soza yekpareyî axa Iraqê dane re jî bikevin nava þer? Bi rastî sedema hawara tirkan a wekî ‘parçe neke!’ ne parçekirin û cuda bûne û derdê wan jî ev nîn e kul û derdê tirkan ji vê yekê ew e ku çanada gelê kurd li Tirkiyeyê bipelçiqînin û dengê wan bibirin. Beweriya we bi tirkan heye?

Ê, piþtî ku me bi riya zorê NATO ji bo parastina wan razî kir û xwesteka wan a 15 milyon dolar bedela kirayê qebûl kir, vê dema dawiyê em hêvîþikestî kirin –Lê piþtî ku Tirkiyey mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û ji bo parastina Sedam li cem Fransa û Almanyayê cihê xwe girt- em çawa dikarin îtiraz bikin?

Gileyan nekin, ji ber ku hûn di dema wê de hîn bûn ku tirk bi hinceta astengkirina xwestekên kurdan ên wekî avakirina Kurdistaneke serbixwe dixwazin.

petrola ku li paytextê me yê berê li Kerkûkê heye, bi dest bixin. Hûn bi þans in ku îslamiyên di parlementoya wan de xiyanet bi we kirin.

Ma hûn nizanin ku heke em li rojhilatê Tirkiyeyê û ji bakurê Iraqê êrîþê bikin emê çawa bikarin hefteyeke din jî dema þer kêm bikin?

Rast e jixwe. Kurê min Mesûd û cîgerê min ê berê Celal jî dê cih bidin we û arîkariya we bikin. Dîsa jî ligel ku îngilîz ji Urdunê ve êrîþ dikin, hûn jî dikarin ji Kuweytê ve ji bo êrîþê bi ser 5 hezar leþkerê û amûr û erebeyên zirhlî re û di dema xwe de jetên xwe yên ezemet li herêma me bi cih bikin. Emê jî bi we re bin.

Lê gerîlayên we dê bikaribin li hemberî artêþeke modern û êrîþeke motorîze li ber xwe bidin?

Gava hûn pêdiviyên pêþmergeyên me yên wekî çek, topên hewan, roketavêj, kincên bergêriyê yên dijî madeyên kîmyewî û pêdiviyên din bidin wan, em ne tenê bi jiholêrakirin û têkbirina hevalbendên Elqaîdeyê, Ensar el Îslamê nasekinin her wisa dê ji bo tolhildana zarokên me yên ku li Helebçeyê ji hêla Sedam ve bi gazên kîmyewî hatin þewitandin û ji bo tolhildana ciwanên ku di enfalê de winda bûn, em amade ne li kuçe û kolanên Bexdayê koka parêzvan û notirvanên rejîma Sedam biqelînin.

Mutefiq û hevalbend li Nurmberg û Laheyê hesab dabûn. Gelê Iraqê jî dixwaze zalilên Be’isî derbixe hemberî dad û edaletê.

Wekî ku hin rojavayiyên xweperest difikirin ji wê zûtir jî, di demeke kurt de, hûn divê di avakirina konfederasonê de, di hilbijartina em a federal de, damezirandina pergala edaletê di bi rêxistinkirinê de, di dayîna deynên qirêj ên Sedam bo rûsan û berhênanên xwe ji bo ku li derveyî OPEC’ê pêk bînin û deynên xwe bidin, ji bo astengkirina xiyanetên Îran û tirkan û hwd. arîkariya me bikin û paþê xatirê xwe bixwazin û herin. Emê jî bi vî awayî xiyanetên we yên berê ji bîr bikin.

Heke hûn Mesûd û Celal bibînin, vê fermana min bigihîjînin wan:

Bila kurd piþtgîriya hev bikin.




Fuat Akpinar






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=57